Silêman Feqiyanî

Şerkûk

01 Mayıs 2012 Salı 17:31

Peyva şerkûk ê tê wateyek ne ji mafê mirovan. Ji mirovan re, bi piranî zarokan re peyva şerkûki pir tê gotin. Ev peyve nahê wateya mirovê şervan, qehreman, tê wateya mirovê mizir, nehs, nerihet, pûç û cihê xwe de natebite. 

Wekî peyva şerkûki peyvên wekî mizir, şûm, nehs, bêlome, zirkêk, nerihet, pêvedaû peyvên tên vê wateyê navbenda kurdan de tên gotin. Mînak peyva şerkûki nahê wateya şervani, an jî ê di şeri de mizefer û pêpeser be.

Wekî mirovek fahma an jî zarokek rasti yek dî bêdeng be. Rast wi bêdeng be û jidil be. Rasti wi biqedir û qîmet be. An jî xwe têkil wi mirovi neke.

Belê mirov biçe xwe têkil wi bike, qebê wi bixwaz e. Bi wi re şeri bike. Ji ê xwe têkil ê bêdeng û zewal bike re dibêjin şerkûk.

Hindik be peyva mizir ê jî nêzî peyva şerkûki ye. Şerkûk rasti mirovê hemberê xwe şeri hildide an jî şeri hilkulîn e. Mizir tenê xwe têkil wi dike û nealîkarê şeri ye. Ev têkiliya miziri ne ji aliyê qenciyê û serfiraziyê de, di aliyê şolên pûç de xwe nîşê dide. An ku mizir di têkiliya mirovan de tiştên ne ji dilê mirovi be bê qewimîn de tê kirin. Bi kurtasi miziri di mîne xîmê bizav û tevgera mirovi de xwe nîşê bide re dîyardike.

Peyva bêlome. Ji mirovê tiştik xirab bike belê ev tiştê xirab peni re, ne aşkera bike re dibêjin bêlome. An ku ê mirovan xapîn e re.

Zirkêk mêş e û zer e, belê gor mêşên reş mezintir e. Ev jî wekî mêşa hingîvi ji xwe re şaneyan çêdike. Di wan şaneyên xwe de têjika çêdike û ew têjik jî dawiyê dibin zirkêk. Bi piranî şaneyên xwe ber sîvanê avahiya, ber sîvanê govan û kadînan de çêdike.

Caran zarok bidarê destê xwe re şaneyên zirkêkan re leyîzin, zirkêk jî dest û rûyê wan digeze. Caran jî zarok xwe têkil zirkêkê nake belê carek dî zirkêk wan digeze. Cihê zirkêkê derzîya xwe re dest an jî rûyê zaroki gezi ew cihê gezî perçive. Berê cihê zirkêkê digezî me herî danî ser ku ca zêde neperçiv e.

Ev peyva zirkêk ê, yêk peni re dirbê xwe liyek dî bide. An ku ê dirb xwari nezanê kanê kî ew dirb li wi daye. Wê demê ji ê dirb lêday re dibêjin wekî zirkîkê pêveda. Ê pêvedayî re jî dibêjin şibi zirkêkê ye, pir nerihet e.

Bi kurtasi têkiliyên mirovan de ê ne ji dilê mirovi, ê zirarê dide mirovi an jî karê wi ji têkiliyê mafê mirovan dûr û xelet re, ev peyvên jori tên gotin.

Dîyar e.

AKP’ê jî xîmê hikometa xwe ser van peyvên di aliyê mafê mirovan de cihek xirab girti de avakiri ye. Hikometa AKP’ê çand careka ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêngavên aştiyê avêtin. Rasti her carê jî PKK’ê ji bo van pêngavên aşti û biratiyê xîretek pir girîng kêşa û şer rawestan.

Pir caran dem mabû ku dê destê hev girtiban belê çi sedem bû carek dî bûn neyarê hev. An ku dinava hikometa AKP’ê de şilqek vêket. Bi rasti çi pêngava ji aliyê aştiyê de hati avêtin, pirsgirêkek girangtir bixwe re înaye. Hêzên aşkere belê mixabin çu terzan nehati aşkerebûn li gundê Peyanis’a girêdayî Colemêrg’ê komkojîyek çêbû.

Gor AKP’ê şerkûkan qetlîyama Robopskîyê kirin û germahiya vê qatlîyamê niha jî wekî pela dara kewzanê ê nava dilka mirovên dilsoti de.

Dê tam aşti hatiba te dît di nava hikometa AKP’ê de şilqek vêket.

Dê dest daban hev, qetlîyama Sîlvan’ê bi mînaka bombeyekê peqî û rojev serubin kir.

Niha jî bihezaran re sîyasetmedar, rojnamevan, şaredar û hwd. girtin û avêtina mirovan a girtigehan berdewam e. Kirêtiyên sahaya fotbulvanan bi rûyê xwe ê kirêt re kevte destê dozgeran.

Dizi û talana navbenda îhaleyan de tê kirin bi kirêtiya xwe re derket pêş çavan. Dizi û talanên aşkera nebû cida. Dizi û talana bi taybetî ên xwe oldar diînin ziman êdî bêlome.

Rasti ev şerkûk û mizir dinava tev hikometan de hebûn. Belê şerkûk û mizirên vê hikometê hêlûna xwe dinava hêzên tarî de pêtir çêkirîne.

Partîya spî ev çi lîstikin dinava hikometa te de? Partîya spî qatî dinava hikometa te de şerkûk û mizir pir in û tu jî neşêy wan îslah kirin bikî. Vê dawiyê  ê polîtîqaya xwe a peni carek dî diêxe rojevê.

Niha jî ê dibêje “bila PKK çekan danê em jî dê operasyonan rawestîn in.”

Rast dibêje, cihê şervan çu nebin şer jî çu nabe. Wê demê êrija wan a biwateya operasyonan jî çu nabe. Di vê sedemê de ev gotine bêbawerin.

Ha heke bibêje bila PKK şer rawestîn e, em jî dê operasyonan rawestîn in, wê demê hindik jî be baweriya mirovan dê pê bê. Hek çek çu nebin rasti jî operasyon çu nabin.

Dawiya şerkûkan nava kêsê dîrokê de ye, belê sebir.

Bu yazı toplam 3461 defa okunmuştur