Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Xwedi derketin zimanê pîrozwer

Xwedi derketin zimanê pîrozwer

Tevahî ziman di zarokatiyê de bi hînbûna wate, deng û ramanê xwe re zimanekî taybet re fahmê dike. Axaftin ji deng û gotinan pêk tê û dibe sedema pêkhatina ziman. Bi hînkirina dayika re zarok biderêxistina denga re û hiş û ramanên xwe re diaxivin. Ev axaftina wî/wê a ji dayika xwe re hînbûyî ye û ev zimanê wî/wê ye dibe zimanê dayika wî/wê.

Di vê bingehê de jî ew in ên zimanê dayika xwe re hiş û ramanên xwe pêşve dibin. Bi vê fahmabûnê re zimanê zaroki bi zimanê dayika wi/wê re tê navbûn. Her we bi navbûna wî/wê a neteweyî re navê gelê wi/wê û navê welatê wi/wê jî vî navî navdibe.

Tê gotin ku ferqa navbeyna mirovan û hêwanan de ya heyî ziman e. Lewre mirov bi zimanê xwe re têkiliyan bi hev re dikin. Heke zimanê mirov tunebe, tu ferqa mirovan û hêwanan namîne.

GIRÎNGIYA ZIMAN

Heke mirovek axaftina mirovekî din fêm neke, mirov dê bizane ku navbeyna axaftinên wan de, bi gotinek dî navbeyna zimanên wan de cudahiyek heye. Mînak heke kurd perwerdehiya zimanê tirkî neke, her wisa tirk jî ji mirovê kurd re fêm nake. Ji wê çendê dibe ku du mirov bi hev re fêm bikin divê zimanê wan yek be. Encax rewşên awarte hene ku mirov bi zimanê mirovê rastî xwe re perwerdehî nedîtibe.

Heke çar rexên mirovî de jin ji zimanê xwe re xîretê nekêşe û zarokên xwe bi zimanê xwe hîn neke, ew ziman ji pişaftinê xilas nabe. Lewre ez vê têkiliya jinên ku ên ez nasdikim bi sedî 95 ji wan “bila pêşiyê zarokê min hîn tirkî bibe, çawa be dê paşê hîn kurdî bibe” digotin û bi vê axaftina xwe re dibûn sedema windabûna zimanê xwe. Belê vê jî nebêjim dê neheqiyek mezin jinên kurd bikim. Di vê sedemê de ez lêborîna xwe ji wan jinên kurd dixwazim ewên ji sedî deh de rasti zimanê xwe hestewarî nîşêdayî. Ev dîtin a min e, encax her yek dişê gor hiş û ramanên xwe şîrove bike.

QONAXÊN PÊŞKETINÊ

A pêşiyê kurdiya berî salên 1950’yê. Di van salên cureya yekemîn de çendî kurdiya netewe nebe jî kurdiya herêmî bû, belê kurdiya zimanê dayika kurdan bû. Di be ku di nav de herî peyvên zimanê biyanê hebe jî belê rabûn û rûniştinê, axaftin û têkiliyan de bi kurtasî di jîna kurdan de zimanê kurdî hebû. Wekî ku pêşiya me de em dê vêre bêjîn peyvên wekî “gelmîşkir û gitmîşkir” çu nebûn.

PIŞTÎ SALÊN 1960’Î

A duyemîn de jî kurdiya salên 1950 û 60’ê de zimanê kurdî hindik safî bû. Lewre zilma ser zimanê kurdî jî nû dest pêkir. Nû de ji bo înkara zimanê kurdî dewletên cîran zimanê kurdî êxistin nava bişaftinê. Di vê heyamê de ciwanên kurd diçûn leşkeriyê û di bin bandorê leşkeriyê de mêjiyê wan hate şuştin. Aliyê dî de jî herêma kurdan dibistanên şevînî avakirin û zarokên kurda li van dibistana de êxistin bin bandora pişaftinê.

Di vê berdewamiyê de 1960 û heta 1970’yê de bêhna bişaftinê an ku bi zimanê enternasyolalîst de asimilasyonê pêtir xwe ser zimanê kurdî kifşkir. Zarokên ji leşkeriyê hatî û ên dibistanên şevînî de zêde bûn û di rojevên xwe de dest avêtin tirkî axaftinê. Roj bi roj axaftina kurdî ket bingeha avahiyan û malbatan. Di van salan de ji bo zimanê kurdî “zimanek çiyayiye, zimanê tirkên çiyayî ye” û hwd. digotin. Ji kurdan re jî “kurd tirkên çiyayîne, wê demê de ser befra kuşe rêve çûyîne û berfê bin pê wan de dengê xart û xortê derêxistiye û navê kurdan jî ji wî dengî hatiye” digotin. Di van minakên wiha re înakara kurdan kirîne û ev jî ser asimilasyona kurdan bandorek herî girng leyîstiye.

