Omer Dilsoz

Simore sivkê darê... (Bo Dîjo can)

30 Ekim 2010 Cumartesi 23:28

Piştî baraneke dijwar tav tîrêj tîrêj xwe berdide ser jîngehê. Keskahîya zîz û ajarên xwe ji zerê payizê yê pel û pelaxan vedizî, bi rûkenî li ruhê mirovî digeze. Bêhna westiyayî ya payizê, wekî nefeseke fireh mirovî digire nav xwe û wekî çivîkek dade ser hêlîna xwe û têjikên xwe hembêz bike, mirovî dibe dinyayeke din...

Simore, firt û firt xwe ji nav qurmê bot ê kevnegûzekê diqevêze, baz dide û wekî bayê fîşekekê di ber mirovî re gav dide û ji wir diçe wir...

Simore, an jî sivor, wekî hemû ajalan di têjiktiya xwe de gelekî xweşik û şirîn e. Di çanda me ya gelêrî de simore, bi lezgîniya xwe dibe mêvanê falb û çîrokên me û em bi wan jêrhişa nasîna cîhanê ya zarokên  xwe dixemilînin.

Çîrok, cîhana zarok a xeyalan mezin û dewlemend dike. Jixwe heke zarok di jiyana we de hebin; hûn ê pê bihesin ku mucizeya mezinbûn û têgihîştina “raboriya me” çend rengîn, çend xweşik, çend bi kelecan û çend bêhempa bûye.

Gelo, li ser rûyê erdê ma tiştek ji nêrîna zarokekê spehîtir heye?

Di spîka çavan de, tîrêjên masûmiyetê, wekî ku mirov li aveke zelal binêre, wisa hemû keser û sergêjiya jiyanê ji mirovî bi dûr dixin û tîrêj tîrêj şadî û bextewarî lê vedidin.

Di rengê rû de, bêhnên bihûştên dilan, pêl bi pêl lê belav dibin û wekî deştekî pan î fireh a keskeşîn, wekî deryayeke hêşîn wekî kulên dilê mirovî bi carekê de dibin û li şûnê bi hezaran hêviyan lê geş dikin.

Welhasil, zarok wekî simorekê tê û bi leza fîşekê dilê mirovî şên dike.

Simora min jî dîjo ye, Dîjle can... Niha ew bi ser du mehan ket, êdî dikene, gixegixê dike... Gava ew dikene, her wekî pêlên robarê Dîjleya pîroz, bi ser çolistanên dilê min de tên û jiyan bi carekê dibe gul û gulistan...

Ez, bo wê, bi kurdî lorikan dibêjim; lorî lorî! Ew jî li min vedigerîne, dikene, digirnije, eynî wekî ku gulokek tîrêj çirûsk bi çirûsk li asîmanê tarîsana min geş bibin û bi carekê ronî û ronak dibe dilê min...

Sivora min dîjo ye, Dîjle can: Niha ew bi stranên kurdî şîrê diya xwe dimije û hişê wê bi kurdî fêrî ken û peyvê, peyv û gotinê, gotin û axaftinê dibe... Ew, gula bijkoşk li beyarê dilê min hêdî hêdî dibişkuve û pê re pê re xweziyan li jiyana me dibişkuvîne...

Dîjo, Simorka min e... îro, di vê nivîsê de, min xwest ez wê binivîsim û lorikên ku ez rojê herî kêm sed caran bi vî dengê xwe yê nexweş jê re vedilorînim, bi we re parve bikim. Çimkî, ev cîhana me, ev jîyana me, me ji “zarokên xwe” bi êmanetî wergirtiye, diviya em xiyanetê li vê emanetê nekin.

Zarok, ne tenê sibêroja me, ew jî duhî û raboriya me ne jî; çi me li jêrhişa xwe ya çandî ki duhî û pêr ji pêşiyên xwe wergirtibe, em li ser vî binemayî, cîhanekê ji wan re dihêlin...

Simora min, niha li ser darên peyvê hêj tenê gixe gixê dizane; lê li welatê ku ew ê sibê lê mezin bibe, bêhna “kuştin, agir, talan, bindest”iyê dil û mêlakan dikizirîne... Ez hez nakim, Dîjoka min, li vê cîhana kambax, bi qedera me mezin bibe...

Ez hez dikim, Simora min, bi çîrokên zimanê dayika xwe mezin bibe û li welatê xwe, wekî keseke azad û bi têr û tesela dilê xwe bijî...

Em dikarin ji Simorên xwe re cîhaneke xweştir ku ew hemû emrê xwe, wekî niha (du mehî) her bikenin û ew îfadeya masûm û bêtirs a li nav reşika çavên wan, her wiha geş bimîne û tîrêj tîrêj biçirûse... (Ew heq dikin ha!)      

De kerem kin, lorika simorka min:   

Simore sivkê darê
Ji vê darê çû wê darê
Sibê heta êvarê
gûz kerot anî xwarê
Berû verot berda xwarê...

Simore sivkê gûzê
Ji vê gûzê çû wê gûzê
Sibê heta êvarê 
Dike çîze çîzê
Nahêle kakila gûzê...

Bi hêviyên xweşşş!

Bu yazı toplam 4388 defa okunmuştur