Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Şîr di difnê re înan/anîn

Şîr di difnê re înan/anîn

Ev biwêja “şîr di difnê re înan derê” di jiyana kurdî ya rojane de, ji bo wê rewşê tê gotin ku “jiyan li yekî bête heramkirin û ew bête poşman û şerpezekirin.”

Şîr, weke ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn, (ve)xwarina –a rast ev bizava destpêkê ne xwarin e, ne jî vexwarin, mêtin e- destpêkê ya mirovan e.

Zarokê sava berî her tiştî firoyê diya xwe, yanî bi şîrê helal û zelal ê dayika xwe dest bi serhatiya xwe ya jiyanê dike.

Ev ji bo hemû zarokan wisa ye; Ji bo zarokên feqîr û heyiyan, yên reş û spî, kej û bozan, yên kurd û tirk, ereb û amerîkiyan…her wisa ye û her dê wisa be.

2ê gulana 2012ê li ser ajansan nûçeyek belav bû; -Li Amedê bi dehan zarok bi şîrê ku xwendegehê li wan hate belavkirin jehrî bûn, -bi dev û difnan vereşiyan- û veguhastin bo nexweşxaneyên cur bi cur ên bajêr.

gotin di nexweşxaneyan de cih nemaye.

Gelo ev hewldana ku şîrê biçûkan jî di dev û difnan re tîne, bi jehrdadanê dixwaze çi bike?

Divê em vê kiryara –hewldana- jehrkirina zarokan çawa têbigihîn?

Weko li bîra me ye, Sedam gava kîmya li kurdên Başûr barand, bêhna sêvan xistibûyê ku zarok nikaribin xwe li ber ragirin û demildest wê bêhna ku gelek jê hez dikin, bikêşin kezeba xwe da ku zûtir dil û hinav û cerg lê ker ker bibe.

Gelo çi ferq di navberê de heye?

Şîr, xwerekê ewil ê hemû mirovan; Heke bête xwestin qira nifşekî bête anîn, dikarin ji sere kaniyê ve dest pê bikin.

Ji şîrî, ji xwerekê ewil.

Binêr, em Kurd bi çend awayan şîrî di literatura xwe de bi kar tînin.

Gava em ji yekî zivêr bibin: “Tu raweste, ez ê nîşanî te bidim ka dinya çend dorman e, ez ê her du çavên te cot bînime derê, ez ê didanên te yên şîrî hilkim…”

Gava em behsa bûyereke trajîk bikin; “Te dî çi înaye serê wan, firo/şîrê diya wan ê bin didanê kursî ji dev û difna wan înaye derê.”

Bi dehan zarokên Kurd ên bi şîrê dewletê bi jehrî bûn, niha bi dev û difnan vedireşin.

Ji aliyê dîtir, jet û balefirên dewletê çiyayên Kurdistanê dide ber agir û jehrê lê dibarîne.

Her roj darbest bi ser malên bavan de diçin.

Mirin…sotin… kuştin…jehrîkirin hê jî div ê sedsalê de para kurdan e.

Ev şer îro jî –vê çirkeya hûn van rêzikan dixwînin jî berdewam e û belkî di nûçe û bultena êvarê de –xwedê neke- xeberekî nû yê diltezîn bibihîzin.

Ma ne bes e; We şîrê diya me di difna me re anî, ma ne bes e loooooo! 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi