Omer Dilsoz

Tsûnamîya hezkirinê

13 Mart 2011 Pazar 16:54

Bêdengiyeke lal; lêva jor bi ya jêr nakeve, çav beloq mane û zûr zûr li valahiyê dinêrin. Piştî velemiyana tofana li pey tsûnamiyê, bejnek herî û kurava ku warnişînin daqurtandine li pey dimînin.  Tsûnamî, li ba me jî wekî tozûnamî, bajêr zer zerikandiye û piştî bîskeke dî dê cihê xwe ji kurava ji asîmana dadiweşe re bihêle.

Ev çendek e, ewr li vî welatî bi rondikên zelal kesera xwe narêjin.

Berî nimêja nîvroyê, xeweke tal a bêxem wekî benîştî bi dilê min dizeliqe û mijlankên jêr bi ser yên jor ve peçinîne, dikim nakim jê ve nabin. Dengê ji televizyonê tê; wekî guveguvekê li dor kerikên guhê min dizivirin, ne pê digirin ne jî tê re diçin xwarê.

Xew piştî çendekê dê wekî perdeyeke spî dakeve ber sehneya hişî.

...

Tsûnamî, pêlvedanên herî xurt ên piştî erdhejekê...

Tsûnamî, a herî rast dişibe hestên bindestekê, wekî hêrsa wan çi tişt xwe li ber nagire û her tiştî dide ber xwe. Hezkirina bindestan, hestvedan û hestkiyana wan, bi serê xwe tsûnamî, hestenamiya herî xurt e.

Bo nimûne:

Ev awayê hezkirinê, di nav me kurdan de gelekî heye û her roj em gelek mînakan jê dibînin. Ev kelvedana bêrê û rêgeh, bi gelek awayên berepaşkî nav me de xwe nîşan dide.

Kurd hene, ji kurdîniya xwe “şerm” dikin, kurdîniyê, li ba kurdên dîtir dibîne, ya ji wî ve, yên dinase û nêzî wî ne, tim “bi qusûr û xwedan kêmasî” ne, îdealê ku ew wan “bilind” dibîne, tim gavekê bi wêdetir in.

Bo mebesta min bête fêmkirin:

Herin civan û dîwana kurdan, hûn ê bibînin ku “modelên” ew “bilind” dinirxînin, tim gavekê bi wêdetir in.

Wiha bifikirin: Kurdek bakur, gava li bakur, ji bakur razî nîne, pesna başûr, rojava û rojhilat dide, an jî tam berevajiyê, lê heman kurd vê carê gava çû wan deran, vê carê jî pesna bakur dide. Bakurê ew behs dike, çi carê ne ew bakur e yê ew tê de dijî.

Bo nimûne:

Kurdên Bakur wer dizanin ku Soranî zaravayeke rûniştî û pêşketî ye, pesna xwe bi nivîskarên kurd ên li Ewropa û başûrê biçûk tînin, siyasetmedarên pêş çavên wan zana, çepgirên tirkan in, tu çi bikî jî “yên ji nava xwe” çi carê nabînin.

Kurdên Başûr, wisa bawer dikin ku “her tiştê tirkan rast û baş e”, xwe di ser kurdên parçeyên dîtir re dibînin, azadiyê bi “hebûna pere û otomobîlên Monîka” dizanin û an aşiqê Ereban an Farisan an jî Tirkan in.

Kurdên rojava, diçin kîjan parçeyî diçin ser “îmana wê derê”, ji hev hez nakin û dinyayê “an reş dibînin an jî spî.”

Kurdên rojhilat, dibêjin em ilimdar in, sempatiya wan bo Bakur heye, wek modêl kurdên bakur li pêş çavên xwe dibînin.

Welhasil, hezkirina kurdan bi tsûnamikî ye; an ji hezkirinê welatê xwe didin ber xwe û tarûmar dikin, an jî ji nefretê.

...

Gava xewê binhişîna min wisa bi ser pêlên xwe veda, ez, bi dengê televizyonê re hişyar bûm: Tsûnamiya li Japonyayê tesîsa nukleerê hingaftibû. Hejmara mirî û windabûyiyan bi deh hezaran dihate bilêvkirin, tirsê lêva jor bi ya jêr nedida, hawaarrrr, dayika dîrokê dîsa zaroka Hîroşîma li ber diavêt.

Welatê me, ber bi Newrozê ve, di bin tîrbarana propaganda hilbijartinê de, tozûnamiya siyasetê radibû.

Adar e

Av li dar e

Newroz e

Ji niha ve PÎROZ e!

Bu yazı toplam 4323 defa okunmuştur