Omer Dilsoz

Sibeya cejnê li Mexmûrê

19 Kasım 2010 Cuma 02:29

Sibeya cejnê, Mexmûr, bi dengê zarokên rûgeş ên koçberên bakurê welatê xwe, li ber perava girekî rût û ziwa, deştekî bêrehm û bênefes, ji bêdengiyê diket.

Li rasthatinê binêrin: Ez cara yekê têm Mexmûrê, ev hatin jî rastî roja cejnê hat.

Her çend mexmûriyan xanî û warên xwe ji bo zivistanê têkûz dikirin jî, guhê wan li pêşketinên li xeta Bruksel-Enqere-Hewlêr-Washington û Amedê bûn. Belkî çu kesê nedizanî ser ziman, lê mexmûrî heta binê xwe bi hesreta vegera welêt tijî bûbûn.

Zarokên ku bi kelecana cejnê, mal bi mal digeriyan û şekir ji xwe re berhev dikirin, xewna welatê jor ê ku dê û bavê wan jê hatine û bi çîrokên wê ew mezin kirine, didît û bi kesera bav û diyên xwe, çîrok û serhatî di ber guhê hevdu re digerandin.

Mexmûr, bi êşan hilçûbû û her wekî bêje “hinde jî bes e!” dixwest vê carê bi “çîroka vegerê” bawer bike.

Çîroka vegerê, hemû zivistanan zarokên Mexmûrê pê dinivin û wê çîrokê wek “hêviya bihara bê” li dilê xwe diçînin.

Bihar tên û payîz bi ser Mexmûrê de kevin dibe, lê “sibehiya bihara vegerê” qet lê hilnayê.

52495

Ez spêdeya cejnê gava bi çîrokên ber dîwarên Mexmûrê hişyar bûm û min li çola ku zarokên xwedanê baweriyê dagerandiye “warê jiyanê” nihêrt, di nav hişê min de, gevezînka çîrok û serhatiyên Mexmûriyan li nav hev diketin.

Çu pê nediviya, çimkî Mexmûr û dîmena wê bi xwe, her tişt vedigot. Yên li wan qewimîne, yên dost û dijminan li serê wan anîne, gava te li nava çavên mexmûriyan dinêrt jixwe her tişt dihate pêş çav.

Wêneyên li dîwaran û baweriya bi “rojên azad”, “bihara vegerê” û hêza îrade û şiyana baweriya însên gelekî zelal bi ber çavan dixist.

Mexmûr, wekî abîdeyeke pîrozkirî, wekî warê efsaneyan di nav gemariya cîhana beravêtî de xuya dibû û cejn li vê derê bi sed caran ji cejnên ku gelek tehma wan nemaye, biwatetir dibû.

Gava mirovî carekê lê dinêrt, zarok wekî her derê li Mexmûrê jî zarok bû, cejn jî wekî her derê cejn bû; lê gava mirovî careke din lê dinêrî wê carê ne zarokên Mexmûrê wekî zarokên dîtir hema tenê ‘zarok’ bûn, ne jî cejna wê wekî her derê tenê ‘cejn’ bû. Çimkî li vê wargeha penaberiyê, zarok, bi ser xêzika mirinê hatibûn, cejn jî tenê wesîleyeke bibîranîn û hingaftina keseran bû...

Mexmûrê, ji bo “vegerê” zarok mezin dikirin; zarokan ji bo “vegerê” li Mexmûrê bi “azadî” peyvên ji zimanê diya xwe ya qedexe, mezin dikirin.

A rast, Mexmûr, ji bo min bû “veger” û ez li wê derê pê hesiyam ku çi bibe jî, dîtin û jiyan mirovî digihîne rastiyan.

Rastiya Mexmûrê, bi her aliyên xwe ve neynika “trajedî-berxwedana” dîroka kurd û Kurdistanê ye.

Li vî aliyê vê trajediyê; di bêderfetiyan de “welatekî xweser” di nav xwe de ava kirine, li aliyê din ê vê trajediyê, ligel hemû lutf û keremên der û deraniyan, “azadiyeke bêser” heye.

Belkî jî nakokiya rastiya me kurdan, di navbera çend kîlometirên bakur-başûrên li ber sînoran de xuya dibe.

Ez sibeya cejnê li Mexmûrê “zarok” hatim dinê.

Ez spêdeya cejnê li kampê “bêguneh” ji xewê rabûm.

Mamoste Ihsanê Mexmûrî digot, “Omer, çu tişt ji azadiyê xweştir nîne” lê azadiya li ber sînorên kampeke dorpêçayî... helbet, wî behsa “azadiyeke dîtir” dikir, lê her çi be, mirov li devera ku bi nênûkên xwe kolabe, bi xwîn û xwîdana xwe av dabe û “tovê azadiyê” yên bîreweriyên xwe lê çandibe, bi rastîn “azad e.”

Bi hêviya pirsgirêka kurd çareser bibe û difna kesekî tenê bi xwîn nebe!...        

Bu yazı toplam 4703 defa okunmuştur