Omer Dilsoz

“Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî

06 Haziran 2011 Pazartesi 18:15

“Mirina Bêsî” navê romana nû ya Dilawer Zeraq e û ev roman îsal Weşanên Lîsê kiriye diyarî bo pirtûkxaneya kurdî.

Li ser navê romanê, ez dixwazim  anektodekê li vê derê vebirim û bi bîr bixim ku di zimanê kurdî de ferq û cudayî di navbera “mirin” û kuştinê” de heye. “Mirin” bidawîhatina jiyanekê ye, piranî mirin encameke xwedayî ye û destê çi kesî tê de nîne, lê “kuştin” ji mirinê biwêdetir e, kuştin, bidawîanîna jiyanekê ye, di kuştinê de destkarî heye. Mirin bi sî û sîber be, an bêsî û sîber gelekî nabe mirineke nesasayî û di hişê mirovî de jî têgihîştineke wisa ku ne normal be, çênake. Lê gava hate gotin “kuştin” hingê yekser em têdigihêjin ku li pişt vê kiryarê destek heye û niyeta jiholêrakirin û tunekirinê li ber me ronî û aşkere dibe.

Ji ber hindê jî, di vê romana kekê Dilawer de ji ber ku bûyer kuştinek e û ev yek di romanê de tête ronîkirin,  -bi ya min- çêtir bû ku li şûna “mirinê”, “kuştin” bihata tercîhkirin.

(Hêjayî gotinê ye, ev jenerasyona nivîserên kurdî yên nû yên Bakurê Kurdistanê ango kurmancînivîsên me, gelek caran mirin û kuştinê têkel hev dikin)    

Roman, bi derxistina Hogir (Wedat Aydın) a ji malê dest pê dike û bi çavê nivîskar,  salên Derbeya 12ê Îlonê ku wê demê Hogirê me jî hêj ciwanekî şoreşger ê aktîf e,  didome.

Wek tevn û rêstina bûyeran Mirina Bêsî, qewareyeke berfireh li xwe digire û bi ser zarê çend lehengên nêzî Hogir in, hem em bi kesayeta Merwan (Wedat Aydın) dihesin hem jî tiştên lê diqewimin an jî têne lê qewmandin, dibînin û dixwînin.

Dilawer Zeraq, di vê romana xwe de, ketiye pey şopa mirina bêsî ya “bêseroşûn” û me heta quncikên tarî yên hucre bi qewlê nivîskarî (tenggeh)ên li nav Navdêzêya Diyarbekirê (Kaleiçiya ku demekê meqerê JÎTEMê bû) dibe û dîmena îşkence û berxwedana Hogir tîne pêş çavên me.

Nivîskar, bi şiyanên xeyalmendiya xwe jîrekiya xwe di vê derê de nîşan daye, di tevna romanê de, ligel hatûçûyînên di navbera deman de bêyî ku kela bûyera sereke bi mirovî bide sarkirin, honak durist kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Zeraq, bi vê xebata xwe ya hêja zeraq daye kuştinên bêsî û rûpelek ji kurtedîroka nêz bi zarê romanê bi bîra me xistiye û nîşan daye ku wêje û edebiyat, ligel xweşikbêjî û bedewkariya ruhî di heman de berpirsyariyeke dîrokî û civakî ye, cihê xwe li nik wê birrê destnîşan kiriye ku “hunerê ne tenê ji bo hunerê, lê hunerê ji bo civakê” dibîne.

Kekê Dilawer, di vê berhema xwe de, wekî her carê bi ser zarê Narînê ku evîndara Hogir e û yek ji serlehengên romanê ye, hestên jinekê –ligel ku ew bi xwe nivîskarekî mêr e- gelekî bi hostetî honandiye û bi vê şarezahiya xwe her wekî bêje, “Nivîskarî empatî û xeyalkûriyê li xwe digire.”       

Zeraqê ku bi zimanekî qelew û kurdiyeke şayik a dewlemend, salên nodî yên Amedê û salên heştê yên Farqînê di vê romanê de careke dîtir helsengrandine û xwîner yekser dibe wan deman, vê carê di bikaranîna cînavkên kurmancî de formeke cuda (ev form li devera Hekariyê aktîf e) bi kar aniye û dibêje, “Forma rastî ya kurmanciyê ev e.”

Li gorî vê formê; li şûna em bibêjin “Elî ji Eyşê re got”, çêtir e em bibêjin “Elî gote Eyşê” û ev di heman demê de ji bo kurdiyê jî qonaxeke nû ye û ziman her ku di nava demê de ber aşê berheman bihêre xwe nûtir dike û pirtir dadigere ser bingeh û binemayê xwe.

Ji ber vê jî mirov dikare bêje, Mirina Bêsî di heman demê de zeraqeke li ser ziman û zimanzaniyê ye jî. Jixwe têrûtijîtiya biwêj û îdyoman têra xwe roman xemilandiye û hevokan wekî ku li ser qedîfeyê rûniştibe wisa nerme nerme bi ruh dixe jî, aliyekî dîtir ê pêşketî yê vê berhemê ye.

Dilawer, belkî pêdivî pê nedîtibe, ji ber wê jî, di vê berhemê de tasvîrên cî û deveran hema bêje hîç tune ye, tenê çend caran ku ew jî ji ber ku dema bûyerê aşkere ye, tê diyarkirin ka kîjan demsal e.        

Bi kurtebirî, Mirina Bêsî, romaneke têrtijî êş, têrtijî hezkirin, têrtijî dostanî û bêbextî, têrtijî kurd û Kurdistanî ye. Carina hûn ê di tenggehên îşkenceyê de bêzar bibin û bibêjin “de bes e lo, heke bikujî de bikuje bila qenebe di kuştina we de dilopek mêranî-egîdî hebe”, carina jî hûn ê bi evîna wî ya dizoke re bi kelegermiya dilê xwe ya ciwaniyê vegerin û belkî carina bibin Narîn dil berdin Hogir, belkî jî bibin Hogir dil berdin Narînê.

Ji zar devê Narînê hûn ê gelek caran gazina ciwanejinekê ya ji feodalîteyê bibihîzin û gelek caran jî bi eşq û hevşabûna wan a ku çi rêz û rêzikan li xwe nagire, bi delodîniya nava xwe bihesin.

Di vê berhemê de nivîskar teknîkeke geometrî bi kar aniye û tevna romanê li dora bûyerên di beşa “G”yê de rûdidin, raçandine û wekî ku kakil û reha qewmînan “G” be û yên deroberê carina 10 salan berê, carina jî 10 salan paşê lê vedigerin û hemû bûyerên beşên dîtir ji bo ronîkirina vê “G”yê hatine ristin.

Ji bo ku hûn pê bihesin, “yên ji nava me birine xwedîyê çi dilî bûne” diviya hûn serdanekê li vê berhemê bikin û bi çêj û tama kurdîyeke zelal û xweşkûk, tîrêj û zeraqekê bidin ser mirinên/kuştinên bêsî…

Bu yazı toplam 4588 defa okunmuştur