Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

(Xwe)parastina bi kurdî

(Xwe)parastina bi kurdî

Amed, van rojan şahidiya dozeke ‘dîrokî’ dike. Ji gelek aliyan ve ev doz dîrokî ye; yek, hilbijartî û siyasetmedarên qada ‘legal’ destûber hatin girtin û ev zêdetirî sal û nîvekê ye, di girtîgehê de têne girtin. Îdianame berî ku bi bersûcan û parêzerên wan re bête parvekirin, ji çapemeniyê re hate servîskirin.

Du, danişîna 151 girtiyên ku bi îdiaya ‘endamtiya KCK’ê têne darizandin û di raya giştî ev doz wek doza ‘KCK’ê tê binavkirin, bi qasî ku em ji çapemeniyê fêrbûn berdevkê girtiyan, Hatip Dicle, daxuyand ku ew ê parastina xwe bi Kurdî bikin.

Doz, bi her awayê xwe ‘dozeke siyasî’ ye, bi awayê pêk hatî, dema wê, awayê girtinê, dîmenên ‘rûreşiyê’ yên dest bi kelepçekirî û herî dawîn jî dema danişîna wê û awayê danişînê...

Dewlet, bi her awayî ‘demara kurdan’ diguvêşe û dixwaze bi ‘rûmetşikandinê’ qada legal a tevgera kurdan a siyasî, ‘bîne ser îmanê’...

Welê xuya ye, ji piştî ‘referandumê’ ve, siyaseta kurdan pirsa kurdî wekî hêmayeke bingehîn û stratejîk a têkoşîna xwe destnîşan kiriye.

Gava yekem a vê stratejiyê, bi ‘boykotkirina xwendegehan’ dest pê kir. Gava pirs bû zimanê Kurdî û bi rastî jî bi awayekî stratejîk ev yek bû bingehê doza Kurdî, şartejên hikûmeta AK Partiyê avêtin û Serokwezîr Tayyip Erdogan, wekî pişîka pê li ‘dûvê wî hatibe kirin’ çavên xwe miqandin û devê xwe vekir.

Gotina serî, “vê ji me nexwazin” bû. Çi bû Serokwezîr digot ji me nexwazin, “perwerdeya bi kurdî”

Çarçoveya ji bo kurdan, wekî “lutf û keremekê” dihate pêşkêşkirin, di lîteratûra dewletê de; hêj jî, “kurdê herî baş kurdê lal”, “kurdê herî baş kurdê koleyê herî baş” û bi kurt û kurmancî, jibera ku bi salane wekî toba darkoke dubare dibe, “kurdê herî baş kurdê mirî ye!”...

...

Danişîna Doza KCKê ji bo sibê (roja îniyê -22ê Cotmeha 2010ê” hate paşvexistin. Heta niha îdianame hêj nehatiye xwendin, girtiyên dozê helwesta xwe zelal kiriye, “Ew ê îfadeya xwe bi Kurdî bidin.” Heta niha pirsyara navan lê kiriye, wan jî bi kurdî bi awayê “Ez amade me û li vir im” bersiv daye.

Bi qasî di çapemeniyê de belav bû, girtîyan dil heye vê helwesta xwe bidomînin û bi parastina xwe bi ya bi Kurdî “bi awayekî de fakto dadgehê dewletê bixetimînin.”

Ev doz, ji hemû aliyan ve gelek girîng e, berdewama wê dê çarenûsa şer û aştiyê, aramî û aloziyê diyar bike.

Îro, li Diyarbekirê di bin navê ‘KCK’ê em Kurd hemû têne mehkemekirin. Zimanê me, îradeya me tê mehkemekirin.

Mesele, ne tenê mesela PKK û AKPê ye, nexêr, bi vê dozê dewlet rasterast ‘tercîha piraniya kurdan’ mehkeme dike.

Parastina bi kurdî, ji gelek aliyan ve girîng e; a yekê, hemû kurdên bakur bi awayekî dê sempatiyê bi kesên têne darizandin bigirin û ew ê wekî ‘semboleke neteweyî’ nêzî xwe hest bikin. Bi vî awayî yeketiya navbera kurdan dê geştir bibe û gelek kesên heta niha ji ber vê ‘kêmasiya bi zimanê kurdî’ rexne li PKKê digirtin dê careke din bifikirin. Ev pirekê navbera kurdan çêdike.

A duyê, pergala darizandina dewletê dê têk biçe û heke israr di parastina bi Kurdî de bête kirin, dê dewlet neçar bimîne li gorî wê pozisyona xwe di ber çavan re derbas bike...

...

Bi kurtî, hêj jî ev fersenda pêkhatin û geşbûnê heye, dewlet gaveke berbiçav bavêje dê baweriya aliyê kurd zêdetir bibe, ev yek jî, dê deriyê hin tiştan veke.

Nexwe berevajiyê kaos dê çêbe û ji bilî tacir û bazirganên xwînê –ku ji her du aliyan jî piranî zarokên feqîran têne kuştin- çu kes bi ser nakeve.

Ev doz, a herî girîng Doza ZiManê Kurdî ye jî, ji ber hindê Doza hemû Kurdan e.

Bi hêviyên xweşşş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi