Silêman Feqiyanî

Tırkı de eleqederiya kedkar û bijîşkê nexweşxaneyan

23 Mart 2015 Pazartesi 12:28

Di sala 2013’ê bi destpêkirina meha adarê wê de li Nexeşxaneya Hacettepê nêzî 6 mehan min tedaviya nesaxiya şêrpencê dît. Di tedaviya min a şeş mehan de bijîşkê wê nexweşxaneyê rêzdar Uz. Dr. Murat Sevmîş pir harîkariya min kir û bi min re pir îza kêşa. Ji bo vê îza û harîkariya wi û ji bo harîkariya kedkar û bijîşkên Hecettepê ez spasiya xwe ji wan dikim. 
Rasti min dawiyê de fêhmnekir ku ev eleqedariya kedkarê Nexweşxaneya Haceyyepê ji min re kiri nîvi sedem rêzdar Bijîşk Murat Sevmîş bû. Lewre di jîyana xwe de kedkar û bijîşkê tu nexweşxaneyên dewletê di herêma me de nexweşê xwe hewceyî wan bike bi wan re pir eleqeder nebû. Belê heke mirov bavê heqiyê bipirse kedkar û bijîşkên Hecettepê û ên onkolojîya Hacettepê wekî min jor jî goti, pir guhdariya min kirin û bi min re eleqeder bûn.
Piştî vê kurte bîrxistinê ez bûyerek a vê nexweşxanêya Hecettepê bi we re par bikim.
Rojekê di teviya fîzîkê de ji ber lazerên wê laşê min an ku cihê emeliyatkiri di hêla duyemîn de şewitî bû. Bijîkê radyoterapîyê jî ji bo tedavîya cihê emeliyatê an ku ê soti ez rêkirim dermotlojîyê. 
Ez çûm qisimê dermotolojî ku ca bibêm tedavî kirin min destûr xwest. Dema rêza min hat min jî derê odeya bijîki qota û ez çûn hindirê odê. Nêrîm bijîşkek kurik û sê jî canejinên bijîşk an ku kecikên (dawiyê min zanî bijîşkin) ciwan li wir bû. Mixabin wekî min goti di dawiyê de min zanî ku her çar jî bijîşkin bi rûyê kenîyê re bermin re rabûn ser pê. Her yêk ji wan di aliyê xwe re bi min re eleqeder bûn. Her yek ji wan “apo tu bi xêr hati, kerem bike, em ji te re çi bikîn” û hwd bi gotinan re li benda min sekinîn. Yek ji wan milê min girt, yek ji wan cihê ku ez dê lê bibên tedavîkirin nîşa min da, yek ji wan kaxiza min a min ji wan re dermotolojîyê înayî re eleqeder bû. Bi kurtasi her yek ji wan nava rûkeniyê de û di aliyekê de bi min re eleqeder bûn. 
Qedir, qîmetek we nîşan min dan, ez rasti vê  eleqeya wan pir şaş bûm. Wekî dibêjin min rasti qenci û eleqaya wan ji xwe şermkir, a min jî bi wê wateyê bû. Gotin bi cih be ez rasti wê leqederiya wan guhişîm. Navbendekê hişên min hatin serê min û ji bo henekî min li wan kire qîrî. 
“Carê sekinin. Ev çi ye hûn dikin? Rasti vê bûyerê hindik maye ku ser hişên xwe biçim. Sekinin lawînin sekinin. Hêvî dikim sekinin. Bi min re henekiyan nekin” pir bi rûyê micit re gote wan. 
Rasti vê micidi û axiftina min a bi dengê bilind hemû bi hev re şaş bûn, behitîn, hişk bûn û ziwa bûn mane ser pê xwe. Rûyê wan ê bikenî zivirî rûyê micid û çavên zil re nêrîn min. Tu ji wan tu wate neda van qîriyên min. Dêbêji tev xwîna laşê wan ji laşê wan hatiye kêşan, rûyê wan spî û pût bû. 
Bi vê henekiya xwe re temaşe dikim tev ev ciwane rasti vê hêrsa min mane gomanên kûr û dûr de. Min pir dî xwe gîro nekir û min ew nehêlan nava van gomanan de. Min zû de xwerexnekir. 
“Ciwanên nazdar û xwişk û birayên delal. Pêşî ez ji bo vê hêrsa xwe a qestok ji we re lêborîna xwe dixwazim. Hêvîdikim ku hûn xwe vêzar nekin û bila ez nebim sedema dilsotina we. Ev bizava min xwe berdayî nav, bi tevahî henekî û lewçeti bû. Bi borîn in.”
