Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Şevên sar û tezî

Şevên sar û tezî

Şev wekî se ên ber kerê pezi di rewine mirovi. Şev we bi tirs in. Şev dem bi dem dîn û har dibe, di nava ramanên xwe de jahrê, ziqimê vereşîn e ser mirovan.

Ev şeva sar û tezî di dem de teyîsî wekî agirê cehnemê û tîrêjên xwe li nava dilka gelan dide.

Wekî findikê (mumê) bi ronahiya hindik re teyîs e û her we wekî findikê jî rondik di çavan de dibare.

Di wan şevreşeyên şevê de, dawiya hilbûn, bi gotinek dî vêketina mumê re rondikên momê çawa bi xerîbi û dilkovanî jorda tên, her we jî axên û nalên ji darubera tê. Wekî rondikên findikê bi reqasa şêxanî yek bi yek dilopdike nava cergê xwe, şevreşe jî wesa bi rik vereşîne ser gelên xîzan.

An ku rengê reşi û her we şevreşe ji gelan re, ji xîzanan re êşujan e, neyar e, rik a çavsorî e û her we evê dijminiya xwe wekî tîrekê di nava dilka rojê dide.

Ser wê sahm û tirsa şevê de têrêjên rojê di pişt çîyayên nazdar û bi bijîn de jî binîvbaweri de, çavê xwe niqîne mirovan. Di wê demê de hindik jî be, an ku binîvbaweri jî be, roj baweriyê di de hindik mirovan. Belê mirovên bêbawer tenê xwe dixapîn in û fahm nakin ku roj jî wekî şevê dem bi dem ji mirovan re neyar e.

Ev şevreşeyên xwedî bi rik û neyarîyê, agiri ser kurdan de dibarîn in. Lewre şevên rik, şevên neyar, şevên sahm, şevên reş ji bo îmha û înkara kurdan ji rojê re kevtiye pêşbazîyê.

Ev şev û rojên bi rik wekî toqa naletê kevtiye stahê kurdan. Di wê sedemê de jî kurd tu cara navbeyna xwe de nabin tifaq. Ma nabêjin êkê nifrîn li min kirîye ji wê çendê şolên min tu cara rast naçin. A kurd jî ji destê şevreşeyê dikêşe ev e, şevreşeya neyar nifrîn li kurdan kirîye û bêtifaqi kevtiye nava wan.

Seba çi kurd nabin tifaq? Kanê bo çi tevahî gelên cîhanê xwedî welatê azad in, xwedî nivîsîna zimanê xwe ê netewîne, xwedî dîrok, çand, wêje a tê nasîn in û hwd.

 Hwd û hwd.

Ji kurdan re ev pirsên herî girîng in. Lewre her kurdek tenê van pirsan ji xwe bike, bawerim dê bersifka van pirsan jî bide xwe.

Nabêjim tevahî kurd xwe xapîn in. Hindik ji kurdan bi barîna baranên neyariya şevreşan de têkoşînê didin rik û zilma tarîtîyê. Belê ewên hemberê şevên reş, şevên tarî têkoşînê didin wekî dilopek bikeve nava behrê tê çav. Gor hejmara xwe hindik in, herî hindik in. Kurdên bi jimareke herî mezin de jî rasti rik û neyariya şevên reş de dest girêdayî û amadene.

Dê bê gotin ko di têkoşîna kurdan de bi hezaran kurd di rijin kolana. Di hilbijartina de hilbijêr bi milyonan dengi diden xwe. Evê tu çawa nabîni û xwe şaş dikî? Wekî van nêrînan di vê şîroveya min de bawerim ez dê bêm gengeşîkirin.

Ez lêborîna xwe dixwazim belê bi mînaka jêri re jî dê bêjim.

Ancax nêrînin ko tinê di Tirkiyeyê de navbeyna sî-çil milyon kurd hene tê gotin. Bila nêzûk bîst milyon kurd hilbijêr bin. Di van bîst milyon hilbijêren de navbeyna du milyon hilbijêran dengê xwe dide xwe. Di bêje deng namus e, namus nahê firotin.

Dengê hejdeh milyon kurdan bibarkêşîya wan re diçe. An ko navbeyna sî-çil milyon kurdan de du milyon kurd berxê ber maka xwe ne, hejdeh milyon kurd jî ji maka xwe û binyatê xwe qipîn e.

Belê wekî hemû kurdan baweriya min jî pê heye ko tevahiya kurdan dê bi dengê wijdana xwe, bi xwe zivirin.

Xolam û xidamiya mala mirovi berdêla mal û milkê cîhanê ye.

Ma na bêjin “ rojekê xolamê mala xwe be, belê bi emirekê axayê xelqê nebe.”  Di wê sedemê de divê kurd heskû ê nav birincê neyari nebe, kevçikê nava virika mala xwe be.

Em şên bibêjin ev şevreşeya herî neyar AKP bi xwe ye. Divê kurdên çavên xwe bi berçavkên tarî re girti, wan berçavkên tarî ber çavên xwe rakin û van lîstikên AKP ser jîna wan dike bibîn in. Lewre AKP di jîna kurdan de wekî nanê sêlê ye. Ne berê AKPê kifş e, ne jî pişta wê. Bi gotinan re wek rexgirê kurdan xwe nîşê dide belê peni re jî bin xîmeyê biratiya kurdan dikolu.

Heta kengî dê xwe xapîn in. Heta kengî tenê rûyê AKPê ê qestî re xwe xapîn in. Heta kengî dê nav nivînên mar de rakevin/razên.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10