Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

ZIMAN Ê KURDÎ (2)

ZIMAN Ê KURDÎ (2)

ZIMANÊ ZIKMAKÎ BI XWÎNE BIDE XWENDIN

Me nivîsîna zimanê Kurdî ya yêkemînê de gotibû dê zivirîn mijar a xwe.

Em jî dê we bikîn û dê bêjîn.

Dema zilamê malê digote hevsera xwe;

“Zarok bila pêşîyê bi zimanê xwe mezin bibin, zimanê dayikê ji wire pêwîst e, hebûn a zarokî ye. Wekî me hemûya bila zimanê xwe yê zikmakî fahma bî, paşê jî dê zimanê bîyanî dibistana hûr bibî” digot ê.
Hevsera wi bi xîzanîya hiş û aqilê xwe re;

“Na min nevê zarokê min bi têkilahîya de ji hevalê xwera îza ê bibînî. Min tivê dema havelê xwera têkilahi kir şermê ji xwe neke, bi serfirazi hevalê xwera hevalîyê bike.”

Belê dayikê her we axaftina xwe wahe domdikir:

“Bila naha hûr Tirkî bîbî ca dibistanêda bo zimanê Tirkî zîrek bî, ku ca pêşîya wi vekiri bî, di jîyana xweda bikevî nava şolekê herî girîng” digot. Û dema zarok ji dîya xwe bû û çavê xwe vekiri, zimanê dayîka xwere di bî bîyanî.

Gor hiş û gotinên dayikê “bila dibistanêda bo zimanê Tirkî îzayê nebînî, zû hûrebît” di got û di van ramanada û qet kêmasîya xwe nabînî û xwe pişta axaftina xweda veşêrî. Ev hevoka jinikê wekî şûri, biryarê de cihê xwe xweş dikir û tu zilam tûne bû vê zîhniyetê sekinî nî. Herê gor zîhniyeta wê dayikê re zimanê wê ji wê re girîng nîne, ya herî girîng di jîyana zarokê wê de şerma hevalê xwe neke û karmendîyê de cîhekî herî girîng bibînî û xebitî. Gel ê wê/wi, zimanê wê/wi, hebûn a wê/wi ji wê re çîrok e.

Hindî ku televizyonê fêhlikê zarokê Kurd xirapkiri, hind jî dayikê xwe êxiste nava oto-asîmilasyônê û fehlikê zarokê xwe xirap kir.

Di vê mezinbûn a zarokira ciwanek xwe nenas, malbata xwe nenas û gel ê xwe nenas di kolana de dijîn î. Van zarokên bi vî exlaqi mezin bû û wekî ciwanê xwe nenas di kolana de pir bigerin, gelo dê dewîya vî zimanê Kurdî çi lê bê?

Dayik gor hişên xwe ji bo serfirazîya zarokê xwe xebitî, nizanî zirera ji hemûyê pêtir mezin didete zarokê xwe.

Zarokê wê dayika gor dilê xwe qenci li zarokê xwe kiri re dibî sedema asîmilekirina zarokê xwe. Di pêşeroj de dayikên waha zarokên xwe mezinkiri, naha jî zarokên wan dayika dibêjin em Kurdîn bes em Kurdî nizanîn. Em rojnameyên Kurdî di xwînîn bes em tû yê jê fahm nakîn.
Ne ji dilê wan zaroka bî jî dayikên wan bûne sedema axaftina wan zaroka, bes zarok jî tivê xwe pişt hiş û ramanê waha neveşêrît.

Ji ber vê jî zarok ji zimanê xwe nefret kirin, ji zimanê xwe şerm kirin, di nava mêjîyê wanda kompleksa kêmtîyê cîyê xwe digirî. Her wekî van hiş û ramana, xwe ji zimanê xwe dike bîyanî û di zimanê xwera dibî dijmin, dibî xwîndar, dibî neyar.

Ew mirovê wahe belengaz dema bi zimanê xwe axaft, xwe ji mirovahîyê dûr dibînî. Mixabin hemberê hevalê xwe ewê zimanê wi nanayîsîra xwe kêmtir dibînî.

Ê mirovê xwedî ê van hiş û raman a, xwedî ê vê fêhlkê her we dijmin û neyarê zimanê xwe, çawa nakevî nava oto-asîmilasyon ê. Ew hevalê wi ewê ser wi, ser mejîyê wi asîmilasyonê dike pişt wi bi sûçik a, nînîk ê diçî, sefyane ê ciwanê Kurd jî dibî xwîndar ê xwe.

Mixabin ew sefyane ê Kurd jî xwe ji bîr û bawerîyê xwe dûr têxî û dikevî nava oto-asîmilasyonê û pêtir parîyê devê neyarê xwe bi nîvişk û xebîsêra dixemilînî.

Ya esasî û girîng eve ye.

Dayik ji bo hemberê oto-asîmilasyonê kakil e. Ger kakil an ku dayik pûç bî zarokê ew mezin bike jî dê jizimanê xwera pûç bî, ger kakil an ku dayik aza bî wê demê zarok jî dê ji zimanê xwe re xwedî derkevît. (Heske kakil a gûzê bi rexê kêrmê kakilê re hatibî xwarin di bêjin wê gûz ê pûç e, na heske kakil a gûze zirar nedîtî bî dibêjin wê kakil ê aza ye.)

Wekî hemî pêşveçûn û serhildana dayik ê Kurd, zimanê zarokê xwe zimanê zikmakîra mezin bike. Wê demê dema zarokê wê mezin bû dê bi hevalê xwera serek bilind zimanê xwe baxivî. Ji zimanê xwe şerm nake xwe bi zimanê xwera serfiraz û birûmet dê bibînî.

Wê demê dê qedemê mirovê ser wi asîmilasyone dike bişkê, dê qehrê xweda peqî.

Belê bawer bikin hindek Kurda xwe wesa berdaye nava oto-asîmilasyon ê, dema navê Kurdîtîyê dikevî ser wan wene wekî jehr a mari vexwari. Xwe li dar û bera diden, pirç û cilê xwe veçirînin, nerazîbûna xwe tînin ziman.

Aha ev mirovê xwedî ê vê zîhniyetê ne ji xwera, ne ji gel ê xwera, ne ji welatê xwera ne jî ji gelê wê herêmê re dibin wec. Dê wekî mirovê teyfikalês nava gela bigerî. Ew li cihê berjewendî a gel û welatê xwe, pêtir berjewendî a xwe girîng dibînî. Kurd di bêjin mirovê we, nanheram, kedheram, sertat, çilûs, kund, bîyim û xwefiroş e.

Ewên waha wek kêrmikê darê tinê dijminê serê xwe ne. Ev mirove kor e, nizanî ku rûs biserê xwe nava mirovada digerî û neyarê wi ji ji wira henekîya dikin, di wira di kenin.

Wekî tê gotin “kew dijminê serê xwe ye” Kurdê we kedheram û neyar jî bibîn dijminê serê xwe. Ma naha jî ne weye? Nahe jî Kurd ne bûne du kom, du alî. Êk rexê neyari, êk jî rexê wijdana xwe, rexê xwe.

xwedî = sahip
pêwîst = gerekli, lazım
karmemdî = memurluk
teyfikalê = tabak yalayıcısı
berjewendî = çıkar, menfaat

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10