Omer Dilsoz

.. û ..

20 Temmuz 2011 Çarşamba 12:37

Wekî aveke har, tu xwe li deriyan dixî, lê derî venabe. Dibêjî, qeyî nake, ka ez careke dîtir jî “bextê xwe” û dîsa dikî gurm gurm gurm, lê derî venabe.

Te carekê daye dilê xwe, tu yê wî derî vekî; Lê bêhûde!

Derî li rûyê te asê, derî li ser te girtî!... mîratê venabe!

 Derî li te girtî, devî li te girtî, çav sil, çav nizar nizar dinêrin li rûyê te.

Paşê xwe didî ber pêlê; Jiyan boş dibe, wekî lêmiştekê te radike û bi dûv dewr û zemanan dixe. Li cihê tu şeva xwe dikujî, roj hilnayê, stêrk bo te naçilvilin. Rastîya tu dibêjî “tal” lê ku yek nîviya te bêje, “bi ser milan e, qralê dewr û zeman e” fêm nakî…

Ev çima weha diçe, çima weha naçe?!

Ka çi bikî carekê “bext” ji te sil e, carekê stêrka te “pişta xwe daye te” û carekê tu berwext rabûyî, hawara te dibe strî û gezing li ser zimanê te digeze.

Niha dîsa diçî ber derî; lê dîsa girtiye!

Mîratê, “ma ev derî qet venabe” dibêjî bo dilê xwe û paşê xwe davêjî devê tenêtiyê. Ew bi carekê bi te venade; Hêdî hêdî te dimije, roj bi roj, kêlî bi kêlî…

Hestiyên te xwerû “jan” dibin, hew dibînî pişta te diêşe, navmilên te, reha qolincê, parsû û ew “qutiya melheman a di bin çiçikê te yê çepê de xwe mit kirî” bi carê de dibe pirtepirta wî, lê wekî wî deriyê çu carê li ser te venedibû, te jî ew qefes her lê dişidand û “dengê wî yê xwarê” di zengelorkê re dihişt.

Paşê jêrhişa te dibû kozmîkxaneyek ji kulên serxwer, yên servide, yên wekî zirkêta dû berdayê; Ariyayî, hariyayî, şariyayî, ..yayî…

Paşê te hin didît ku sal kevn bûne, xwezî çilmisîne, bager velemiyane, nav çavên te çal bûne ji bafira xwîs a pora te vedayî, dengê te stûr, rûyê te li ser janên salan riya kadizan, berçavên te, xetên navsalçûyî, çerm û hestî rehên li ser pişta destê te nikarin veşêrin.

Dil her dilê “caran e” û payiza umrî bo “bihara nû ya berpayizê” careke dîtir xwe diavêje ser “bextê” te û tu dibînî ku tu li cihê destpêka “xwe-dîtinê” yî û ew derî hê jî li cihê xwe ye.

Lê xwedê dizane, niha çend “mêvan” tê re hatin û çûyîne, ji bilî te helbet. Lê tu hê li dillerzika wê dema hingê yî û hêj derî li derî dinêrî.

Û

Derî taq dibe.

Ka bêje niha tu çi dibînî li şûnê?

De kerem ke here ber neynikê û li xwe binêre!

Bu yazı toplam 3293 defa okunmuştur