Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

TIFAQI

TIFAQI

Di çi sedemê de ye ez xwe wekî evîndarê vê peyvê dibinim ez jî nizanim. Mirov ji kîjan re pirs bike dê bêje baweriya min taqetê tê. Çimkî heke mirov an jî hêz xwedî taqet nebe, jîyana wi kurt e. Heke mirovi  bivê ku jîyanek dirêj bijî divê xwedî taqet be an jî li pişt pişta wi taqetek girîng hebe. Ji vê çendê mirovê bêtaqet û bêxwedîyî, xwedî jiyanek kurt e.

Êkere heke mirov nava sîstemek qapîtalîst de be, divê mirov an jî mirovahi dinava tifaqiya qewetek girîng de be. Di vê sîstemê de têkiliyên mirovahiyê bi mînaka masîya nava behrê an jî hêwanê çolê be, ji bo di xwezayê de bijî divê xwedî qewet be ku ca xwe biparêze.   

Ji bo xwedî qewetek girîng jî mirov bi serê xwe neşê vê çerxa sîstema qapîtalîst de cihê xwe bigire. Di vê çerxê de heke mirov  ji gelê bindest be û bin potîna dagirkerîyê de merçiqe wê demê pir hewceyê taqetê ye û ji bo taqetek girîng jî hewceyî tifaqiyê ye. 

Ji bo taqetê jî divê mirov xwedî birêxistî be. Mirov di aliye sazîyan, partîyan û hwd xwe birêxistî bike yek taqet. Çimkî hemberê mirovahiyê xwedîyê qewetek pir girîng e ku zilm û zordariyê ser tev mirovahiyê dike. Rasti vî dehaqi jî divê gelên bindest û ên keda milên wan tê şelandin xwe bikin tifaq.

Bawerim wekî tev mirovan ez jî di vê sedemê de ye evîndarê tifaqiyê de xwe dibînim. 
Ji bûna tifaqiyê re qewet an ku taqet derkeve re, dê mînekek ji pirtûka nivîskar û romanûs Josê Saramago, a binavê dîtinê, jêri bi we re par kirin bikim.  

“Partîyek netewî di bajar de tev hilbijarinan de şarederiya wê qazanç kiriye. Şarederê bajar, ew sê çar hilbijartin e şarederê şarederiya bajari de cih digire û tu kari nade bajar. Tev hilbijartinan de dibe şareder û mala xwe rûne. Êdî tev gelê bajari aşkera dibinin ku şareder diz e û bajar re naxwebite. Heke ji bajar re şolek baş bike ji gele bajar re jî xwîndariyê û xîmê zilmê diavêje. 
Piştî çend salekan wan rojan de carek dî hilbijartina şarederiyê dest diavêjê. Ew şareder carek dî dibe namzet û ji wi wê de nêzî çar namzetên partiyên dî jî namzetiya xwe danin. Bajarî temaşeyê tev namzetan dikin nava wan de ê herî baş ew e, ê ev çend dewr e dibe şareder. Ew jî diz û derewîn e.

Serê we gêj nakim. Roja hilbijartina şarederiyê tê, belê xwezi nehatiba. Çimkî sibeya roja hilbijartinê bahoz û baranê re çav çavan nabîne. Mirovên bajari jiber bahoz û barîna baranê neşên ji malen xwe derkevin. 

Roja hilbijartina şarederiyê de dest avêtina bahoz û barîna baranê re tev namzet û durûyên raxên wan ber pencerên avahiyên xwe cida nebûne. Saet berve çûne. Saet bûne deh, kolanên bajar vala. Bûye yanzdeh kolanên bajar vala. Bahoz û barîna baranê berdewam e. Saet bûye danzdeh, êk û du kolanên bajar vala. 

Xwiryan kevte bin milên namzetên şarederiyê. Tev namzet ber pencerên avahiyên xwe sekini û temaşeyî kolanên bajari dikin. Dawiyê saet hat giheşt du a piştî nîvro, bahoz û barîna baranê hindk jî be sekini, çend mirovek kolanan de  kevtin pêş çav. Ev mirovên kolanê bajari kêfa endamên şarederiyê pir îna. 

Gor dîtina tev şarederan êdî bahoz û barîna baranê sekinî. Mirov ji avahiyên xwe derketin û çûn ku ca dengê xwe biavêjin sandoqê. Ev bûyere ji wan re diştik pir girîng bû. Di vê sedemê de hêcana hilbijartinê kevte dilka wan. Tev namzetên şarederiyê dile xwe de bibûn şêr ku dê qazanç bikin. Bi zêdehi şarederê hersal qazançkiri ewi digot ez dê eseh qazanç bikim. 
Belê ew mane nava wan gomanan de. 

Roj hêdî hêdî nêzî merxeb dibe. Ji bo avêtina dengi saetek dimîne. Kolanên bajari de mirovên dengê xwe biavêjin sandiqê dîyar dikin. Mixabin ewên kolanan de ji bo dengê xwe biavêjin sandoqê jî ew in ên dawiya vê hilbijartinê de ji xwe re berjewendîyê dibînin in. 
Roj xilas dibe. Peywirdarên sandoqan saetekê ser dema hilbijartinê de diben belê tu kes nahê û dengê xwe naavêje sandoqê. Dema hejmartina denga di tê. Peywirdarên sandoqan dengên avêti nava sandoqê hejmêrin û dimînin şaş. Tev sandoqên bajari de sedan dehan dengê xwe avêtine û sedan nehwêdan jî neçûne ser sandoqê. 

Siyaset û sîyasetvanên bajari, partî û tev namzetên bajari û peywirdarên tev partiyên bajari hişk û ziwa dimînin cihê xwe de. Hemû şaş dimînin. Axiftin ji tu kesê nahê. 
Şaredarê her sal dihat bijartin bi tev bûrokrasiya bajar re têkiliyê dike, tev hilkolînê dike çu çareseriya wê peyda nake. Carek dî welatî ji avahiyên xwe dernakevin. Ên serê bîrokrasîyê bersifk ji hokometê re şandin. Di hilbijartina şarederişyê de sedan nehwêdan dengê xwe neavêtin sandoqê qotin. Belê hikomet jî bi vê bûyerê mabû şaş û çu ji destê wan jî nehat.
Dawiya tev îza û xîretê neşiyan gelê bajari ji avahiyan derêxin û bi fermana hikometê re tev hêzên dewletê ji bajar derêxistin. Her çar rexên bajari girtin û çûna bajar û derketina bajar qedexe kirin. Aborîya bajar qut kirin. 

Piştî tev hêzên dewletê ji bajari derketi welatiyê bajar nû ji avahiyên xwe derlketin. Mil dane ber mil. Tev kêmasi û paqijiya bajari bi hev re kirin. Ji xwe re şarederek bijartin. Şarederi ji xwe re çend harîkar bi gotinek dî hevserokê şarederiyê bijartin. Bi harîkariya şareder û hevserokên şarederi re tev taxên bajari ji xwe re harîkar bijartin. 
Bi kurtasi bi îtifaqi ji bajar re sîstemek we derêxistin gelê bajari bi harîkariya şarederi re rêberiya bajari kirin.  

Rasti çîroka romanûsi pir dirêje belê ji bo ji me re bibe mînak ez hinde nivîsim. 
Ez bi gelê kurd re, bi gelê tirk ê xîzan û tev hêz û partiyên tirki ên demokrat re dibêjim. Bila ev bûyera jor ji me/we re bibe mînak. Qatî me hind mêji heye ku ji xwe re rêka rast bibînin û welatê xwe bi harîkariya xwe û şarederên xwe re rêve bibin. Em bi xwe qirarên xwe bi hevre bidin û bibin rêberê xwe. Heta qîyametê ji xwe, zarokên xwe, nevîyên xwe, bi kurtasi ji gelê xwe re xîmê aştiyê, azadiyê û xweşk û biratiyê bi mînaka mifriqi danîn.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10