Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sî-tavk

Sî-tavk

Sîtavk, enerjiyek e; ji sî û tavê têkel e, ne sî ye ne jî tav...

Bo nimûne, xewn, bîrhatina wan; sîtavk in...

Enerjiyek in... te ew hes kirine, jiyane û te ew di erdekî kûr û kûr; di jiyaneke xwe ya tu bi xwe jî nizanî ku der e, çend kevn e û ji ku derê ye, reenkarne dikî û bêhemdê xwe, di wê jiyana ‘sîtavkê’ de dijî.

...

Hafiza û bîr û bîrhatin jî, gera û vegera sîtavkan e...

Di wê bîrê de, kulturek, têgihîştinek, di kevalê qenc û xirabiyê de ‘exlaqek’ durist dibe û tu pê jiyana xwe bend û dabîn dikî, teşeyê dîzayn dikî, dirûvê mîzanpaj dikî, çarçoveyê redakte dikî, xeyalan tashîh û sererast dikî û bîra wê xitim dikî, kutne dikî, pêpes dikî, dinijinî, dîwaran li ber lê dikî, bendan li dorê ava dikî, deriyan tê re çêdikî, bircan li ser ava dikî û hifz û jêrhişa wê penîçav dikî, arşîv dikî û tê de, ji te re dinyayek kozmîk ava dibe...

Sîtavk, bi ser xwe ‘enerjî’yek e...

Enerjiya ‘xeyalê’, ya ‘xweziyê’, ya ‘hêviyê’ û ya ‘daxwazê’...

Niha, piştî me xeyalên xwe li tejiya hişê xwe rêstin, xweziyên xwe bi tejê dilê xwe lêkrisandin, hêviyên xwe bi singê ruhê xwe kutan û daxwazên xwe bi heza jiyana xwe kemilandin, wê demê, sîtavka li ber me, deştên pan ên jiyanê ne û tarî û kend û bendên li ber me jî, giş, xwîdana eniyê ne û me ew li pey xwe hiştine..

Enerjî, kengî bi mirovî gihîşt û bi mirovî kemilî, wê demê, mirov siwarê wê ye, lê kengî mirov di nav lepên wê de, bêserober xwe berda û çû, wê demê jî, hemû sîtavkên jiyanê bo mirovî riyeke tarî ya bêdûmahîk e...

Ji ber vê ye,

Divê mirov... gavekê li pêş, gavekê li ber, ber bi asoyên xwe ve biçe. Enerjî, herikînek e...

Tu rawestî jî ew ranaweste...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi