Silêman Feqiyanî

Şerma mirovahiyê lavahîkirin e

20 Ağustos 2010 Cuma 13:44

Lavahîkirin çi ye? Lavahîkirin mirov ji Xwedê xwe re hêvîyekê bike ye. Mirov bi tevahiya xwe re xwe hewceyi Xwedê xwe bike.  

An jî ji bo zilm û zordariya yekê re, tû ji desti nehê, rasti wi zilimkari re ku ca xwe xilas bike, di dili de lavahî hebe û lavahîya ji wi bike. Bilî vê jî ji bo berjewendîya xwe, ji bo karê xwe ji yekê re lavahîya bike. Ji van re dibêjin berjewendperest.

Rasti qoweta ji xwe mezin, tû ji destê mirovi nehê, mirov bêtaqet be û xîzan bimîne. Wê demê mirov xwe hewceyî qowetên ji xwe mezintir dike. Ew jî ji wan re lavahîkirin e.  

An ko qowetên mirov neşêtê, qowetên ji qoweta mirovi mezintir be, mirov ji ber wê qowetê lavahîya dike. Di bêje “Xwedê tu min ji destê vi zalimi xelas bike.” An jî di aliyê çîra-çepa de rasti wê qoweta herî mezin stûxwar disekin e.

Heke tû çareseriya mirovi nemabe mirov xwe bi aliyê kêmasiyê, xîzani û rebeniyê de dibîne.

Mirov xwe di xwezayê de rûs û miflis, bêkes û bêwêris dibîne. Ev jî jîyana mirovi a vê xwezayê de tevlihev dike, an ko aloze dike, an ko dike kole.

Dê bê gotin ko kurdan dawiyê de belko lavahî kiribin, belê ji kurdan re dewrê lavahîya rabûye. Kurd dê têkoşîna xwe a heq de bigehin armanca xwe. Hindik pêngav man e.

Ji lavahî, an jî ji lavahîkirinê cide ên xwedî berjewendîya xwe derkevin, rojevê guherîn in. Lewre ji wan re berjewendîyên wan pêşîya berjewendîyên gelan tên.  

Em guherîna rojevê di aliyê dewleta de an jî di aliyê sîyastvanên dewletê de fikurîn.

Em ji wê re dişên vê bêjîn.

Partî, mirov, kom an jî kîjan derok û rêber be, dema serwarî (hâkimiyet) kevte destê yekê an jî komekê, wê demê dinava welat de aloziyan û tengaviyan derêxin.

Rasti kêmasiyên rojevê û hewcetiyên rojevê dest girêdayi dimîn in. Ji bo têkoşîn û darxwaziyên geli neşên bersifka wê bidin. Wê demê rojevê guherin in.

Di vi kari de dê rojevê bibin aliyek dî ku bala geli zivirîn in aliyek dî û ca gel hewceyî wan be.

Ma niha di welat de karker û kedkar, gundî û rêncber hwd. nebêrsî ne, ne xîzan in? Ê pêş çav ku hemû hewceyî pariyê nan in.

Di Tirkiyeyê de pirsgirêka ji hemû prirsgirêka mezintir a kurdan nîn e? Tû kes neşê înkar bike ku bêje çareseriya pirsgirêka kurdan a neherî giring e. Ê pêş çav ku çend jêderka aborî a Tirkiyeyê diherike vî şerê kirêt.

Bi tenê xîzanên welat nekevin nava têkoşînê û seba hindê rojevê diguherîn in aliyek dî. Mînak; ji çareseriya pirsgirêka kurdan re tu çareseri neçêbin re jî rojevê zivirîn in aliyek dî. 

Bi bangê hêzên sivîl re şer sekinî, êdî gerîla mecbur nebin, yek tifenk napeqîn e. Ji hêzên tirki re jî ev fersend e, bila ew jî şeri sekinîn in, tifenga nepeqîn in.  

Belê niha jî hikometa AKPê “heta yek bi tenê terorîst bimîne çiya ev şere dê berdewam be” hwd. dibêje.  

Bi vê mînakê re hêzên serwer ji bo berjewendîyên xwe çawa bivê rojeva welat we guher e.    

Tev rêveberîyên cîhanê bi vê berdewamiyê de dizanin ku ji dawiyê heta îro polîtîqayên partî û rêveber ên Tirkiyeyê jî evê dikin. Ev polîtîqa tenê li Tirkiyeyê naqewimin. Ev polîtiqa tev têkildarên qapîtîlazmê de tên kirin.

Qapîtilazîm di herêmê de an jî di cîhanê de ji bo kar û zêdehiya sermaya xwe çend hîle henin wan tînin rojevê û di berdewamiyê de jî rojevê guherin in. Ku xîzan hewceyî wan û lavahîyan ji wan bikin.   

Bi guhertina rojevê re tû pirsgirêkên welat çareser nabin. Çend hûn pirsgirêkên welat nedanin rojevê û ji bo çareseriya pirsgirêkê gengeşî nekin hûn neşên xwe ji vê vebala gela xelas bikin.

Lavahîkirina mirovahiyê kêmasiya mafê mirovan e, kêfa xwe bi lavahîkirinê neyîn in

Lewere caran gel cihê lavahîkirinê bi têkoşîn û serhildanê re hikometa, dehaqa serubin dikin. Di cîhanê de ev mînak pir henin.

Aha ji we re rê û rêber.

Kerem bikin çekan danên û xîmê aştiyê, biratiyê re xîretê bikêşin.

Bu yazı toplam 4745 defa okunmuştur