Silêman Feqiyanî

ZIMAN Ê KURDÎ (3)

29 Mayıs 2009 Cuma

KOMELE A KURDÎ-DERÊ XWEDÎ DERKEVÎN

Hêvîdarim ew mirovên wahe rûs nava mirovada digerin, poşman xwe bibin, lixwe zivirin û xwe berdene nava deryaya wêje, ziman, çand û dab û nêrît ên xwe.

Vê domahîkê de dinava gel ê Kurd de hindik hene hemberê rojname ên Kurdî ku ca nexwînin, xwedî zimanê xwe dernekevin, çend ava reş berden nava çavê xwe. Mixabin tu biçî kolana, temaşêyî mirovê rojname ên Kurdî difiroşe bikî, ji hemişka pêtir gazinda wan çîye dê bibihî.
Mirovên di kolana rojname ên Kurdî firoşin di bêjin:

- Em dema nava bajêri digerîn û azadîya welat, an jî rojnameyek dî ya Kurdî dene ciwanê Kurd wahe dibêjin me. “Ez bi xwendina vê rojname ê re, tiştekê jê fam nakim.” Belê evê bersifkê didin me û em jî di mînîn şaş. Ji hemû yê pêtir şaşbûna me, bi Kurdî ji mera bersifkê di din.

Ew mirovê bêjît ez ji zimanê xwe fam nakim ewi çi rû heye, bi vê bersifkê re rû ê wi nahê xar. Ecêp cîhanêda gel henin ku mirovê wi geli, rû reşî û şemizarîyek wahe serê xweda bînî, peyvek wahe ji xwera bike berçavk. Ji hemû yê girîngtir, bi çi rû hevok ên waha ji devê xwe ewê tû şermê ji xwera nabînin de di rêjin.

Were mirov ciwanek Kurd be, di jîyana xwe ya rojekê de sê pişk a pişkekê Kurdî baxive û serda jî “ez xwendina Kurdî fahm nakim” bibêje. Rasti kêmasi ewe ku jîyana xwe ya rojekê de sê pişka yêk ê Kurdî baxive, ser wê kêmasîyê jî kêmasîya ji hemû yê girîngtir xwendina Kurdî fahm neke. Ji bo Kurdekê rû reşî a ji hemû yê mezintir eve ye.

Ciwanên gelê xwenas bili zimanê zikmakî, a xwe bi xîretek mezinre zimanê bîyanîya di hînbin, ciwanê Kurd jî zimanê xwe fahm nake. Were vê temaşe yê.

Mixabin ewê vê hevokê tînî ziman çawa rûyê wi sor na bî. Tu dê Kurd bi, dê malbata xweda Kurdî baxivi, kolanê Kurdî baxivi belê bi xwendina rojname ê ra fam nakî. Ji mirovê wahe bê rû re di bêjin “ne xema mine ne ne dem amin qirçe qirça benîştê min.” Çimkî wekî nanê sêhlê ne berê wan kifşe ne jî pişta wan. Bê bewerin.

Ma nevê mirov van pirsane jî ji wan bike.

Herê gelo heta tu hînbûn xwendina Tirkî, erebî û farisî çend meh û salê te borîn û eve çend sale tu perwerdehîya wan zimana di bîni?
Piştî bersifka te ya vê pirsê, tivê ev pirse ji te bê kirin.

Hind îzayê û cefa ê tu hînbûn wi zimanê gor zimanê ta bîyanî. Kanê carê ceribîne, nîv hind wi zemanê gor zimanê te bîyanî re, te çend sala de xwendin û nivîsîna wê re, fahmabûna wê re elimî. Ez na bêjim hind salan tu bi wi zimanê gor zimanê te bîyanî re mijûl bibe, tinê çend meheka Kurdî bixwîne kanê dê fahm bikî an na?

Navbeyna çend mehada rojname, kovar (dergi) û romanên Kurdî bixwîne heske tu hûr xwendina wê nebû û te jê fam nekir wê demê kêmasîyê li xwe bigere, tu heqî. Di mêjî yê te de kêmasîyek heye.

We dîyare ciwanê Kurd xwe pişt heceta veşêrî ku xwedî zimanê xwe dernekevî.

Heske ez xeletbim, min hişyar bikin. Di çend mehada bi xwendina rojnameyên Kurdî re dê hûr xwendinê bibin û dê bixwendinêra jî fahm bikin. Kanê ceribînin.

