Silêman Feqiyanî

Spas

02 Temmuz 2013 Salı 10:49

Xwendevan, heval û nayisên nazdar. Bi lêborîna we re, piştî erdheja Wan’ê  wekî tev Wan’iyan îza kêşayî hiş û ramanên min tevlihev bûn. Di vê erdhejê de aliyekê pîskolojî, aliyekê aborî û aliyê dî de jî hilketina nexweşîyan re  aloze bûm. An ku jîyana min tevlihev bû.

Rasti bi îzaya xortkirina avahiye xwe re jîyan wekî pûşê payîze belav bû. Piştî pênç mehan de, dawiya meha çille es kevtim avahi.

Ev pênç meh e jî ez nexweşxaneya Hacettepê de têkoşîna nexweşiya şêrpençê re rû bi rû sekinême. Piştî emeliyatê  du meh bû tedavîya radyoterapî û kemoterapîyê de borîm.  Ev du roj e ez ji tedavîya radyoterapî û kemoterapîyê xelas bû. Şikur naha ez baş im.

Çendî ez bajarê Enqer’ê de mayî de û ev nesaxiya min giheşti guhê gelê Colemêrg’ê, hevalan, nayisan û xwendevanên delal, xem û dilkovaniya xwe bi têlefonê re gihandin min.

An ku heta bijîşkan telefon ji min qedexe nekiri, telefona min qet nesekinî. Navbenda qutbûna telefona min de pir heval, nayîs  û xwendevanên min ji min re telefon vekirin belê sedema girtina telefona min, bi min re neaxiftin. Ez carek dî lêborîna xwe ji wan re dibêjim. Bila heval, nayîs û xwendevanên min bizanin ku demara stahê min bi hebûna wan re diavêje.

Belê ji îro paşda ez bi heval, nayîs, xwendevan û gelê Colemêrg’ê ê bi rûmet re bikevim henekî û laqirdîyan.

Bi tev heval, nayîs û xwendevanên  ji min re telefo vekiri re spas dikim. Ez Silêman im, hûn jî av û ba ê min in. Ez bi hebûna we re dijîm. Ji hewe re silav û rêz. Spas. Spas. Spas. 

Bu yazı toplam 3876 defa okunmuştur
DERBAZIBİT BU MAM HUSTA
 // HALİS KANAT
MAM HUSTAYI AZIZ YA RABBİ EV NEXAŞİYE İŞŞALAH VAXTEY KİMDA DERBAZ BİT XUDA SAĞ SILAMETİ BİDETE CANU GANITE TE HER DEM NAW CİWATAN NÜ GEL DA BİYY...
11 Temmuz 2013 Perşembe 16:17
18:48
 // Adnan Axacan
Mamostayé héja
Demeke nivísarénte dernediketin. Min hay ji nexwesíya te nebû. Derbazí be. Hévídarim rewsa te bastir e. Dísa bi hévíya vegerate li nav rûpelen Yuksekovahaber û bi xwendina nivísarén te yén xwes û sirín bi devoké Culemérgé. Bimíne xwesíyé da....
08 Temmuz 2013 Pazartesi 18:48
07:17
 // Hamza Anuş
Gelo nexweşi ya te derbaz be ınşallah. Xwedê silametî ya bi xêr ê tere bişine.

Yekî vek kesayet a ve gelê me re hevceye. Hûn her saxbin....
06 Temmuz 2013 Cumartesi 07:17