Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Tîk Sekinîn

Tîk Sekinîn

Axaftinek zilamkî biaxive, roja şeri xwe heft kuncikan de veşêr e. An jî wek zilama biaxive di hildana de (şeri de) li mala xwe rûne. Ev gotine ji mirovê fêhlmêr, ê xasmêr re tê gotin.

Heke zevî û mêrgên nava mêjiyê mirovi qelew be, dê nexşkirina peyvan jî herî dewlemend be. Dê mirov bizimka* devê peyvê derêxe û bidewlemendi van peyvan bixemlîn e ku ca sexbêrîya wan hebe.

Hindik mirov hene rojên xweş û berfirehiyê de pif dikin ê. An ku viran (direwan) berdin. Xwe bi mînaka gamêşi di kuna şûjinê de derbazdikin.

Em herêma Colemêrgê re bêjin ku ca pifkirin an jî vir berdan çawa çêdibe û aşkera bibe û bi şevên zivistanê re bikîn mînak.

Dawiyê de şevên zivistanê, ên dirêj de Colemêrgî heta direngî şevê dirûniştin. Rasti hemûyan jî hêj havîn û payîzê de darudûyê xwe komdikirin. Mezela avahi ji şewitiya sobê tenîke re çar rexê wi komdibûn. An ko mezel gor berderê avahi cehinem bû û ewan jî di wê cehnemê de gehên laşê xwe sistdikirin û bikanepişt ser berik an jî mafîran xwe dirêjdikirin.

Di van şevan de an çîrok, metelok, lîstikên wekî pilanê û kabanê, bi guhdariya stranan û hwd. re, an jî biaxaftinan re şev qetandin. Lewre heta merxep bi alif û avdana hêwana, paqijkirina dûnê û govan re mijûl dibûn, paşê jî dimana bertal.

Merxeban li mala komdibûn û biharê dê bikevin çi kari ew diaxiftin. Hindika çend zevîyên xwe dikêlan, hindikan kerê bezi zêde dikir bi qamyona dewrêçal dikêşa bajêr, hindekan dikak û fêqi re dewlemend dibûn. Di wê şevê de kîjan di nava mêjiyê wi de çi raman heye, çi hiş heye ew dixemland. Mixabin bihara tê ne ew behs û ne jî ew xeber çar rexên wam çu nebû.

Vêca zivistanê dema ev axaftine dikirin hindika digotê “berdê, ka yateye ma kadîn jî yateye?” Hindikan “pifkê, bawerim dê sibê bibe bahoz çav çava nabîne digotin. Hindikan jî “berdê kurê gewir, heta niha tu kes bivira dewlemend nebûye” digotin. Wekî vane herî, gotin dihatin gotin û ev axaftine di herêma Colemêrgê de herî dewlemend bûn.

Ev divê bê şîrove kirin, em zivirîn virên an ku pifkirina mirovên di rojeva me de.

Pêşîya danzdeh îlona sala 1980’ê de kurd û tirkên sosyalîst ji bo azadîya xwe û welatê xwe têkoşîn didan. Bi vê kurte hevokê re navbeyna çavubirûyên înqilaba danzdeh îlonê de berze bûn. Êkere ên serok û ên ditêkoşînê de rêber wek sîtavkê winda bûn. Tu ji wan xwedî hevalên xwe û xwedî dilxwazê (sempatîzanê) xwe derneketin.

Dê hindik bêjin dem mabû ku em pêşîya danzdeh îlonê rizgarker bûn. Me li welat de gel herî micit birêxistin kirin û hindik mabû ku gel hatin rizgarkirin. Heke danzdeh îlona sala 1980’ê de înqilap çêneba me dê heqê kurdan wergirtinba. Rasti jî hikometên tirkan jî heqê kurdan danîbû nava xamçeyê û danîbû ber wan.

Qatî ku yêk heye ji wan re vê bêje.

Herê gelo ew birêxistinkirina hewe wekî xîmeyê ser cemedê bû ku dema tava danzdeh îlonê lêda we zû de helîya. Kifş e ku hûn bêbirêxistin bûn ku bi dengê înqilabê re wekî çûka sîvanokê terabera bûn.

Sîyaset û sîyaseta hewe hind bêbaweri bû ku barîna barana danzdeh îlonê re bû hevîr. Ji danzdeh îlonê heta sala 1984’ê hûn li kû bûn. Van çar salan de heke dê rêxistina hewe a birêxistî xwe veşartiba, bila derketiba qadan û têkoşîna xwe berdewamkiriban.

Hewe seba çi welat hêla û hûn revîn? Haa hewe di welat de rêxistinek qahîm hebû, hewe seba çi ji derveyî welat de ev rêxistina xwe nedan hereketê?

Ev sî sale di Tirkiyeyê de şer berdewam e. Di vî şeri de nêzî pêncî hezar ciwana jîyana xwe winda kirîye, nêzî bîst hezar mirov windabûne, bi milyonan gund valabûne û bi milyonan mirov di îşkenceyan de borîne.

Niha tevgera azadiya kurdan kevtiye astekî herî giring ku di vê astêde qoweta tu kesê nîn e paşve bibe. Dibe ku ser îmha û înkar û asîmilasyona kurdan êrişên giran berdewambin, belê rasti hêz û qoweta kurdan dê fetisin.

Niha şertên aştiyê giheştîye û bila hindek “em qehremanê kurdan in” nebêjin. Bila kurd azad bibin û paşê jî ev qehreman e çi bixwazin bila wê bikin.

Vê jî bêjim. Ji bo têkoşînê herê rêxistin dikevin têkoşînê belê ji bo çeki yêk têkoşînê dide. Bawerim ev hişe nahê nîqaşkirin. Şertên Kurdistan’a Tirkiyeyê ê pêş çava. Hewce nîn e ku mirov alîgirê PKK’ê be an jî nealîgirê PKK’ê be. Divê ji bo azadbûna kurdan harîkar be.   

Di bêjin rih şirîn e. Ji wê çendê ewan jî tenê riha xwe xilaskirin. Belê gor gotinên mezinan “şol bi tifaqiya kirin û axaftinê çareser dibe” dibêjin. Heke şol hebe belê xebitîn çu nebe tu wateya wî şoli çu nîn e.

Di vê navbendê de hêj li bîra min ez bêjim ku van hevokên xwe de, bi nav re an jî rû bi rû ji tu kesê re nabêjim. Lewre meselhet şûrê tûj e. Di vê sedemê de ez serhevsarê peyvên nava mêjiyê xwe de, beredayi di berdim nava zevî û mêrga.

* Ji têjik an jî gulik ê çêlê, berxê mihê û karikê bizinê re ku ca dayikên xwe bêwext/bêdem nemêjin darekê du serê wi bibeniki girêdidin û dari têdikin devê wan û pişta seri de girêdidin. Di bêjin vî darê têdikin devê wan bizimk.)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10