Silêman Feqiyanî

Têkiliya leşkeri û hikometan

03 Ağustos 2011 Çarşamba 15:50

Di dîroka Tirkiyeyê de leşkeriyê cihekî herî giring girtiye. Wekî mînak, dewletên didemokrasiyê de pêngavên herî girîng avêti de, leşkerî têkilê hikometan nabe, tenê di berevanîya welat de cih digir e.

Belê di Tirkiyeyê de aliyekê dibêjin demokrasî heye aliyê dî de jî leşkerî têkili tev şolên hikometê dibe û cihê hikometê ew qiraran dide. Ji leşkeriyê re berevanîya welat ji wan re karê duyemîn e.  

Bi peyva yekemîn re hikomet (dewlet) di bandora leşkerîyê de ye, lê ya rast leşkerî bin bandora hikometê de nîn e. Ê hemberê vê hevokê de gotinekê bêje, ew têkiliyên hikometê û leşkerîyê de tu nizan e.

Ev têkilî di dîroka tirki de cih girtiye û nihajî berdewam e. 

Dema di nava welat de ji bo komelek demokratîk karek hate kirin cih de leşkerî şoreşek bialîgir re dest danî ser hikometê. Bi vê şoreşê re carek dî sazûmanê derbazî destê xwe dike.  

Ji ber vê yekê hikomet di nava sazûmaniyê de çi bike destûrê ji leşkeriyê dixwaze.

Leşkerî bi serê xwe leşkerîyê de bivê dê xwedî dewleta kûr bibe, bivê dê JÎTEM’ê ava bike, bivê dê ALAYÊN HEMÎDÎYÊ ava bike, CERDEWANÎ ava bike û hwd. çi bivê dê wê bike.

Lewre ji wan re rêya yekemîn berjewendîya wan e, jîyana mirovan di rêza duyemîn de ye.

Lewre leşkeriyê avakirina JÎTÊM’ê re bi hezaran mirov windakirin û bi hezaran mirov jî kuştin. Hikometan jî bi çavê serê xwe ev windakirina û kuştina mirovan temaşe dikir. Nedişiyan vê qetlîamê rawestîn in. Hikometên Tirkiyeyê jî bitirsa qonê û ezaba gori alîkari di da wan.  

Di vê bingahîyê de çand saziyên hikometan û hindik saziyên gelê welatperwer di bin bandora leşkerîyê de maye.

Niha ev têkiliyên hikomet û leşkeriyê pêtir dikevin pêş çav.  

Dinava leşkeriyê de çend general û generalê deryayê û efser û binefser hemberî hikometan sekinîn e û dinava dewleta kûr de hindik ji wan ên cih girtîni kifş bûn.

Ewên di nava leşkeriyê de hati bijartin û kevti hepisxanan niha jî wekî xwînmêjan çengên wan jiderve ne û dikarê peywira xwe de nin.

Tê dîtin ku ev general û bi dawiya wan re efsere ê ser peywira xwe.

Bi taybet ev şilq (pel) a şîkeya spôrê de girîngîya peywira wan generalan û efseran biaşkera derket ortê. Çend bincanên sporê ên herî girîng ê kevti destê wan ên teqawît bûyî. Ginciyên wan teqawîtan jî bi vê lêmiştiya (lehi) şîkeyê re kevte pêş çav.

Rêzdar nivîskar û rojnamevan Yildiray Ogur di nivîsîna xwe a 12.tîrmeh.2011’ê di rojnameya terefê de çend dilopên kirêtiya general û efseran înabû ziman.

Mînak navê binefser Alî Uluyol, binefser Harun Yîgît, teqawît binefser Erdal Gûleç, teqawît Binefser Galîp Bîtîgen wekî tîmek biçûk nivîsî bû.

Ev tîma biçûk 13.gulan.2001’ê bi peywirdarî rêkiribûn Amed’ê û di dawiya peywidarîya vî tîmê û di lîstika topê de  çi gemar ser lîstikê hatine kirin rêzdar Ogur biaşkera nivîsî ye.  

Ê bivê bila nivîsîna kunciki a rêzdar Yildiray Ogur dirojnameya tarafê a dîroka 12.tîrmeh.2011’ê de bixîn e.

Demekê de JÎTEMÊ bi aşkera di welat de qatlîm dikirin, me goti bû. Herê gelo ma naha nahên kirin? Ma niha jî roj bi roj ciwan nahên kuştin? Belê wele hêj pêtir kuştin û windakirina mirovan a peni heye.

Ê… wê demê niha jî JÎTEMEK peni heye, bila qet hehê înkarkirin.

Niha jî, jo bo çareseriya pirsgirêka kurdan a di vî welat de cihê yekemîn girti çareser nakin. Di welat de ji bo zêdebûna pirsgirêkan zêde xîretê dikêşin.

Hikometa AKP’ê jî bi şirîkbûna leşkerîyê re xîretê dikêşe. R. T. Erdogan bi vî exlaqi re şolên dewletê rêve dibe. Belê temaşe dike ku leşkerî kapê pê wi ye, leşkerîyê divê girêde xwe.

R.T.Erdogan niha jî bi TÎMÊN POLÎSAN re dê zilm û rikdariya xwe berdewam bike. Ew pivyêye bi vê wateyê vebûna demokratîk a gor hişên xwe çareser bike.

Ê pêş çav ku R. T. Erdogan pivyêye ku leşkeriyê jî bike bin bandora xwe ku ca ji bo berjewendîya xwe pirsgirêkê Tirkiyeyê wekî gizira dara seryêk nijin e.

Belê a herî balkêş dewleta Tirkiyeyê ê pêngav bi pêngav ji bo aliyê komara islamê de diçe, a wek rejîma Îran’ê.

Xwedê dawiya wê bixêr nivîs e.

Bu yazı toplam 4639 defa okunmuştur