Bi vê axiftina min a dawiyê re min dît ku xwîn kevte laşê wan, rûyê wan sor bû, hişên wan hate serê wan û bi şaşî temaşeyî hev û min dikin. Ciwanê bi kaxiza min re mijûlbûyî “apê Silêman, bawerbikî ku te em tirsandin. Em man şaş ku me rasti vî mirovi çi xeleti an jî qisûr kir ku ev wahe hêrs bû” got. 
Dema ez kenî ew jî bi tev kenîn. Berdewamiya kenîya xwe re “ciwanên nazdar. Wekî min goti ji bo henekî min we axift. Lewre ez ji rojhilata Tirkiyeyê hatim vê nexweşxaneyê. Tev kedkar û bijîşkê vê nexweşxaneyê hin zêde bi min re eleqeder bûn, min şerma xwe kir. Lewre min li herêma xwe kedkar û bijîşkên tu nexeşxaneyên dewletê nedît ku bi nexweşê xwe re bi vê mînakê eleqeder bibin. A hewe rasti min kiri dem mabû ku ez ser hişên xwe biçim û ji keyfan de min ev henekiye kir” gotê. 
Bi van hevokên min ên min ji wan re goti hemî bi şaşi nêrîn hev û navbenda xwe de “tiştik we nabe, ma qanunên me li wir cida, li vir cida cida dixebite. Navbenda welatiyan de dê çawa cidahi bikevê” axiftina wan berdewam bû min axiftina wan qut kir. 
“Bi vê şaşî û hizirên xwe de hûn neheq nîn in. Rast e, divê tiştik we çu nebe. Belê ev cidahiya navbenda welatiyê Tirkiyeyê de ne ev tenê ye. Bi hezaran mirov dişê mînakên wahe bîne ziman. Ev mijarên wahe heke bibên nîqaşkirin dê dawiya wan nahê. Em zivirîn henekiya min kiri. Dema ciwanên wekî hewe di van nîvekên wahe de bi me re eleqeder dibin kêfa me tê û em tirsin em ser hişên xwe biçin” min gotê. 
Bi vê axiftina min re hemû bi kenîya xwe re zikupişt bûn û zikêş girtin. Berdewamiya kenîya xwe de keçikek bejinbilind, pirça wê zer belê çav û birûyên wê reş “apo rasti jî me hizirkir me tu êşandi an jî rasti te me xeletiyek kirîye tu we hêrs bû” got. Ciwanek dî ji wan “apo dibe ku tu rest dibêji, belê tev ew bijîşkên li Tirkiyeyê peywirdar sonda hîpokratê kirine, çawa girêdayî sunda xwe nabin” got. 
“Ciwanên delal hewe bivê ji min bawer bikin hewe nevê jî bawer nekin. Belê ji bo baweriya hewe ez dê mînakekê ji herêmê ji we re bêjim.  Du hevserên mamoste rojekê seba nexeşiya xwe diçin nexweşxaneyê. Rêza tedaviyê di tê wan û mamosteyê zilam nesexiya xwe dibêje bijîşkê navçavgirê. Bijîşk jî bi mînaka neyara temaşeyî wan dike û bitevahi guhdariya mamoste nake. Zû de ser kaxizekê  navê çar dermana nivîse û dirêjî mamoste dike û dijîtê ‘van dermana ji xwe re Hilde.’ Ew kaxiza xwe ji destê bijîşki hilde vê carê jî mamosteya jin dest diavêjîtê ku nesaxiya xwe ji bijîşki re bibêje. Mixabin bijîşk guhdariya mamosteya ji nake û ‘ew dermanên min ji hevserê te re nîvîsî, tu jî wan bixwe’ dibêjîtê Mamosteya jin nesaxiya me cidaye dibêjîtê belê bijîşk ev nesaxiye herêmîye, hemû wek hev in. Bêjim te tu jî wan dermana bixwe dibêjîtê û her duyan jî ji odeya xwe derêxe.”
Bi berdewamiya pir dî axiftên henekîyên min ciawn pir kenîn. Nav çavên wan de ev jî dîyar dikir. Aliyekê dikenîn aliyê dî de jî di navbenda hezar kêmasiyên wahe de min yek ji ciwanan re got ew xemgîn bûn. Dawiya vê nivîsîna henekî de di vê jî dibêjim. Nexweşxaneyê dewletê de bijîşkên girêdayî sonda hîpokratê mayî û bi nesaxê xwe re hene. Belê mixabin nava wan bijîşkan de sedêdeh in. 
Piştî tev qontrolên ez diçim wê nexweşxaneyê, ew bijîşk li çar rexên min dicivîn û serhatiya min û xwe bi hevalên xwe re par dikin. Niha jî ez carek dî li kontrolê de bi wan re rû bi rû tişqilîm û min xwest ser vê bûyera xwe de binivîsim.

 

Bu yazı toplam 5413 defa okunmuştur