Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

ZIKREŞI, RIK Û XAPANDIN

ZIKREŞI, RIK Û XAPANDIN

Ev axa Kurdistanê ew ax e a her kulmek wê de çandek, dîrokek, metelokek, hunermendîyek, hizir û hişek lê şîn bûyî. Her kulmek vê axê de êşek, êşujanek, xem û xemrevînek, gomanek, dilovaniyek, evînîyek di hindirê xwe de veşarti û lê xwedî derketi. Di van hizir û hişan de her kulmek vê axê de cirûskek jîyanê ku ew jîyan e a ji bo azadiyê dilkuvanî bûyî, di hindirê xwe veşêre. Dawiyê çengek axa Kurdistanê girêdayî biratiyê, pismamiyê, xwişk û dodmamiyê de, divîya xîmê axa xwe azad bike. Kurd û Kurdistan divîya bi vê hesreta azadîya xwe re xwedî xwe, welatê xwe û bi mînaka mifriqi girêdayî hev biban. (Du dest bibên ber hev û nîveka wan erdu destan re dibêjin kulm, nîveka destekê re jî dibêjin çeng. Mînak bi kulm û kulm an jî bi çeng û çeng av vexwar.)

Belê ne we bû. Lewre Kurdistan bi mînaka darê fêqi bû, kurd jî fêqiyê wê derê. Tê zanîn ku fêqiyê her darekê heke lê xwedî nehê kirin (nehê dermankirin û parêstin) kêrmî dibe. Ma me negot Kurdistan darê fêqiye û kurd jî fêqiyê wê? Di vê çerçovê de ev fêqiye jî ji bo bêxwedanîyê fêqiyê wê pir kêrmî bû. Di bêjin kêrmê sêvê ji sêvê ye.

Di vê sedemê de dewletên dagirker ev ji xwe re fersende dîtin dewlemendîya darê fêqi li xwe parkirin û fêqiyê kêrmînebûyî jî telavtin an ku pûç kirin. Fêqiyê wê dara pîrozwer di sedema kêrmîbûna (Wekî kurdê Kurdistanê bibû cerdewan, cehş, kurîsk, mixbûr û ên pêşîya berjewendîya xwe de diçûn.) xwe de di bin pê dewletên dagirker de bû. Ewan dewletên dagirker henekiyên xwe bi wan fêqiyê kêrmî dikir û çi vîyaba dê ew înaba serê dar û fêqiyê wê.

Bi hezar caran mixabin. Ji netifaqiya fêqiyê vê darê re vê xwezayê de erd û esiman tarî dibe, çol û çolistan tevlihev dibe, dar û daristan di tîrojên tavê de şewite, Kurdistan di bin potînên dagirkeran de di hat merçiqîn. Bi vê berdewamiyê de dewletên ewrûpayê û ên herêma Rojhilata Navîn bi taybet hikometên tirki dewlemendîya Kurdistanê a ser axê û a bin axê talankirin. Her we evan dagirkeran xwîna kurd û Kurdistanê, xwîna gelê kurdistanê dimêtin û kurd û Kurdistan dem bi dem bin pê dagierkeran de cih guherî.

Gotin bi cih be gor dagirkeran Kurdistan bi mînaka kelexi bû û ew jî ser vî kelexi diçerîn û ev kelexe li xwe parkirin. Hindik ji wan demekê ê ser vî kelexi têr dibûn ew diçûn û kelex bi yêk dî re dihêlandin û ewan dixwar. Caran ser parkirina vê dara fêqi (Kurdistan) bi çavsoriya xwe re têr nedibûn û di vê rikê re rahêlan hev. Hindik dewletên dagirker ên ewrûpayê bi taybet a Îngilîzi û dewletên dagirker ên Rojhilata Navîn de bi taybet dewleta tirki jî bi dewlemendîya Kurdistanê a ser axê û bin axê re têr nebûn. Di vê sedemê de jî welatê kurd û Kurdistanê ji xwe re girîng didîtin û tev serhildanên kurdan pûç kirin an ku tepeser kirin. Bi vê zordari û zilma ser kurdan re kurd bi mînaka pezê kûvi ji xwe re dikirin nêçîr û kurd îmha û înkar dikirin.