Em hêvîya dikin û bawer dikin ku piştî îroj paşve ciwanên Kurd bi peyvên wahe mejîyê xwe qirêjû nakin. Ji min biborînin di bêjin çêlek r..o garanê herimînî. Bawerîn ew çend libên ciwanê r..o ne ku ciwanê Kurd herimînin. Ew ciwanên bi oto-asîmilasyonêra xendiqî, ji wanra tû fêdea wan ji zimanê Kurdî re tûnî ne, aha ewin mînaka çêl ên r..o. Çimkî ez bawer nakim ku tevahî civanê Kurd wê dijminahîyê zimanê xwera bikin. Ku ca Kurdî nexwînin xwe pişt haceta ne veşêrin.
Selabetek dî serê mirovi digirî.

Komek Kurda jî hene, wekî me goti rojê sê pişka yêk pişkê Kurdî taxivin, mixabin ew axaftina wan jî wekî ya TRT 6"ê zirarê dide Kurdî. Kurdî a zikmakî, Kurdî a ji dê a xwe hîn bû, bi selîqeydî taxivin û pêtir Kurdî dikin pêkenîk. Di den berzekirin. Mînaka "derî açmîşke, çayê îçmîşke û hrw."
Ya herî girîng.

Bi tîrêj ê van gotinan de, dawîya van salane tu malê Kurda Kurdî lê nahê axaftin, mixabin di nava Tirkida jî hemî malbata de Tirkî tê axaftin. Ew mirovê Tirk dema zimanê bîyanî hûre bû mala xwe de Tirkî taxivî, zimanê bîyanî na axivî. Bes Kurd zimanê bîyanî jî nizanin û zimanê xwe jî xelet taxivin. Nahe çand malê malbata xweda Kurdî baxivin ew jî bi hejmar manê dê bên hejmartin. Herê gelo gelên herêmê ew seba çi malên xweda bi zimanê xwe radibin, dirûnên û taxivin, bes Kurd bi zimanê xwe narabin, narûnên û naaxivin.

Seba hindê jî zarokê Kurda ji zimanê xwe bîyanî dibî û ji zimanê xwe dimînî bîyanî. Êê gelê li jimanê xwe nenas ma, li zimanê xwe bîyanî ma ew gel ji tûnebînê xelas na bû.

Vêca em dê bêjîn gel ê Kurd çawa av û hewa û xwarinê neşê xwe winda bike, bila wesa jî bibî girêdayê rojname ên Kurdî, kovarên Kurdî. Belê bila wesa bibî girêdayî zimanê xwe.

Tivê gel ê kurd bi zîhniyeta şervanîyê, bi zîhniyetîya serhildanêra rojneme û kovarên Kurdî bixwînî û bidin xwendin. Ji wê çendê bila rabîn û rûniştina xwera, razan û hişyarbûna xwera, rêveçûn û rawestina xwera, hiş û ramanê xwera wekî zimanê xwe we jî rojname û kovar a xwe xwedî derkevin.

Ew mirovê rojname ên Kurdî dixwînî çavê xwera jî dibînîn ku ji bo pêngava zimanê Kurdî, (Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî) TZPKurdî ciheke herî girîng digirît. Wekî TZPKurdî, KURDÎ-DER jî ji bo perwerdehîya zimanê kurdî jî cihekê herî girîng digirît. Tevahî KURDÎ-DERA de ji bo perwerdahîya zimanê Kurdî, bi rexê mamostayên di wêja a Kurdîde xwe fahma kiri kurs berdewamin.

Hemû bajêr û navçeyan komele a KURDÎ-DER ê tivê bête vekirin û Kurd jî bibin endamê wê komele ê û bi rexê wê komele ê re perwerdehîya zimanê Kurdî vebin. Paşê jî ew ciwanên “ez rojname a Kurdî dixwînim bes ez anlamîş nakim” di bêjin biçin perwerdehîya zimanê xwe.

Ji bo pêngava TZPKurdî û KURDÎ-DERê ra serkeftinê dixwazim û hîvîdarim ku kurd bi vê têkoşînê re bibin mist, qemî çavê neyari kor dikin. Her we carek dî hêvîyan dikim ku Kurd xwedî TZPKurdî û KURDÎ-DER ê derkevin.

Bu yazı toplam 5613 defa okunmuştur
Türkçe yazsanız?
 // botani
an-la-mı-yo-ruz!...
02 Haziran 2009 Salı 18:47