Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Tirkide bûyer qewîrandinin Bûyera

Tirkide bûyer qewîrandinin Bûyera

Ez îroj pivyê me çend herfa kişkim an ku bila êriş bikin êk û seba wî şer ê herfa de qemî hindik peyv a bînim ziman. Paşê jî dê navbeyna peyv a de fitne û fesadîyê derêxim, qemî ew jî ji hevra êriş bikin ku ca hindik hevok bikevin ber yêk. Dawîya hinde îza û cefa ê, dawîya hinde xîret û mijûlahî yê qemî bi wan hevokan ra hindik hiş û hizirên xwe bînim ziman. Û bi berdewamîya wan hevokara xwe berdim nava peyman a bîr û bawerî ya.
Hindik dibêjin ev hilkulan e pir îza ye.

Na bawer nakim, lewre heske dilên me bihevra bin ne hind girîng e. Tinê mirov bi vê mijûlahîyê ve xîretê bikêşî bes e. Ya dî wekî gore a vereşandi domdike.

Em hemû bi xwendin û bi şopana çapemanîyê ra dibînîn kanê Tirkiyeyê de bûyer çend zû cih veguhêzin. Di bûyerên Tirkiyeyê çend bi lez û bez rahêlin êkodu, tû kes vêre nagehî. Hêj di rojevê de bûyerek xilas ne bû, bûyerek dî tê cihê wê bûyerê. Mirov şaş dibî kanê dê kîşk bûyerê re mijûl bibî.

Eve hinde sal û zeman e leşkerê Tirki çend êrij birin ser gerîla. Hinde sal e di zîhniyeta îqtidar û leşkera de bi zordarî û şer re, bi tûnekirinê ve dê binyatê gêrîla qelînin. An jî dê pîlik/mijmijok bidin devê gêrîla bi bexşandin re gerîla dê bê ber singê wan, ewê bi rikê xemlî.

Belê we tê dîtin ku ne şerê qirêj ne jî erijên tûnekirinê bê binyate ye. Pirsgirêk û ev nakokîyên navbeyna xweda rû bi rû hemberê êkodure çareser bikin û mayindeyî peymana ra pêkbînin. Pirsgirêka Kurd bi şîdetê, bi şeri, bi tûnekirinê re xelas nabî. Mixabin ku evî şeri, abora Tirki hewceyî ÎMFê, hewceyî teyî û teyîwaşi kir, gel ê Tirki hewceyî parî yê nani kir.

Roja gêrîla keti çîya û heya îroj çar-pênç cara agirbest ji leşker û hikumetêre danebihîz ê. Mixabin bi hezar cara mixabin niçikên dewleta kûr, ewên wekî çeteyan ev agirbeste xerapkir û şer pêtir girankirin. Ewan çeteyan bi şopandina çapemanîyê de kîşk agirbest, bi çi awa xerap kirin çend rexê cîhanêra hate şopandin.

Naha jî heta yêk hezîranê agirbes ketîye rojevê, mixabin ji bo rawestina vî şerê qirêj carek dî îqtidar nebû rexgirê agirbest ê. Mixabin naha jî ji bo sabote kirina vî agirbest ê bi neheqî endamên DTPê hatin gêrtin.
Doza ser van ergenekon mergenekona direw e, çiqên ergenekona tû cara xelas nabû. Wekî me goti we dîyare ev destê aştîyê jî, rexê zordarîyê re paşve avêt.

Em evan kirêtîyên çeteyan zêde têkilhevkirin nekîn. Lewre bi vê mijarê de hindî ku di hişên xwede hevokan bînîn holê, dê hevok hind zêdebin. An ku kîşk kevirê tu ji erdi rakî, çeteyek bin wi keviri dîyardike, wekî kunmorî ê ne.

Naha jî tev cîhan pê agahdar e, hikomet û leşker li bendê ne ku destê Partîya Civakên Demokratîk, yê aştîyê bişkênin.

Lê ya rast ev e. DTP ji bo Tirkiyeyê rêberê aştîyê ye, ji bo Tirkiyeyê rêberê biratîya gelan e, ji bo Tirkiyeyê çareserîya sîstem a konfederasyon a demokratîk e. Di Tirkiyeyê de DTP ji bo aştî yê, ji bo mafê mirova şansek yêkemîn e. Bi vê dîtin û gotinan endamê DTPê hindî ku liser aştîyê axaftin, hindî ku pêşîya aştîyê de bezîn gewya wan zuha bû, çokên wan şikestin. Û xelatê wan bû tepeser kirin û ketin bin kopal ê zordarî yê.

Di vê nêzûkahîyê de hilbijartinek herê girîng me derbazkir. Di vê hilbijartina 29 adarê ya şarederîyê, Kurda reng û rû ê xwe kifşkir. Di herêmêde bin banê DTPê de bûne yêkemîn. Pişt hind rik, çavtarîti, hesûdi û xwe mezin dîtina AKPê re û pişt hind derfetê dewletê de carek dî difin a AKP ê li erdi hesû û tiji dil û hinavên wan kul û xem kirin.

Dema mirov zêde xwarin ê bixwu û zikê wi perçivî û bi wê perçivîna zikira zik biêşî. Paşê jî bi wê êş a ziki re tû ji desti nahê serê xwe li dar û bera bide, rabe û rûnê çareserîya êşa zikê xwe peyda nake, radibe navçavê gel ê malê.

Ya AKPê jî ev e. Di bêjî an naçim aşi, an jî biçim aşi dê aşevani bikujim. Bi ronahîya vê hevokê de AKP di bêjî, an dê dengê hilbêjêr ê herêmê ji minra be an jî dê partîya wê herêmê serketi tepeser bikim.

Tê zanîn ku heske mirovek hemberî mirovek dî, di hizirên xweda kêmasîyek hebe, neşê bi mirovê hemberê xwe re bikevî nava nîqaşê. An ku heske hişên wi hejar be, dest tavê şer û lêdan ê. Ji wê çendê ji mirovara dewlemendîya hiziran serfirazîye wî ye. Kifşe ku di hişên hindekara jî ji bo serkeftina Tirkiyeyê kêmasîyek heye destê mesilhetê nade, destê şeri dirêj dike hemberê xwe.

Hey dadubêdat di dîroka de tiştik wahe hatîye dîtin û nivîsîn. Tu partî hinde ji mafê mirova dûr nabî. Na bêjî. Reb yê min e û rebilalemîn jî yê min e. Lê belê nav li ser e, rebilalemîn an ku rebbê alemê. Ji wê çendê rebilalemîn rebê tevahî alemê ye ne tinê yê AKPê ye. Hey Xwedê ji hewe razî, ew hûn çendî çavbêrsî ne, ew hûn dê pirsgirêka gel ên Tirkiyeyê bi vi aqli çareser bikin?

Tu bi kîşk aqlira Kurdê Tirkiyeyê du dîtinan ra temaşe dikî. Çawa Kurdê deng dayî te Kurdê herî baş, Kurdê deng dayî xwe jî Kurdê herî xerap tîni ziman. Hemû gel a di pişt berçavkê xwera temaşe dikî û gel ê baş û gel ê xerap dikî du alî. Gel ê wekî te hizirê neke wek gel ê xirap bêji û ji wira jîn ê nabînî. Bi vê dîtin ê jî mafê mirova pêpes dikî.

Çawa be teknolojî berve çû ye. Ya qenç ewe birêz Erdogan tu cîhazekê bîne û Kurda jî girêdayî wê cihazê bike, qemî Kurd pêkve wekî kurdê giredayê te mejîreş bibin û alîgirê te bin. Gore te Kurdê wekî te hizir û hişan neke, ew tivê ji nîvekê rabin.

Herê, ma em çi bikîn. Di Tirkiyeyê de du milyona jorve Kurd alîgirê te nînin. Çî ji destê te tê paşve nehêle. Ewan du milyona jorve Kurda ra di gertigehada cih tûnîne, ya qenç ewên ji gêrtigehade bimînin zêde jî tenûrada bisoje. Ew ji destê te tê. Lewre tu pilingê Qasimpaşa yî, tu nexema serkeftina vî welatî yî. Tu ne xema biratîya gela nî.

Tu tinê di bêji “ne xem ya min e ne jî dem ya min e qirçe qirça benîştê min e.”

Em çi bikîn heske di mejîyê mirovekê de têkilahîyê mafê mirova, demokrasî tûne be tû ji destê kesê nahê.

Bes di nava hizirên me de ev diborin. Heske AKPê dilê aştîyê, dilê têkilahîyên mafê mirova he be. Heske AKPê dili he be ku vî welati de rondikên çavên dayika ne herikin, dil sotin, şîn û tazî tûne be. Heske AKP dili he be ku Tirkiye di pêşveçûna teknolojîya vê cîhanêra bi biratîya gelan re, ji bo serfirazîya Tirkiyeyê bingeha aştîyê danê. Wê demê dê destê DTPê yê aştîyê, yê hevbiratî yê, yê mafê mirova bigirît.

***

Ji bo nivîsîn ên min ewên dirêj pir gazinker (gazinde) tên guhî min. Ji ber wan gazinker an min ev şîrove a xwe kurt gêrti bû, bes wekî min jori goti bûyerên Tirkiyeyê bêhne mirovi çik/qut dikin.

Wekî tê zanîn di cîhanêde cejna zaroka di Tirkiyeyê de yêkemîn e û zarokên pir welatên cîhanê ji bo pîrozbahîye vê cejnê 23 avrêl ê tên Tirkiye yê. Ev cejna zaroka ji bo zarokên welat û tevahî cîhanê an ku cûcikên biheştê herî girîng e.

Nav li ser e, dibêjin ê cejna zaroka, belê ya tevahî zaroka. Tivê ji bo pîrozbahîya vê cejnê tû ferq navbeyna zaroka de tûne be. Êkere ev binyatê cejnê yê Tirkiyeyê ye û tivê di pîrozbahîya vê cejnêda navbeyna zarokên Tirkiyeyê qet ferq tûne be.

Kurd hindî ku “gelo di welatekê de heske şer hebe, cîhan li pêş çavê zaroka tarî dibe, ji xwere tû keyfê nabînin, nizanin kanê çawa mezin dibin, hwd, ji ber zaroka werin evî şeri rawestînin” dibêjin mixabin bangê wan di mînî hewa de.

Heske rexgirê şeri hindî serê terzî ê wijdan hebî, dilê wî de rehm hebî, dilka wi bilerizî dê bûyerên wekî Colemêrgê rawestînî. Nê eve cara duyemîn ê ye, yê pêş çavê cîhanê ji Filistînê xeraptir zarokên Colemêrgîyan tên qotan. Evene ewin ewên bi qamera ê hati kêşan, ewên ne keti qamera ê aşkera nînin.

Ew tîm ê hereket a taybet, qet ol û wijdan wî tûnî ne, tû rehm di dilê wî de qet tûnî ne? Ewi zalimi tû zarok tûnînin? Dema serê zaroki bi qûndaxa tivengê şikêna î qet zarokê wi nehat pêş çavê wi. Eve çi agire di dilê vî zalimi de? Eve çi rik e di hindirê vî zalimi de? Eve ji Xwedê qet na tirsî?
Herê gelo eve mirov e?

Belê dema ga êrija di be gayek dî berê bi kenda axê şaxê xwe tûj dike, simê pê xwe erdi dide paşê êrijê dibetê. Evi zalimi, evi zendîqi dema geheşti zaroki bi qûndaxa tifengê re wergêra erdi. Ew hevalê wi ewê wekî wi zalim û zendîq hat pîrozbahî da wi û zaroki xwedî ne derket û çû. Rasti ji wira jî tû nahê gotin.

Tinê ji vî tîm ê hereket a taybet re na bêjim. Ewê nevroz a 2008ê milê zaroki şikênayî qet ji vî zalimi paşve ne ma ye. Me got ev tîmene ewin ewên pêş çav, ewên ne dîyar melkemotê serê vî gelî ne. Ewên ne dîyar dewlet bi xwe ye, çimkî ev tîmên taybet nicika dewletê ne, dewletê eve kirin melkemot û berdan herêmê.

Dema ev tîmên tû rehm di dilê wanda tûne pêş çavê wezîr û serokwezîr ê Tirkiyeyê milê zaroki şikênayî û serê zaroki bi qûndax a tifengê şikênayî qet wijdana wan, dilka wan ne lerizî? Dema zarokê Filistîn ê bi rexê cihûya tên qotan wezîr û serokwezîrên Tirki radibin ser pê, ew çima ji bo zarokê welatîyê xwe na rabin ser pê? Eve dilê wan, hişên wan, mejî ê wan çend tarî ye?

Erdogan ê ji bo olî şervan, kîjan kuncik ê olî a teda zilma waha ji rexê mafê mirova de pîrozbahî dîtî ye? Ev zilme kîşan olîde regêr heye ku, tu hemberê vê zilmê dengê xwe naderêxî? Bawerim ku tu dê cejna vî zarokê bi qûndaxa tifengê serê wi şikestî pîrozbahî bikî…

Xwendevanên hêja ji bo vê mijarê pir gotin hene, bes ez pişt gazinker ên hewe sekinim û nivîsîna xwe kurt bigirim. Û ji ber gazinker ên hewe ewên ji bo nezanîna peyvan, (kelîme) hindik peyv ên min jê bijarti wek ferheng ê jêri nivîsîn e.

F E R H E N G
Peyman: anlaşma şopan: takip bûyer: olay
Mijmişok: emzik bexşandin: afetmek nirxandin: sorun
Nakokî: çelişki mayinde: kalıcı danebihîz: ilan
Niçik: uzantı qewirandin: kovalama lewre: çünkü
Nîqaş: tartişma, münakaşa

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10