Omer Dilsoz

Wax li minê!

09 Ağustos 2011 Salı 18:38

Wax wax bo vê dinyayê!

Te dî, hindek caran wer li mirovî tê, hest û ruhê mirovî parçe parçe dibe, her parçe û qedek dipeşike deverekê û mirov wekî belgeke lawaz î bêçare, li ber hêla ba û bagerên jiyanê di bin guhê lat û zinaran dikeve, an jî li erdê dibe pûş û heçî tê dide ser û mirov di bin de pûç dibe.

Van rojan, di vê kelegerma bêrehm a Tebaxê de, ez jî welê bûme. Ruhê min qed qed, hişê min ker ker, hasten min wekî hejîra barana lêdayî, herişî û tamsarkî bûne.

Van rojan, wek kurdek, wek mirovek, ez, qed qed bûme…

Wek kurdek, neheqî û zilma li milletê min tê kirin, ruhê min diguvêşe, pestê dixe ser hestên min û agirî bi kezeba min dadide; Her roj hevwelatiyekî/e min, tenê ji ber ku KURD e, neheqî lê tê kirin, bi pêkanînên bi bêbextî re rû bi rû tê hiştin, girtin, dijûn, lêdan û heta kuştin wekî ku qedera vî millet be, jê re rewa tê dîtin.

Wek mirovek, di vê meha Remezana pîroz de, bi sed hezaran xelkê Efrîkaya Bakur; Somalî, Elître û derobera wê, ku ji ber hişkesaliyê û nebarîna baranê xela lê rabûye, gava tên ber çavên min, hinavên min dikizirin. Tê gotin, roj naçe ava ku bi dehan zarokên bêguneh ên vî welatî, ji birçîna nemirin, kal û pîr bêçare di riyan de dimînin û ruhê xwe teslîmî Xwedê dikin.

Ev parzemîna ku bi xwedayî bi “rojî” ye, ev parzemîna “reşik” a ku fitar û paşîva wê tune ye, wekî mirovekî wijdana min dax dide.

Wax li minê!              

Dirêj nakim; hema tenê hawara xwe digihînime gotinekê:

Ya Xwedê!, tu hawara bêhawaran î!...

-Bi hêviya dinyayeke bê tirs û birs,

Dinyayeke ku rûmeta însanî tê de bilind,

Rengînî û jêkcudahiya reng û zaran, dewlemendî,

Mirov ne kurmê mirovan; mirov destgirê mirovan

….be/bît!...

Wax li min, li vê bêrehmiyê; ma ev dinyaya gewrik têra kîjan ji me nake?

Hema yê spî, bara mama û alînka se û pişîkên xwe jî bidine birayên xwe yên reşik, bawer bikin, çu kes ji birsê namire.

Hema yên serdest, pariyek ji kerê kubra xwe bêne xwarê û rimên xwe yên tirs(rêj)ê ji ber çavên yên bindestkirî bikêşin, hilmekê azad bihêlin vê dinyayê, çu kes ranahêje çekê.

Lê,

Wax li minê, li vê gêrê; Ma heta dara hukm û desthilatê bi xwîna ciwan û teretolên xelkê jar bête avdayîn,

Heta însanan hin rehm û dilovanî li dilê xwe nehewandibin ku bikaribin bi bêhneke fireh li hev guh bidêrin,

….

Dê ax û waxa me, heyfa “yên ji nav me tê birin” li ser dilê min bipenge û însan ne ji bo “çêkirin/avakirinê” lê ji bo “xirakirin/hilweşandin”ê berêkdanê bikin.

Wax li min, çi heyf e! Heyf bo vê aqilgirtinê!...

Bi hêviya aqil vebe, hêvî geş be da ku ev cîhana birîndar ‘xweş’ be/bît!

Bu yazı toplam 5661 defa okunmuştur
ceverik
 // marut semerci
mahama ezi orukuya be kafir...
09 Ağustos 2011 Salı 19:26