Piştî salên 1970’yê û heta sala 1980’yê de bi zêdehî ciwanên kurdan di malên xwe de axiftin. Ev axaftina xwe a malan, kurdî li kolana nivî kurdî û nîvi jî tirkî re domkirin. Di van salan de dema ciwanekî kurdî axaftiba û di nava kurdî axaftina wi de peyvek tirkî derbaz biba navbeyna ciwanan de dibû mijarê henekiyê. Lewre ev zarokên vi zemani hêj dibin bandora dayik û bavên xwe de bûn. Hêj mêjiyê dayik û bavên wan yek bi yek nehatibû bişaftin. Belê li kolana bi axaftinên zarokan re ronahiya bişaftinê ketibû nav çavên zarokan. Mixabin ev ronahiya bişaftinê bi zêdehi ketibû nav çavên keçên kurd ên derketi kolanê. Lewre rejîma tehdekar ser zimanê kurdî tehde lê kirin.

TELEVÎZYON Û PIŞAFTIN

Salên 1970’yê de nû kapîtalîzm keti bû bajêrên welat. Ne hewceye ez rûyê kapîtalîzmê ê girêjû şîrove bikim. Belê televizyon jî parçeyek têkiliyên hilberîna kapîtalîzmê bû û ev miryate ser ciwanên kurd wekî bagurdani derbaz bû. Dayikên kurd ji zimanê xwe zêde tu ziman nedizanîn, di vê sedemê de zarokên wan jî tenê bi zimanê dayikên xwe dizanîn. Belê bi têkiliyên amrazên hilberîna kapîtalîzmê re zarokan li kolana bi zimanê biyanî axaftin. Bi  zêdehî keçên di bin bandora dê û bavê xwe de di van kolana de biserê xwe kevtin nava jînek direwîn. Ev jînê ku wekî tevahî kurdan, telka pişaftina mêjiyê wan bû. Di van salan de me got televizyon ketibû herêmê û ew amrazên hilberîna kapîtalîzmê a herî girîng bû. Ev û ên wekî vê bû, ser mêjiyê kurdan bi zêdehi mêjiyê kecikan bandorek di bin ramanên wan de xîmeyê asîmîlasyonê danayî.

OTOASÎMÎLASYON

Belê ewên berî 1980’yê hatî dinyayê çêtir dizanin ku, çi qewimî be piştî sala 1980’yê qewimî. Di van salan de, înkar û îmhaya zimanê kurdê di aliyê hêzên mêtingehkara re ketibû rojevê. Salên 1960’ê keçên hati dinyayê di salên 1980’yê de zewicîn û bûn şirîkê neyari. Aha pişta zimanê kurdî bi Xwedê dana zarokên van jinan re şikest. Lewre ji bo bişaftina zimanê kurdî ew çend sal bû hêzên mêtîngehkara ji xwe re kiribûn armanç û di van sala de jî giheştin armanca xwe. Hêzên mêtîngehkar ser zimanê kurdên di van salan de mizefer bûn. Di van salan de tov/tuxmê oto-asîmîlasyonê avêtin nava mêjiyê kurdan. Bi vê şînbûna tovê oto-asîmîlasyona nava mêjiyê kurdan re zimanê kordan pêş çavê kurdan kirin neyar.

Jinên di nav salên 1980’ê de zewicî ji zarokên xwe re “çawa be dê zarokê min hîn kurdî bibe, ji wê çendê ez malê de wî/wê hîn tirkî bikim ku dibistanê de ji hevalên xwe şerm nekin” digotin. Di van hiziran de “bila pêşî hîn tirkî bibe ku dema mezin bû bikeve kareke herî giring de” xwe pişt oto-asîmîlasyonê de veşartin. Bi vî mêjiyê şuştî re her jinek kurdan bûbû neferek oto-asîmîlasyonê.

XEMSARIYA CIVAKÊ

Bi taybetî piştî danzdeh îlona sala 1980’yê ciwanî bi serê xwe û beredayî ketine kolana. Di nava ciwaniyê de sedî heştê xwe neberpirs, bêpêwendî û bêbiryar didît. Di biryarên xwe de nebixwe re ne jî ji gelê xwe re tu fêdeyên wan çu nebû. Bi taybetî guhnedîr û bêpêwendî bûn. Bi teybetî ciwanên zanîngeh xwendi rasti xwe, welatê xwe û gelê xwe neberpirs bûn. Ji wan re roj çawa tê û çawa diçe ne xemê bûn. Ciwanên kurdan jî aliyekê wekî ciwanên tirkan bêxem bûn aliyê dî de jî bûn alîkarê asîmîlasyonê. Ew keçên mayî bin bandora derbeya danzdeh îlonê aliyekê nanê asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê bi nîvişk re nexşand, aliyê dî jî binyatê zimanê xwe qeland in. Bi vê raçandinê re zimanê kurdî aha winda bû an jî dê winda biba.
Piştî salên 1990’î de dewle serê tevgera azadiyê kurd xwedî zimanê xwe derketin. Belê gor bandora asîmîlasyon û oto-asîmîlasyinê ser zimanê kurdî kiri, ev têkojîna kurdan ji zimani re kiri wekî dilopek kevti nava gola Wanê bû. Di van salan de zimanê kurdî keti bû ber sekeratê. Ciwanên di bin bandora danzdeh îlonê di van salan de bi şemetok û neberpirs dijîn. Bi zêdehi jinên di van salan de zewicî sedî nehwêd bibûn êxsîrê asîmîlasyonê û di karê oto-asîmîlasyonê de xwe xemlandin.

