Omer Dilsoz

ŞTAZIN bi (d)ar e

22 Haziran 2012 Cuma 20:05

Nizam hatiye serê we jî an na, lê hinek caran bûyer diqewimin mirov dibêje qey (ew) du(çend)bare ye û dejavu ye dîsa dîsa lê diqewime.      

Sal 2006 kelegerma havînê, dîsa sêla siyasetê bi hin guftûgoyên germ dikelî, spêdeyekê hemû ajans û televîzyon bi yek rêz ketin dorê; Oremarê bilind e.

Bi wê moralê kurdê ku di “siyaseta maseyê” de hatiye tengavkirin û dor lê hatiye asêkirin, bi têgîna “zêr zane, zor zane devê tivenga mor zane” atmosfera psîkolojîka rajêr a şerî dest diguhart û kurdan strana ‘egîdî û mêrxasiya gerîlayan’ digihande ber perrê asîmanê heftê.

Û dîsa havîn e. Kelegerm e; Di meydana siyaseta Tirkiyeyê de CHP û AKP ji bo “Pirsa Kurd” hin hevdîtinan pêk tînin; Pê re Leyla Zana beşdarî vî karwanî dibe û dibêje, “Heke we dil heye vê pirsê bînin ber behs û xeberan va ye em jî hene” û hema piştî wê, li girtîgehan bêhna sotinê ya kizirî diçe ber banê felekê.

Gotin bi hewa ve difirin; kanalên televîzyonan bi model û rêbazên çareseriyê dibine ewrên nîsanê û gujo guj dibarin.

Lê meydan rip û ziwa ye, dêm û dêmistan e; Bo navê nermkirin û bawerîpêanînê çirkek, dilopek jî li erdê “çareseriyê” neketiye.

‘Gotin’ pir lê ‘kirin’ sifir di ber destî sifirrr! (bû).

Erê tam vê pêlê, di vê hengameya pirbêjî û hîçkiryarî de, kelegerma Xizîrana ku li beyar û pesarên Kurdistanê xizîrî û kizirî,  demildest avrî weke avriyên bazê çav bi nêçîrê dikevin, dageriyan ser ŞTAZIN-OREMARÊ.

Oremara bilind vê carê li ber Ştazina bi dar dibû paşçeper û bi dengvedana şerê du şev û rojan dilsojî û giraniya vê pirsê careke dî kire tiring û li nav paniya çavên dost û neyaran da!

Ştazin, bersivek bû bo bêdengî û sersarî û lewçetiya hemberî vê pirsa giran, vê êşa bi êş û jan.

Çi ko, pirsa kurd hema bêje di meydana legal a dewlet û hikûmetê de, têra xwe hatibû MAGAZÎNEKIRIN.

Hem behsa çareseriyê dihat kirin hem jî her roj GIRTIN, OPERASYON…

Lê ŞTAZINa bi dar di vê heyamê de dibû hawareke bilind û bi bîra her kesî dixist ka ev bar çend giran e û ev keştiya li ser xwînê dikişe; Hatiye ber wê tengavê ku dikira dost û neyar giş tê de noq bibin û bixeniqin.

Ji ber wê, Ştazin e bi dar e, bi ar e; Arê ku bi daran dikeve ji bo her kesî şewat e.

Ev agir bi mala me hemûyan ve ye. Ancax em pêkve dikarin avekê pê dakin û vemirînin.

Kengî em hatine wê qonaxê ku gava li vî welatî, siyaset hinekî xitimî; Bo rê vebe û mirov bikaribin biaxivin Hikûmet/Artêş hewceyî bi RÛBOZIKê nebîne; her wiha siyaseta Kurd û tevgera Azadiyê jî ji bo bikaribe derdê xwe bibêje Hewceyî bi OREMARÊN NÛ, ŞTAZINAN nebîne, wê demê em dikarin bibêjin li Tirkiyeyê hinek tişt diguherin.

Ji bo ku rê vebibe ku ev qonax pêk bê, divê her kes, ji her alî –Bi taybetî aliyên şer- bi jidil û dilêrî destê xwe bidine ber vî barî û yên pêkanîn û çêkirinê bin.

Heta ku ji nava PKK û dewletê bi xwe alî ji bo ÇARESERIYÊ îqna nebin, hemû lêgerînên çareseriyê dê PALYATÎF û HILAWÎSTÎ bimînin.

Dê aliyek miheqeq têkdan û destkariyê di wê pêkhatinê de bike; Divê ev rastî bête zanîn.

Çu kes nikare bibêje çima wisa dibe jî; Çi ko surişta vî karî wisa ye, xwedanê şerî ancax dikarin aştiyê pêk bînin.

Jixwe civaka şêwr û aqilmendan jî dikare rola berêkveanîna herdu aliyan bike…

Bi hêviya ku ‘hukmê gotinê’ ji yê devê ‘tivenga mûr’ ZANATIR be!

Bu yazı toplam 4685 defa okunmuştur