Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Taxê Feqiyan çawa bû taxê Tekser

Taxê Feqiyan çawa bû taxê Tekser

Heke zikê yekê reş be, hiş û ramanên wi tarî be, di dilê wi de fitne, fesadi, çavsoriti, hesûdi hebe mirovên hemberê xwe an jî  gelên hemberê xwe tû hesab nake. Ji bo tûnebûna wi/wan mirovi/a, ji bo îmha û înkara wi/wan mirovi/a xwe ji tû tişti paşve nade.  

Di borîna dîrokê de û heta îro kurd jî hatin înkar kirin, hatin îmha kirin û zimanê wan, navê wan, navê dar û kevir, zevî û mêrg, deşt û newal, gund, navçe, bajêr û nasnameya wan hate guhartin an jî rakirin.

Ev guhertina milk û wara îro jî berdewam e. Wekî tev xalên welatê kurdan navê taxên Colemêrgê jî ji vê navguherbûnê de cihê xwe girtin e.

Mînak taxê binqesê bûye “aşagi bîçer,” navê bajêr bûye “yukari bîçer,” navê kanîkewa bûye “keklîkpinar.” Wekî van taxên Colemêrgê tev taxên navê wan kurdî niha tirkî binavbûn e.

Mînak; gor gotinên mezina di dîroka Colemêrgê de bi rihinîya erdi (ax herikî/ zenzele) re pir avahi û mirov di bin wê axê de winda bûn e. Ji wê çendê navê wi taxi danîne taxê qiranê.

Ev navê taxê Colemêrgê herê dawiyê de hatine guhertin, mixabin navê taxê feqiyan di salên 1992-93 yê de hatiye guhertin.

An ko dema xaniyên komelî (koma xaniyan ku bi krêdiyen dewletê ji bo welatiyan tê çêkirin) li taxê feqiyan bi aliyê fîrmaya tekserê re dest pê kiri. Bi vê destpêkirina xaniyên komalî re navê taxê feqiyan bû taxê tekser ê.

Heçku di dîroka Colemêrgê de taxê feqiyan di wê herêmê de navekî bi navudeng e. Lewre navê feqiyan ji navê feqiyên medreseya meydanê tê.

Gor gotinên mezinên Colemêrgê dema medreseya meydanê diperwerdahi de feqiyên wê medreseyê heftê rojekê li wi taxi kêyf û seyrani dikirin. Kinc û serê xwe dişuştin. Belê feqiyên medreseya meydanê heftê carekê hatin wi taxi geştê. Heftê rojekê feqiyên medresê di çûn wi taxi ser kaniyên avên wan paqij laş û kincên xwe dişuştin û di wê sedemê de jî ew tax binavê feqiyan hatiye navkirin. Ji ber hatina wan feqiyan di gotin wi taxi taxê feqiyan.

Piştî xwendevaniya medreseya meydanê betal bû melayên Colemêrgê adetê (edet) feqiyên medreseya meydanê berdewam kir û ew hatin taxê feqiya geşt û seyraniya.

Ji salên berê û heta sala 1971ê jî Mele Casim, Mele Mihemedê Cewahirê, Mele Mihemedê Mirîşkî, Mele Silehetîn (Sêrtî bû), Mele Seydo, Mele Şahînê Çavşînî (Mele Şahînê Axacan) û Mehdî Bener (miftîyê Colemêrgê) dihatin taxê feqiyan geşt û seyraniya. Mele Evdilayê Feqiyanî jî di taxê xwe de têkil nava henekî û kêfxweşîyên wan dibû. Tê gotin ku H.Mele Ubeydulah jî bi meleyên Colemêrgê re têkilî vê kêfxweşi û Henekiyên wan dibû. Ev nav in ên melayên Colemêrgê tên bîra min an jî min bihîsti. Heke xeleti di van nava de hebe ez lêborîna xwe ji Colemêrgîya dixwazim.  

Di pêşîyê de ev mele û miftî salê du-sê cara, belê salên dawiyê de salê carekê hatin vi taxê feqiya geşt û seyraniya. Belê dawaiya sala 1971ê ewan jî ev adetê feqiyên medreseya meydanê hêlan.

Wekî feqiyên medreseya meydanê ev mele û miftîyê Colemêrgê li ser kaniya binê benavê, ser kaniya zero, nav milkê pişta avahiyên feqiyaniya bixwarin û vexwarina xwe re heta direng rojê lîstika şûrê keleş di leyîstin. Bi lîstika şûrê keleş re lîstika tîteqanê, lîstika şeqanê û lîstika biranê jî dileyîst in.

Di vê lîstika şûrê keleş re her dem pepok dikirin Mele Mihemedî Mirîşkî. Lewre gor gotina ev melaye mirovek bêdeng, êxsîr, xîzan û bêçare bû. Ji ber hindê melayên dî ew dixapandin û dikirin pepok. Berevanê wi jî kî biba bila biba belê an rik li Mele Mihemedê Mirişkî digirt an jî ji bo henekî û berevaniya wi de neyari dikir. Lê xwedî nedibû. Dema lîstika wan xilas dibû jî Mele Mihemedê Mirîşkî ji ber êşên laşê xwe nedişiya xwe ser pê bigir e. Wê dema dizvirîn malên xwe du mele diçûn milê wi de û wekî torbeyê xalî ditavêtin ber derê mala wi. Ew melayên navê wan borî ên jîyana xwe winda kiri re Xwedê rehma xwe lê bike.

Di lîstikên xwe de pir êş û îza didan hev. Bi leyîstinê re birîndar dibûn belê tû cara dilê wan bi yek nedima. Caran yek bi yek diketin ber îşkenceyên giran, îza û êşujana belê carek dî dilê wan bi yek nedima.  

Ev kêyf û seyraniyên taxê feqiyan pir in. Heta salên 1991ê jî zarokên xwendevan û malbatên Colemêrgîya diçûn taxê feqiya geşt û seyraniya. Lewre taxê feqiya wekî dergehê bajêrê Colemêrgê bû. Bi daristana xwe re, bi kaniyên xwe ên di bin axê de derdiketin re û bi darê gihûşk û tû a re navudeng bû.

Mixabin niha jî navê wi taxi bû ye tekser.

Kanbax be ev navê tekser li kû hat û şûna navê feqiyan girt. Ev navê herî dîrokî li ser vi taxi rakir. Serêsola, zeviya nehka, berê spî, bîşi, taxê Ebo, ketê, cete, botkê, coxûn, mêrgên biavzeh, daristana binavê milki û pir dî herêm girêdayî taxê feqiyan bû.

Ez dizanim pir navên welat vê demê negeheştin e navê xwe ên qedîmî, ew herê.

Belê hêvîya min ji şarederiya Colemêrgê, hêvîya min ji şarederê Colemêrgê. Hêvîya min ji encûmenên şarederiyê û encûmenên parêzgehê (wîlayetê) ev e, navê taxê feqiya ê qedîm carek dî bidin ê.

NAVÊ  WI TAXI Ê TEKSER RAKIN Û NAVÊ FEQIYAN BIDIN WI TAXI.

Ji wan re ev navdane herî sanahi ye, bi qirarekê dê taxê feqiya bigehe navê xwe ê qedîm û dîrokî.

Ev taxê ji Colemêrgê re herî qedîm û girîng ne tekser e, feqiyan e. Bila ev kirêtiya kevti ser vi taxi rabe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10