Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Xewna Zarokên Kurd

Xewna Zarokên Kurd

Rojek ji rojên erdnîgariya welat bi kulîlka, bi şînbûna giya, bi xemlandina dara û  bi germa tavê xwezayê germ dike de, ji dê a xwe bûm. Di wê rojê de malbata min, cînarên malbata min, erdnîgar û xweza pir kêfxweş bûn. Ji wan re ew roj roja mîhrîcana azadiyê bû. Bi hatina min a dinyayê ji hemû kesê re bibû sedema kêfxweşî, aşti û birati yê.

Ji bo hatina min a dinyayê hemî kes pir kêfxweş bû, min got. Çendî ez fahmanebim jî ez pêdihesim ku kîşk ji wan hate hindav serê min hez ji min dikir, an jî ji min re kêfxweş bû.

 Belê ez hatim dinyayê mixabin hêj ez bê nav im. Divê min bi nav bikin. Aliyekê malbata min, aliyê dî jî mirovên malbata min pirsa hevalê xwe di kirin ku min bi nav bêxin. Bi şev û roj navbeyna wan de gengeşî çêbûn û ji bo navê min axaftin.

Hindikan navê wi bila Xerzan be, ên dî Xerzan dê wekî Halîl bê nivîsin û lihevhatî ne bûn. Hindikan navê wi Cegerxwîn danin, en dî gotin dê wê demê navê wi wekî Cengîz bê nivîsîn carek dî lihevhatî ne bûn.

Bi kurtasi ji min re pir nav gotin, mixabin seba qedexeya nava, navê min danin Ugur, Ceylan û ên din. Di jîna min de a wan rojan, navê min zarok e. An ko biçûk e. An ko gede ye. An ko nefahm e. An ko tifal e. An ko bi kurtasi ez zarok im.

Hatina min a dinyayê re ez ser desta di girtim, qedr û qîmeta min pir bû. Ji wê çendê jî heta sê, çar saliya min ez ji malê dernexistim. Derkevtina min a ji derve malê qedexe bû.

Bi nazdari, bi vîyani û wekî gula li min xwedî derdiketin û hemû kesê, pêtir malbata min hez min dikirin. Lewra ez wekî xîme ê azadiyê kevtibûm nava dilk û hişên wan.

Bi vê têkiliya ji dil û bi vê pêwandiya wan re, ez jî herî nazdar mezin di bûm. Lewra min çi xwestiba malbata min ji min re anîn. Ez şilumil wekî gul mezin di bûm. Dilê hemû kesê de nazdar bûm û wekî min goti hemû kesê hez min dikir in.

Min jî digot jîyan ev e. Aliyekê malbata min, aliyê din jî bi aliyê hemû kesê re ez girîng bûm. Zikê min têr di kirin, kincên paqij li ber min di kirin. Serê min di şiştin û bêna mîskuemberan li min dikirin.

Piştî du-sê saliyê ez hîn zimanê dayika xwe bûm û min nû zanî ku rexên min çi he ye, çi nî ne. Min nû zanî ez dijîm û ez mirov im.

Min digot jîyan ev e.

Hemû kes hez min dike û ez jî hez hemû kesê dikim.

Ji sê, çar saliyê paşde ez derketim kolan ê. Heta çar saliya min têkiliyên min ji malbat û mêvanên tên malê re hebû. Belê dema ez derketim kolanê  min hevalên nû ji xwe re peyda kirin. Têkiliyên min û malbata min û ên hevalên min wek hev ne bûn. Rasti min hez mirovên malbata xwe dikir belê min hevalên xwe jî wek malbata xwe hez jê dikir. Rojên min ên kolanê berve di çû û pêtir çavên min vebûn. Min zanî ku ji malbata min wê de  dinyayek din jî he ye.

Kolana ji malbata min zêde hêcan di da min. Ez li kolana pêtir şad bûm. Ez bi hevalên xwe re pêtir kêfxweş bûm. Rasti dinyaya kolana li min xweş ta.

Aqilê min hati bû serê min.

Di malbatê de hemû kesê hez min dikir, zikê min têr bû, kincên min nû bûn belê min zanî ku jîyan ne ew e.

Di kolana de jîyan rûs û pêxas bû, rût û miflis bû, xerîp û bêkesî bû. Bê xwe û bê xwedî, bê aborî û bê çandî hwd. pir kêmasi navbenda mirova de habû. Evê jî hişên min aloze kiri bû. Min  xilafet a nava mirova de, a gela de nû dît û ez şaş mam. Seba rik û zikreşiya wan xwîndari ketibû nava mirovan.

Herê di van kolana de jîyanek cida hebû. Hindikan di destê wan de jop, debanca, tifenk hwd. hebûn. Jin, zarok, pîrejin, pîremêr cida nedigêrtin, danin bin mist û pên a, danin ber jop û fîşek a.

Min di xwest ku ez bixwînim, di nava alima de cihê xwe bigirim. Min di xwest ez bibim bijîşk, bibim parêzer, bibim parlementer an jî tiştik din ê herê mezin.

Mixabin dema min ev xilafetên nava mirova de dîti jîyan ji min re jahr û ziqim bû, qureder û pêmirin bû. Jîyan pêş çavên min wekî şevreşên bihara bû, we tarî.

Hişên min tarî bûn, hizirên min tarî bûn, ramanên min tari bûn, pêposê aqilê min girt û ez mêjî reş bûm.

Lê ya rast jiyan ji min re wekî çavên zarokên êtim we zelal bû. Jîyan ji min re wekî rondikên çavên dayikan an jî wekî dilopên ji kevîyên berfê di dilop dikin we xwezayî bû. Min jîyan we şad, kêfxweş, dilxweş û bi camêrî dizanî. Min çi di zanî ku hindî jîyana min berve biçe dê hind tarî bibe, reş û şêlû bibe.

Herê; roj bi roj, meh bi meh ez xwe di nava jîyana xwe de tejîn im, roj bi roj, meh bi meh ez vê cîhana ku mirov hewceyî de, belê bi kirêtî û rika re xemlandi de mezin dibûm.

Herê roj bi roj aqil û hişên min di bûn neyarê hev û pêtir bi hevre dikevin nava rik û zikreşî yê.

Di vê berdewamiya jîyana min de caran poşman di bûm ku ez hatim vê cîhana şêlû û tiji rik. Heke ez nehatibam vê cîhanê wê demê min ev kirêti û zikreşiya nevbeyna mirova de ne di dît. Mixabin  seba kêfxweşîya dê û bavê min ez hati bûm cîhanê, ji wê çendê jî dest û pê min girêda bûn. Rasti pir cara ji bo hatina min a vê dinyayê ez ji dê û bavê xwe şikurdar bûm, belê dema min temaşeyî kirêtiyên navbeyna mirova dikir ez bi hatina xwe a vê dinyayê re kêfxweş ne di bûm.

Jîyana min berdewam dikir belê ez bi safa dilê xwe bûm û bi hişên xwe ên bêguman re dijîm, gurên nava mêjîyên min de jî roj bi rojê di rikên xwe re di bûn neyarê hev. Her we ez dijîm belê pêngav bi pêngav ez di bûm neyarê xwe.

Dê bêji mirovek ji min re rikê digire û neyarê min e, ê di hindirê min de min ji rêka rast û a mafê mirova guhêz e.

Bi vê xilafiya di hindirê xwe de hêj ez zarok û ez dibûm du mirov. Ez di vê jîyana xwe de li xwe bûm neyar û evê jî ez tirsand im.

Belê bi zêdeyî  di xewnên xwe de min neyarên di hindirê xwe de binpê dikir. Bi berdewamiya van xewnane de min dijîna xwe de jî hiş û ramanên xwe bêjîng kirin û hemberê neyarê xwe wekî mifriqi sekinîm.

Min dest da keviri. Kevirê min ji min re top û tifeng bû, şûr û metal bû. Ez daketim kolana û min bi keviri xwe parêst. Rojan hevalên min kevtin nav dest û kevtin girtigeha. Min di bihîst ku hevalên min pir îzayê dibînin, ez pêtir lê di bûm rik.

Di van gomana de min çavên xwe vekir in ku min neyarê hindirê xwe de bindest kiri û bi aqilê mirovahiyê, aqilê xasmêrîyê û bi aqilê yekbûna mafê mirova de bûme zarok.

Min çavên xwe vekir in ku ez di xwihê de şil bûm. Nivînên min de lihêv, doşek û balgîvê mi ji ber xwiha min jil bû. Çar pênç zarokên wekî min û ên min ji taxi nayîsî ê hindav serê min.

Rasti pêşî min tû ji vê kombûna ven zarokên hindav serê xwe re fahm nekir. Min tû ji vê şilbûna kincên min û nivînên min de fahm nekir.

Bi yekemîn de mîz a min hat bîra min. “Ecêp min mîstiye xwe ve ku kinc û nivînên min şil bû ye” hate bîra min. Carek dî di hizirên xwe ên bi dem de hati de “heke min mîstibe nava nivînên xwe û evan zarokên taxi jî temaşeyî min dikin ez dê çawa nav çavên wan fikurim/temaşe bikim.

Di van gomana da hat bîra min ku ez bi aliyê du dirinda re hatim girtin û di aliyê mirovekî navçav girê re jî kevtim girtigehê. Carek dî bi vê bîrhatina girtigehê re laşê min tezî bû, serê min perçift û ez kevtim nava gomanên tarî. Hezkirina min a jîyanê carek dî wekî kulîlkên biharê bê av çimlisin, we çilmisî.

Min fahn kir ku roja ez ji dayika xwe bû û heta wê dema ez dijîm, hem gor gotinan û hem jî gor a hati bîra min tev jîyana nin di xewna min de borî.

Mîza min, şerma min a ji hevala re, şilbûna kinc û nivînên min, lêdan, qotan, îşkence, girtigah, dê û bav êmin ji bîra min çûn, ez mame nava van gomana de.

Ê zarokê kurd im. Êqibala min ne wekî êqibala zarokê gelên cîhanê hatiya nivîsîn. Bi dilkeseri jî be ez di bêjim êqibala min keri xwari ye.

Lewra ez ji dê a xwe bûn heta vê rojê, zilm û zordari bû risqê min, kuştin û girtigeh bûn risqê min.

Min bi kêmasi jî goti be, di vê çarçovê de di bêjim:

  • Kanê kengî dê aşti bê û ez dê êqibala xwe ji devê keri derêxim?
  • Kanê kengî dê aşti bê, ez jî wekî zarokê gelên cîhana azad bim?
  • Kanê kangî dê aşti bê, ez dê germahiya dê û bavê xwe hilçinim nav cerg û mêlakên xwe?
  • Kanê kengî dê aşti bê, ez bi zimanê dayika xwe bixwîn im?
  • Kanê kengî dê aşti bê, ez dê bi zimanê xwe kar (elimim) bikim?
  • Kanê kengî dê aşti bê, ez dê di kolanên welat de bi dilek azad û kêfxweş bimeşim?

Ne kevin gomanê, ez zaroktiya xwe nivîsim rûper têrî nake. Ev pirsên wekî kula di dilê min de heyî herî pir in. Ev hindik ji wan in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10