Enver Özkahraman

Enver Özkahraman

Şûjın

Şûjın

Gundê me li herêma Culemêrgê li kûratî ya gêlîyê Tiyarê bû. Gundî tim bi hêstira diçûn Culemergê. Çûndin û zivirîn bi rojan bû.Berî çend salan ku ez hej li gund û biçûk bûm, zelam û gundîyen me  tev bi dersok bûn û gava ji bo navşarek rêvîng bana, ji cîranê xwe bona  navşar şewqê dixwestin û gava nezîgî  şari dibûn li ser kaniyekê radiwestiyan û ji bo behndanê, dest, pê û ruwê xwe dişûştin, gorê kar ji pê xwe derdixist, sahak ê nexşandi bi gorê nû dikir pê û gûfik ê rengîn ser girê didan piştra, ber tirsa cendirman û tahsîldaran, dersoka ji bab û bapîran hatî ji serê xwe dikirin û şewqa êmanet bi êmanetî danane ser serê xwe, hinek bi guhê bel, hinek bi patik kêçel ,hineka şewk dida rexek li ser guhe xwe ê bel, hıneka paşopê dida nav sere xwe,lı kolana û sükê bi şewk digerîyan, frotun, kirîn, şol û karê xwe dikirîn û gava ji nav şar derdikevtin,vê carê jî şevqê ji serê xwe dikirin û dersoka xwe bi dil û can û şidyayî li serê xwe dizivirandin û girêdidan, perteyrek di ne habera dersok û kumê diçikiland, hineka ji kûlilkek a behn xweş dana pişt guhe xwe bi serfirazi û rukenî berê xwe dida gêliyê Tiyarê, bo mal... Ji xwe li gunde me dû şewq hebûn yek a mihtarê gund û yadî jî şewq a cîrane me mamê CIMO bu.. rojekî cîranê me mamê Cimo hatibu mala me û gotibu babêmin

-Ezê biçim karvanî, ka ŞÛJIN a xwe bide min, gava ez zivirîm dê şujinê bidim te..

Bavêmin  ne bi dilbu û gote mamê Cimo,
-CİMO ez ŞûJIN a xwe nadim, tu dê ŞÛJIN a min berze bikî ez dê mahtelbim.

-Na..Bi Mishef ez ŞÛJIN ê berze nakim gava min ŞÛJIN a te berze kİr ez de  bo te peş wîda deh ŞÛJIN a  bideme te..Bave min serê xwe hejand û rabû çû dev stûna mezin u ji cîye bilind ŞÛJIN a çikilandi ina û da mamê Cimo... Piştî mamê Cimo xatira xwe xwest û çû,bavê min serê xwe hejand û got,

-Ji şewqê nebana min ŞÛJIN ê nedida te, lê van rojan ez jî dê şewqê jê bixwazim..

Wê şevê Memê Cimo û çend gundîyê me çûne karwani jı bo pezi xwê, çayê û şekir î, malîyan û mêhvanan, têra pênc şeş heyva..

Çend roj di nabeynê da burîbun nayê  bîramin, lê êvarîyek bu,mamê Cimo hevsarê hêstirê di destîda,di ber derîyê me ra diburîya,bavemin  li ser banî bangurdan (loğ) dibir, diîna ewî  mamê Cimo dît û lê kire gazî..

-Cimo... Cimo bira, bila neh  Jin û ŞUJIN bo tebin, lê ka ŞUJIN a min bide min...

Ez wê gavê biçuk û tê negehiştîbûm kanê bo çi bavêmin dilê mamê Cimo hêlabu. Lê belê evroke (îro) piştî çend salan min jî qedir û qîmeta ŞÛJIN ê ji nû zanî.. Moriv, wê demê mêrê Kurd, bê hencer, bê şe,bê qodik (eyne) neşê (nıkarê) bine pêş çave xwe. Lê Neşîyan tim Jine lı gel xwe bigêrînin lê ji peş we Şûna jinê ,tim bê şûjin jî nediqetandin. Şujin, kêrhatîyê, bab, bapîr, dayîk û dapîr, qîz  û buk ,kur û xort, axa û xulam bu.. ŞÛJIN her dem ji bona gundîyekî,, ji bona cotyarekî,,ji bona şivanekî hacetekî gelek giring û heja bû. Li gundeki ŞûJIN tünebîya ew gund wêran, li malekî şujin tünebîya ew mal, li gund kavil dahatin hesêb.. Wê demî jî heta berî çend salê burî jî, ji bo gundîya, ha jinek, ha ew asinê tûj, zirav, nazik, dirêj, zîrek, kêrhatî û ji hesin bûwe ŞÛJIN ek.. Ew bu hinêrê desta,,ewi derê cihalî(çuwal) didirû, ewî kurtanê hêstirê, kalik û pêlava diriyayî, navlingê şelwal î didirû, ew bû dexil û genim dibir aşê,ewî ji aşê ar î dîna mal û bo xwedîkirina biçûkan, malîyan û mêhvanan. Harîkar bû, havîna zivistana, hêja yê bi qedr û qimet ew bû. Cihê wî li stûna mezın ya nav malêda, ew bû li ber şûtik a armûş,ew bû li rex dersoka sim simî, an li bin şewqa di serî da... Ew dest û pê bû ji bo şivanî ji bo gavanî, ji bo karwanî ji bo cotyarî, xwedanê wê rû sipî bû, bêywê rûreşi bû, neyîya (nebûna) wê alozî,stûxwari, destvekirin bû, Ji bo tim gundiyan, rêncberan û karkeran..

Ferqa wê u jinekê nebû, gelek caran, cihê bê jin ewê şolê jine dikir. Bi destê zelaman, cihe jinê digirtin... Bi yek ta, yek ris ew jî mîna (wek) jinê kerhatî bû, bê wê neqetayetî bû loma jê ra dibejin  ŞÛNJIN..Bi zimanê sanahî ŞÛJIN.

ŞÛJIN.hacet”e,Zîrek”e,kêrhatîye, heval"e, biraye, serfirazîye ew asinê zirav û ser tîj, bine wê kunkirî, ne qels,ne çews, lê granbaha... Yê bi destê hedadê File hati çêkirî hêjatır e..

Ber dikevîtin,hilo sibê ŞÛJINEKİ bikirin,li mal danin cihe li pêş çav..

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Enver Özkahraman Arşivi

Medo

03 Ocak 2021 Pazar 13:18