Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

ZIMAN Ê KURDÎ (1)

ZIMAN Ê KURDÎ (1)

XWEDÎ ZIMANÊ XWE DERKEVÎN

Heta eve çent saleke berî naha kurdê bi mijûl zimanê kurdî dibû bihejmar hatin hejmartin, bes nahe bi dilê mirovi nebî jî Kurdê bi zimanê xwe mijûl dibin tê çav. Wekî hati ziman vê dawîyê de gel ê kurd bi zêdehî xwedî zimanê kurdî û xwedî xwe derdikevin, bes ew jî gor hejmara gel ê Kurd wekî dilopa dikevî nava derya şîn tê çav.

Rasti roja rojname a azadîya welat derketi heta hati gêrtin, bo mijûlahîya zimanê Kurdî, xwedî derketina zimanê Kurdî cihê wê herî girîng bû. Gor dilê min rojname a azadîya welat û rojnameyên wekî wê tên weşandin ji bo zimanê Kurdî nan û av bû, bo zimanê Kurdî hewa û tave bû, bo zimanê kurdî berxwedan, jîyan bû. Ew koma karker û nivîskarê di van rojnameda dixebitin zimanê Kurdî bi rih êxistin, ewan çavê mirovê Kurd vekirin ku Kurd xwedî zimanê xwe derketin.
Di vê cîhanêda bê av, bê hewa, bê xwarin û bê vexwarin jîyan nabî? Wê demê bila Kurd bizanin tu gel û serê hemîyê Kurd jî, bê ziman neşîn jîyana xwe berdewam kirin bikin.

Em, hûn û gel ê cîhanê dizanîn ku ziman nebî mirov jî nabe. Ziman mirov e û mirov jî ziman e, her du bi hevra hene. Li cîhanê bigerin çend gel ê cîhanê hene hemî bi navê zimanê zikmakî hêtîne binav kirin.

Mînak;

Îngilîzî = İngilîz, Tirkî = Tirk, Almanî = Alman û Frenseyî = Firense hwd, bi zimanê xwe tên navkirin. Ev mînake hindî hewe bivê dê bişên dirêj bikîn.
Rexê xwe temaşe bikin, ziman bi heyîtîya mirova, mirov bi heyîtîya gel a tê dîtin, tê pêşçav kirin û tê zanin. Her du bihevra girêdan e, yêk tûne bî ya dî jî tûnî ne.

Her we bînin pêş çavê xwe di vê herêmêda cînarê Kurda çend înaye serê zimanê Kurda. Bi asîmilasyêna ziman, bi talankirina aborî, bi talankirina çandêra çend înaye serê zimanê Kurda? Çend cînarê Kurda di vê herêmêda ji bo tûnebîna Kurda, bili tûnebînê Kurda ji bo înkara zimanê zikmakî a Kurda çend têkoşîn dayne. Di Kurdara “zimanek bi navê wê Kurdî û gelek bi navê wan Kurd di vê herêmêda tûnînin” digotin.

Her cînarek Kurda bi çîrokakê Kurd dikirin xolamê gel ê xwe. Wekî Tirka goti “Kurd Tirkê çîya ne.” Tirkê çîyayî dema ser berfa kuşe (berfa qerimti) rêve diçûn bin pê wanda dengê “kart û kurt” derdiket. Û ji wê çendê jî digotine gelê wê herêmê Kurd. An ku ev gel e çiqê Tirkmena tê zanîn, tû gelê bi navê wan Kurd tûnînin di vê herêmêda.

Wekî van gotinê Tirka, cînarê dî yê Kurda jî bi gor bişaftina zimanê Kurda û ji bo tûnebîna Kurda bi dilê xwe çîrok digotin. Bili vane jî evi neyarê Kurda, Kurd jî kişkirin êkodu. Kurd bi destê Kurda dane kuştin. Kurdên sefyane, Kurdên reben jî wekî benzîn û agiri li êkodu dibûn hecet.
Bila eve bibît guhar bikevîte guhê gel ê Kurd û êkere yê xwe berdayî nava oto-asîmilasyon ê.

Em zivirîn asîmilasyon û oto-asîmilasyona ser Kurda tê kirin û Kurdên harîkarîya wê dikin. Bi kurtahî di alîyê ramanê xwe, hindî ji destê me hat em bînin ziman.

Tê zanîn ku salê pêşerojda zimanê kurdî bi gelek zimanara ketîye têkilahîyê û peyv ji êkodura hilgêrtî ne. Mêtingehkara rexekê peyvên Kurdî di nava peyvên xweda berzekirin, rexê dî jî çand û dab û nêrîtên Kurda dane mehandin. Rasti gel ê mêtingehkar(sömürgeci) ji hilgêrtina peyv ê kurdî têr nebû û zimanê kurda jî êxistîne bin asîmilasyonek giran. Mixabin belê hezar cara mixabin Kurd jî bi oto-asîmilasyonêra harî wan dikin. Ev jî bara pêtir bi destê dayikê Kurd tate kirin.

Bi vê dîtinê re, dayik bingehê gelan in, hebûn a gelan in.

Dayik xîme ê gela, êsîle ê jîyana gela nin, her we di bêjin jin jîyan e.
Bi pêşveçûna vê gotinêra dayik tûne be, gel jî tûna be. Her du bihevra hene. An ku dayik tûne be zimanê dayikê tûna bî û zimanê dayikê tûne be jî dayik tûna bî. Ziman û dayik tûne bin gel jî tûna bî. Heske gel bi zimanê xwe, zimanê dayika xwe xwedî derkeve, wê demê habûna ziman çendî ciheke herî girîng digirî tê çav.

Êê nav li ser e “zimanê dayikê.” Ji hemîya zêda dayik xwedî zimanê xwe derketiban, zarokê xwe bi zimanê xwe mezin kiriban, wê demê me naşya behsê oto-asîmilasyon ê bikîn.

Ez di karim bêjim heta salê 1960, 1965 û 1970"ê ra dayikê Kurd zarokê xwe bi zimanê xwe mezin dikir, heta wan sala Kurdê çûba bo artêşa Tirk, an jî didibistanên Tirki, ji Kurdî zêdetir ziman ne dizanîn.

Belê mixabin piştî wan sala, sal hindî berve çûn keçê Kurda ketin dibistanê Tirki û bili dibistanan ketin temaşeyî televizyonan xwe ji xwe dûr êxistin. Ji bo têkilahîya hevalê xwe ewê Kurd, ji bo têkilahîyê hevalê xwe ewê Tirkra ketin telk a oto-asîmilasyon ê. Her we sal hindî berve çûn têkilahîya malbatada giranîya jina pêtir xwe dîyarkir. Êkere jin di malêda piştî xwedî kari bûn, bili şolê malê di malêda bi zilamê malêra keti karê jiderve êkere serê weristi hilgêrt destê xwe û bi dilê xwe zarokê xwe mezinkir. Zilamê malê ji bo zimanê zaroki çendî bêjîte hevsera xwe çareserîya wi tûne bû. Xwe ji bili zimanê gelê xwe ji zimanê gelek dî anîn ziman, anîn çav û zarokê xwe jî bi zimanê wi geli mezin kirin. Ez vê jî bînim ziman ku ev têkilahîya jina di bajêr û bajêroka zêdehî xwe dîyarkir.
Vê jî ne bêjim tivê ne borim, di xwestika xwera lêborîn a hewe dixazim û kurtahî ramanên xwe bînim ziman. Dema têkiliyên hilberînê kapîtalîzm ê ketin herêmekê pêşîyê exlaqê gelê herêmê xerapdike. Paşê jî kevneşop (gelenek) û nêrît (görenek) ên mirovi, xerapdike. Mirovi têxî nava oto-sîmilasyon ê û zimanê mirovi di mehînî. Dîroka û çanda mirovi, dab û nêrîtên mirovi dide berzekirin. Û mirovê xwedî ê gelekê, xwedî ê welatekê, xwedî ê dîrokekê jî ji dîroka cîhanê de radike.

Rasti kirêtîyên kapîtalizmê bi hejmarkî nahên xilasbûn, ji wê çendê em zivirîn mijar a xwe.

Herê dê zivirîn mijar a xwe bes berdewamîya wê dê nivîsîna paşda têde dest pê bikîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10