Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Te pir ‘xweş’ got lê..

Te pir ‘xweş’ got lê..

Axaftina Erdogan tam saetek û 1yekê dewam kir. 45 deqeyên wê sertapê ‘demogojî’ bû û pihnek li derbeya salên 1960ê da, pihnek li çep û rastên siyasetê; Bi dilekî ve, 45 deqeyan weke melayê ser minberê yê pir jixwerazî, kulavekê demokrasiyê ji serê xwe hilanî û şaşikeke demokrasiya ‘pêş’verû û kêşûmêş li şûnê aland.

Wey malava, ew çi axaftin bû wisa bêxwê!

Ligel avahiyên TOKÎyê yên bo Romanan, tenê benda ku ji bo girankirina ‘sûcên nefretê’ ku wek xesandin û berbendkirina ‘nijadperestiyê’ –helbet heke di pratîkê de pêk were- mirov dikare bixwîne, mirov dikare wek tiştekî ku dibe ku binê dîzikê dagire wergire.

Jixwe ev jî ji bo sererastkirina ‘hinmendiya Tirkîtiyê’ hatiye kirin, bo me kurdan zêde xwedan bandor nîne.

Azadkirina Q,W,X û Ê ya di klavyeyan de û rakirina ANDIMIZê beramberî serbestkirina serpêçê ya di saziyên hukmî de em deynin aliyekî, bawer im, sererastkirinên bo qanûna hilbijartinê gavên xweş lê nebes dikarin bêne dîtin, lê ev nêzîktêdayîna ku dibê, “Ez ê nanekî bidim we heftê salan xulametiya min bikin” welê dike ku kirinên baş jî li ber siya xwe diçilmisîne.

Berî çend mehan me di gotara xwe de aşkere kiribû ku dê rê li “perwerdeya xwendegehên taybet a bi kurdî vebe” ez bi xwe, vê gavê pir girîng dibînim û bi ya min, divêt dewlemend û malheyiyên kurdan ji kerema xwe piçekî destê xwe bavêjin berûka xwe û li her bajarekî Kurdistanê xwendegeheke taybet vekin.

Divê ev xwendegeh demildest bêne vekirin û kurdan pêre wergirinê.

-Heval, hinekî fedekarî ji kerema xwe re!

Divêt mirov çu carê li hêviyê nebe ku dewlet rabe bêje Kurdan, ev e ez çûm, kerem kin welatê we ji we re!

Ev qonaxek e û bi ya min, ev mesela xwendegehên taybet pir û pir girîng e. De heke hûn bi rastî jî perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin va ye derfeteke zêrîn…

Divê kurd vê wek lutfeke hikûmetê nebînin, ev encama deskeftiyên gelê kurd û têkoşîna wî ya mafdar e.

Kurdan, bi xwîna xwe ev gav bi dewletê da avêtin. Divêt ev mesele weha bête xwendin û rastî jî hema her ev e.

Her weha çavên BDPiyiyan jî ronî be; Hem dikarin bi dilê xwe ‘propaganda kurdî bikin’ û hem jî deriyê xizîna dewletê jê re vebû –Bawer im, herî pir dê kêfa wan bi vê guhartinê were.

Aliyê kurd li bendê bû ku ji bo girtiyan qenebe hin guhartin bêne kirin da ku hema qenebe beşeke wan ji zindanê derkevin.

Bawer im, hikûmetê di vî warî de ‘golek’ avêtiye û xwe di guhê gayî de nivandiye. 

Balkêş bû, Erdogan di axaftina xwe ya dirêj de amaje bi “ruhê demê” kir lê bawer im, ruhê dema Erdogan û Ocalan behs jê dikin gelekî jêk cuda ne.

Bawer im, yek ruhê demê ye, ya dî rûyê demê ye. Heçî ruhê demê ye, serwextbûna bi herka demê ye, heçî rûyê demê ye jî serve serve teşepêdaneke çend rûyî ya demê ye.

..

Ez, çalakiya terorîstane ya bo ser Navenda Polîsan a li paytext Hewlêra Herêma Kurdistanê, bi kîn û nefret şermezar dikim. Bo gorbihûştan xwedê reha xwe lê bike û birîndaran jî xwedê şîfayê bidê.

Xwedê bike, ji pakêtan vana bombe û agir dernekeve!..

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi