Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Tîrêja rojê da camê

Tîrêja rojê da camê

Me li pişt cam û camekanan li dîrokê temaşe kir, dîrok, gavekê nêz du gavan dûrî me bû tim. Her camek hebû ku nedihîşt em xwe bigihînin tîrêja çîrokê û ruhê xwe yê qerimî bi kela peyvê germ bikin.

Çîrok di navbera camên dîrokê de bi tîneke şikestî, bênefes, bêhenase, bêba û bêtîn, digihîşt me û piştî demekê me welê zanî ku tîrêja rast ew e ya em wê dibînin û bi wê tînvedana xwe pêk tînin.

Lê a rastîn, çîrok her tim tîrêja li pişt camê bû ji bo me. Rastî, ne li vî aliyê camê lê li aliyê dîtir bû. Kengî me bixwesta tîna wê wergirin me hew xwe didît ku em seroser bi camê ketine û li pişt wê asê mane.

Ev cam, ne cameke wisa bû ku hema bi kulmekê bişikê, naxêr, ev cam cameke neşikeste bû, wekî tebeqeya ozonê di navbera me û rastiyê de bû. Lê em ne li aliyê hewagir em li derveyî frekansên azadiyê bûn.

Frekansên dîrokê li rexê dîtir ên camê hemû weşanên jiyanê belav dikir, lê li aliyê me tenê ya ji ber xelkê ve dihat û sî û sîbera wan bû, berdest dibû.

Piştî demekê me wer zanî ku tîrêja digihêje me “a rastî” ye û em welê hatin ku me êdî “a rastî” û “ya derew” têkel hev kir.

Tîroja pişt camê, bo me tîrêja “rastî” bû û me êdî pê re jiyana xwe dabîn dikir; hestên me bi wê dihatin dabênan û ramanên me pê çîlên xwe berdidan.

Lê “a rastî” em di nav “dereweke mezin a spî” de dijiyan, tava me xwe li ber germ dikir, tenê tîrêja şikestî ya li pişt camê bû.

Gelo çendan ji me kariye bi vê camê bihesin, wê bibînin, biderizînin û bihêlin ku em û tîrêja rastîn bigihêjin hev?

Pêşîn pêhesîn...
Bi dûv re dîtin...
Paşê derizandina camê...

-Şeq şeqq şeqq!

Dengê şikestina camê...

Binêrin, dîsa bihar e, berfîn hêdî hêdî rûyê erdê diqelêşe, çîlên xwe berdide zikê axê û pê re jî ji bo maçekê ji lêvên tîrêjê bistîne, serê xwe di nav sûr û gazirên befirê re radikêşe!...

Nizanim em ê çend bikaribin cama tirsên xwe bişikênin, lê heta ew cam di navbera me û tîrêja rastiyê de neşikê, em ê di xewa giran a zivistanê de binvin.

Navê çîroka me dê dilojarê be,
Navê dîroka me dê bindest be,
Navê rastiya me jî dê “navê xelkê danî ser me be!”

Tenê camek e, de kulmekê lêde lo!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi