İbrahim Genç

Ziman Nîşana Hebûna Gelan e!

21 Şubat 2016 Pazar 01:55

Welatê Bengaliyan di sala 1950î de hat perçekirin û beşek ji Bengaliyan li aliyê Hîndistanê, beşek jî li aliyê Pakistanê man. Bengaliyên li Pakîstanê baweriya xwe bi Misilmantiya Alî Cinnah anîbû, lê piştî Cinnah desthilatdariya xwe xurt kir, berê xwe da bişaftina çandî û Zimanê Bengalî qedexe kir. Digel vê yekê zimanê Ûrdûyî jî li ser wan ferz kir. Li gorî Rêveberiya Cînnahî; zimanê bengalî, lîstika komunîst, neyar û xayînan e, ên ku dixwazin Pakistanê parçe bikin, vê lîstikê dilîzin. Ev polîtîka û têgihiştin çiqas dişibe têgihîştina ku li Tirkiyeyê sed sal e dimeşe, ne wisa?

Lewma ji nava Bengaliyên Pakistanê “Tevgera Ziman a Bengalî” derket holê. Li ser van qedexeyan, di 21ê Sibata 1952yan de xwendekarên Zanîngeha Dakkayê yên ku mensûbê Tevgera Ziman a Bengalî bûn, xwepêşandan li dar xistin. Rêveberiya Pakiskanê bi tundî erîşî van xwepêşandanan kir û gelek xwendekar qetil kirin. Bi encama têkoşîna Tevgera Ziman, di sala 1956an de zimanê bengalî, bû duyem zimanê fermî yê Pakistanê. Gelek balkêş e ku îro 21ê Sibatê li Bangladeşê weke “Roja Şehidên Zimên” tê pîrozkirin.

Li hemberî têkoşîna ji bo zimên UNESCO jî xemsar nema û 21ê Sibatê weke “Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” pejirand. Bi taybetî jî ji sala 2000î vir ve 21ê Sibatê ji bo zimanên ku neheqî li wan tê kirin, rojeke gelek girîng e. Lewra li gorî lêkolînên UNESCOyê li cîhanê 2500 ziman, li Tirkiyeyê jî kirmanckiya zaravayê (zazakî) kurdî jî tê de 18 ziman ber bi tunebûnê ve diçin. Îro li Tirkiyeyê, zimanên Yûnaniya Qapadokyayê, Ûbihî û Mlahso wenda bûne. Xertevîniya ku li Sêrtê ji aliyê kesekî ve tê zanîn jî her kêlî ber bi mirinê ve diçe.

“Gelo kurd çi dixwazin?”

Weke xwendekarên Bengalî gelê Kurd jî ji bo ku zimanê xwe ji qirkirin û îmhakirinê rizgar bikin, bê şik û guman berdêlên mezin dan. Ji ber vê yekê daxwaznameyên ku xwendekarên Kurd di salên 2001-2002yan de dan, tên bîra min. Lewra ev daxwaza biçûk jî rastî tundiya dewletê hatibû. Di encamê de 871 xwendekar hatin binçavkirin, 91 ji wan hatin girtin, ji 1000î zêdetir xwendekar jî ji zanîngehan hatin dûrxistin. Bêguman, di encama têkoşîna Kurdan de, di serdema AKPyê de jî der heqê mafên Kurdan de hin gav hatin avêtin.

Lê muxatabên Kurdan her tim dibêjin, “Gelo kurd çi dixwazin?” Lêbelê daxwazên kurdan gelek diyar in: Otonomî, perwerdehiya bi zimanê kurdî, li Kurdistana Tirkiyeyê fermîbûna kurdî û temînata makezagonî. Mixabin gelê kurd hê jî ne xwediyê van mafên xwe yên siruştî ne. Ji ber vê yekê her çiqas der barê zimên de li Tirkiyeyê çend péşketin hebin jî ev ne bes in. Lewra gelê kurd li ser warê xwe gelekî otoktan/ e. Lê belê divê bê destnîşankirin ku gelê kurd bi têkoşîna xwe hin alternatîf jî çêkirin. Di vî warî de divê ji bo xebatên wan spasî li TZP-Kurdî û Enstîtuya kurdî ya Stenbolê were kirin û gelê kurd li van saziyên xwe xwedî derkeve.

Ziman nîşana netewebûnê ye

Her çiqas têkoşîneke bêhempa ji aliyê gelê kurd ve tê meşandin jî, em nikarin bibêjin ku xetereya înkar û asîmîlasyonê li ser me rabûye. Lewra hê jî di makezagon û qanûnên dewletê de kurd û zimanê kurdî nehatiye naskirin. Ji aliyekî din ve jî, ji ber ku li cîhanê pêşketinên teknolojîk û ragihandinê zêde bûne, oto-asîmilasyonek jî derketiye holê. Divê demildest pêşî li vê rewşê bê girtin. Lewma îro saziyên zimên ên kurdan gelek girîng in. Lê dema ku mirov der barê zimên de hin sersariyan dibîne,  weke Ehmedê Xanî dibêje, “Çi b’kim ku qewî kesad e bazar / Nîn in ji qumaşî ra xerîdar”.

Hal ew e ku nîşana netewebûnê ya herî diyarker ziman e. Dema ku ziman wenda dibe, netewe jî wenda dibe. Lêbelê hin dîndar derdikevin dibêjin, “Ma li axretê Xwedê dê zimên ji me bipirse?” Pirsên wisa bi rastî ji ehmeqtiyê tên. Ez ê der barê vê meseleyê de ji Qur’ana Pîroz ayetan rêz nekim, lê ez ê cih bidim axaftina pêxemberê me hezretî Mihemmed ( s.a.v) a di Xûtbeya xatirxwestinê de: “Kesê ji xeynî neseba bavê xwe, rika nesebekî din bike, ew bê nijad û bê bav e. Xezeb û xeşma xwedê, leneta erşiyan û hemû bawermendan li ser wan be.” Jixwe di vê gotinê de çi tê qestkirin, bi raya min gelek diyar e. Her wiha der barê mirovên ku nijada xwe xwedî dernakevin de Hacî Qadirê Koyî jî gelek tund diaxive û dibêje “Eger kurdek qisey babî nezanî, miheqqeq dadî hîz e, babî zanî” Yane bi kurmanciya me Koyî dibêje “Eger kurdek bi zimanê bavê xwe nizanibe muheqeq diya wî qehpe ye û bavê wî jî zînakar e”.

An hînî zimanê xwe bibin…

Dawiya dawîn zimanê me hebûna me ye. Ne bi tenê kurdî jî, hemî ziman ji bo mirovahiyê dewlemendî ne û divê bên parastin. Lewma ez bi hêviya geşbûna hişmendiya zimên 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemî neteweyên bindest pîroz dikim û nivîsa xwe bi gotina Celadet Eli Bedirxan bi dawî dikim: “Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in… Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e…Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrika xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine… Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin binivisînin û elfabiya zimanê xwe hêj nas nakin…”

Bu yazı toplam 4151 defa okunmuştur