Di sedema ji zêdehiya fêqiyê (kurdê) kêrmî bûyî re, tev serhildanên kurdan bi qetlîyam re belavdikirin. Kurdistana bakur de tev serhildanê kurdan çêbûn ev serhildane bi netifaqiya kurdan re, bi tevahî zordari û îmhakirina dewleta tirki re belavbûn. Hindik jî be bi tifaqiya malbata Barzanî re Kurdistana başûr serhildan çêbû. Ev serhildana malbata Barzanî re hebûna kurdan di herêmê de dihat qebûlkirin, belê carek dî rasti lîstikên hikometên tirki re diman. Car bi car bi têkoşîna malbata Barzanî re nêzî azadîyê dibûn belê carek dî bi lîstikên hikometên tirki re ji azadîya xwe re paşda diman. Heke mirov rastiyê bibêje di sedsala 20’ê de hikometên tirki ji bo îmha û înkara kurdan, ji bo zilm û zordariya ser kurdan çi ya ji desti hati paşda nehêlan. Bi mînaka ewrê reş ser kurd û Kurdistanê de cih girtibû.

Dê bê gotin ku di sedsala 21’ê de hikometên tirki bûne heval û birayên kurdan? Na... Di vê sedsalê de jî neyariya xwe a ser kurdan berdewam kirin. Pêşîyê ji bo azadiya kurdên başûr xwê dixwarin û serda jî av venexwarin. Bi micid hikometa kurdan a başûr qebûl nekirin û ji bo kurdên başûr ku nebin xwedî hikomet pir têkoşîn dan. Belê kurdên başûr piştî pir berdêlan bû xwedî hikomet, xwedî parlamentu û hikometa tirki jî kurîya xwe hejan û ew qebul kirin. Niha jî di aborîyê de a herî zêde hikometa kurdan a başûr harîkariya hikometên tirki dike.

Piştî rasti kurdên başûr bêçare man, niha jî ji bo kantonên kurdan ê Surîyeyê bi dijwari rahêlinê. Bi tenê (sırf) kurdên rojhilatê negehin armanca xwe têkilî bi DAIŞ’ê re kirin. Bi tevahî harîkariya xwe re bûn harîkarê DAIŞ’ê, bi vê harîkariya xwe re DAIŞ kişkir ser kurdên Rojhilatê. Bi vê kişkirina hikometa tirki re tenê armancek wan hebû ku kurdên Rojhilatê îmha bikin. Heta niha jî di van gomanan de nin. Ev gotinên wan ên “em rexgirê DAIŞ’ê nîn in, me jî divê serê rêxistina DAIŞ’ê bi bê pêpeskirin” û hwd. Tê zanîn ev hemî polîtîqayên wan ê zikreşiyê ne. Belê hikometa tirki di van gomanên xwe de xetimî. Lewre hêvî û daxwaziyên wan nehatin cih. Kantona Kobanê di cîhanê de serhildanek we nîşandan, tev cîhan bi vê serhildana ciwanên kurd re ma şaş. Gelên tev cîhanê ji bo vê serhildan û qehremaniya gêrîlayên YPG û YPJ’ê rabûn ser pêya.

Ev bûyerên jori me goti qewimî, bi zêdehi sedsala 20’ê de qewimî bûn. Belê di serê vê sedsala 21’ê de bi taybet di van mehan de bi serhildan û nivîsîna Kobanê re û tifaqiya hêzên kurdan ên Iraqê, rasti terorîstên DAIŞ’ê kevte rojeva tev cîhanê. Kurd di artêşê de bûne yêk mist û ji bo xwedî welatê xwe derkevinê jî bûne tifaqek. Bawerim pêşîya me de bi mînaka mifriqi di aliyê leşkeriya netewî de jî dê xîmê xwe danin. Ev gotina “heke gel bi birati bibe tifaq tu zikreşi, rik û xapandina tu dagirkeran rasti wan serfiraz nabe” rast e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10