TZPKURDÎ Û KURDÎ-DER

Me gotibû têkiliyên kapîtalîzmê di salên 1970’yê de nîvi nîvi kevtibûn kurdistana bakur. Û me gotibû bi xwe re têkiliyên hilberînê jî di nava welat de cih dikirin.

Ji nû de hindik jî be di salên 1990’î dê de ji bo xwedî derketina zimanê kurdî têkoşînek mixabin xîzanî kevt pêş çav. Ev têkoşîna ji xwedî derketina zimanê kurdî di bin xîmeyê TZPKurdî û komala KURDÎ-DER’ê de roj bi roj bi xebatek sebir re kete rojevê. Bi xîreta van du komalên xîretkêş re hindik jî be jin û xortên kurd di van komala de cih girtin.

Navên wan ciwanan bi hejmar re bê hejmartin jî, carek dî ji wan ciwanan herek ji wan bi mêjiyê xwe re wêjeya kurdî xemlandi bûn û têkoşîna wan roj bi roj fêqiyê xwe zêde dikir.
Di navbera salên 2000’ê de xwedî derkevtina zimanê kurdê reng û rûyê xwe girt. Rasti ev xwedî derkevtina zimnanê kurdî çendî di herî kêmasiya de şiklê xwe girtibe jî, gor salên dawî pêngavên xetê bûn. Ev pêngavên xetê ne ku kurdan baweri bi xwe hat, ciwanên kurdan ji xewa xwe a telka asîmîlasyonê hêdî hêdî xilasdibin. Ew reng û rûyê wan ê asimilasyonê re pût bû, di van salan de geş bû.

Di vê pêvajoya 1990 û 2000’ê de ciwanên di bingeha TZPKurdî de perwerde dîti wekî têkoşera xwedî derketina zimanê kurdî dane pişta xwe û têkoşîn dan. Ev ciwanên kurd belav bûn herêmê û di rêzikê de xebatên girîng kirin. A wekî avakirina KURDÎ-DER’ê û wekî derêxistina rojnameya Azadiya Welat û hwd. Xwedîderketina li ziman her diçe pêş dikeve.

Bi yek peyvê re em şên bêjin îlona 2010’ê de bi têkoşîna TZPKurdî , KURDÎ-DER û têkoşîna rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û hwd re Partiya Civaka Demokratîk jî hilda rojeva xwe û bi hezaran kurd ji bo xwedî derketina zimanê xwe daketin kolana. Bi yek neqlê de û bi hezaran xwedî derketina zimanê kurdî di cîhanê de wekî teqîna bombeyê deng da. Di aliyekê navbeyna kurdan de di aliyê din jî navbeyna welatên biyanî de zimanê kurdî ket rojevê.

Bi xwedî derketina zimanê kurdî a berdewamiya îlona duhezarudehê de, kelatiya zimanê kurdî herêm û cîhan kizirand. Aha di vê germahiyê de roja 21’ê sibata 2011’ê de li Wanê bi civandina hezaran kurdan re pîrozbahiya xwedî derketina zimanê kurdî hebû. Hemî kes dizane meha reşemî di vê dema salê de çendî sar e. Belê ev roja minbarek vê roja vê mehê de kelatiyak êxistibî herêmê dê bêji ev bereketa xwedî derketna zimanê kurdî bû. Di vê roja pîroz de beşdar û axêverên çûyî ser dîkê dilê xwe ê dawiyê de şewitî hînû kirin. Rasti axaftinên hemiyan jî ji bo xwedî derketina zimanê kurdî hişyariyên girîng bûn. Ji bo vê îzaya beşdar û axêveran û ji bo kurdên tev li vê civînê bû re silavên xwe ên germ rêdikim.

NÎŞE: Ev nivîsîn 24.REŞEMÎ.2011’ê de roja pênçşemê di Rojnameya Azadiya Welat de hatibû weşandin. Ji bo vê heftêya cejna zimani, min hez kir di Nûçeyên Geverê de jî cihê xwe bigir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10