Omer Dilsoz

Yaqişirrrrr!

12 Aralık 2009 Cumartesi 23:59

DTP bi temamê dengên lijneya Dadgeha Bilind a Tirk hate girtin. Gava mijar dibe kurd çend zû dibin tifaq (yaqişiiiirr!)

Di nava DTP’ê de du hizr hene, hizrek ew e ku di bin banê Partiyeke Nû de ‘berdewamiya rê’ riya dîtir ew e ku xwe bavêjin ser tor û bextê Milet (sineyî-millet)

DTP çirayê kurdan ê li Meclisa Tirkan bû, qenc-xirab pirs û arîşeyên me kurdan li wê derê didane der, lê çu carê ji pozîsyona ‘miha reş a li nav keriyê kej’ xilas nebûn.

Partî û dam û dezgehên Dewletê yên ku di her mijarê de wekî ‘çav û pîvazê’ bûn di mijara DTP’ê de –her çi hikmet be- ‘can û cîcîm’ bûn (yaqişirrr!)

Xuya ye, edalet û wijdana vê dewletê heta mewzu-behîs negihêje kurdan ‘bingehê milkî ye’ lê ku mijar bûne kurd êdî liv û lebat ji nişkê ve diguherin û şûr ji kavlanî tê kişandin (yaqişirrr!)         

Ez ê çu pêşbîniyan nekim û nebêjim ka ev kêşe dê ber bi ku derê ve bikişe, qet çu texmînên min nîn in, naxwazim bi texmîna ‘wekî mişkê xwe di umbara penîrî de’ dibîne, wisa xewnên pêkvejiyan û demokrasiyeke sorgevezî xwe bixapînim û dilediliyan bidime xwe.

Hewce nake.

Tenê dikarim bibêjim, xelet bû ku me kurdan ji dergehê dewletê edalet hêvî dikir û xelet bû ku me pala xwe da dergehê Enqereyê, çimkî, ew bi nihêrtina hespkî berê xwe didine me, ji bo wê hema dişêm bibêjim, “Yaqişirrrr dewletîme, yaqişirrrr onun eşsiz edaletine!”

Gotina bi kurt û kurmancî xweş e, -Yaqişiirrrr, yanî, jê tê, pê dikeve, ma we çi hêvî ji wan dikir!...

Helal be jê re!

Xuya ye, ev hevîr hêj dê gelek avê bikişîne, hêj gelek maye ku ev dewleta ku bi yasayên darbeyê tê birêvebirin, fêrî demokrasî û çanda demokrasiyê bibe.

Pirs ew e ku êdî dewlet hebûna miletekî bi navê kurd hingir hingir daqurtîne û bi vê ‘hebûnê’ re rûne, li hev were û pê re bijî.

Çimkî, hêştirme çend serê xwe bixe xîzê jî nikare ‘qûna xwe’ veşêre, çimkî ew li ber tavê ye û her kes dibîne.

Li vî welatê goristanê demokrasiyê wext hatiye ku êdî hin tişt bi zelal û aşkeratir bêne ji hev veçirandin û ‘emeliyata vî gewdeyê nexweş ê bi navê dewletê’ bête kirin.

Nexwe em ê piştî her girtinê derzeke dîtir li vê birînê vekin û piştî her kuştinekê dîwarekî bilindtir di navbera xwe de lêkin, ê piştre!...

Aha, mesele jî ew e ku êdî ‘piştreya wê’ nemîne û gava partiyeke legal xwe avête tor û bextê gel û pişta xwe da dergehê Meclisê (qaşo warê birêvebirin welatî û wargeha demokrasiyê ye) hingê êdî di navbera me û wan de cihê axaftinê namîne.

Ji pê de bi qewlê Alî Şêr êdî qonaxa, ‘Zor zane, şêr zane devê tivinga mor zane’ ye, ev jî malkambaxiya herî mezin a welatekî ye.

Erê erê, ew hînî girtinê bûne, em jî hînî vekirinê (çi bêjim yaqişirrrr!)

Em sebir dikin ew …..?

Gotina dawîn dixwazim bi gotineke Ahmet Turk dubare bikim, Bi “Aqilê hevpar” mimkûn e, her kes li vî welatî ya dixwaze û xeyala wê dike, bi dest bixe ku ew jî jiyaneke bê şer û kuştin a pêkve ye.

Bi qedexekarî û tepeserkirinê dewlet tenê dara bin xwe dibire!..               

Bu yazı toplam 3712 defa okunmuştur