Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Serikanî Şêlû ye

Serikanî Şêlû ye

Daxwazi çi ye?

Daxwazi bihevrebûn e, daxwazi biratîya gelan e, daxwazi jînek azad û serfiraz e. Daxwazi dema mirov sibê ji mala xwe derket êvari rasti qotanê, kirêtiyên mafê mirova nehê, nehê kuştin û revandin, biserek bilind re bê tirs biçî mala xwe.

Daxwazi mirov bi rexê kesê re nehê windakirin û kuştin, bi ecela xwere jîyana xwe winda bike. Dema mirov ji malê derket, çavê malbatê (hevser û zarok) pêşîya mirovi de ne mîne. Di tirsa de dilka wan nesekine, çavê wan ji rondike ziwa bibe, tû jin nemînin bêjin, tû zarok nemînin sêwî.  

Daxwazi hemû mirov di karzana de karker be, di gerîngeheke dewletê de karmend be. Li ser gund û warê xwe bi dilê xwe rêncberîyê bike. Di aborîya mala wi de tû kêmasi çune be. Zarokên wi têr û tiji be, bi zimanê dayika xwe re bikevî nava perdewehîya netewî.

Gor dil û daxwazîyên xwe bi dîroka xwe, çanda xwe, wêjeya xwe, aborîya xwe û dab û nêrînên xwe re mijûl be. Ji bona vê daxwaziyê navbera hemû gela tu asteng dernekeve, her kes bi dilka xwe a azad re lêgerînên xwe bike.

Di bêjin tû hêsti di hindirê zimani de çunîne, hindî tû bigêrîni dê bigere. Ji wê çendê daxwaziyên mirova tû car û tû zemana xelas nabin.

Hindî ku mirov xwe pişt van hiziran de veşêrî jî, xweyhêzek (güç sahibi) penî wekî şûrê mûbir dikevî nevberê û mirovi ji wan hişan dûrdike.

Ew rik û neyariya ser Kurda ewa wekî berê niha jî domdike. Berê aşkera dikirin, niha penî dikin. Hindik peyvên dilkirînê rasti Kurda dibêjin. Bi wan peyva re pivyê ne Kurda xapînin. Doza wan ya yêkemîn Kurdê spî û Kurdê reş ji yek cida bikin. Rasti bi vê siyaseta xwe re jî Kurda dixapînin.

Rasti Kurdê spî jî, dibingehîyê de rik û neyari, di pêş çav jî rehm û dilkirîn de, disekinin, belê Kurdê spî di wê fehmeyê de nînin.

Eve hinde meh e ji bona çareserîya pirsgirêka Kurda dixebitin, mixabin hêj hindî serê derzîyê jî pêngav nehavêtî ne. Çimkî ji bona çareserîya pirsgirêka Kurda bi çava tiştik nehatîye dîtin û bi desti jî tiştik nehatîyê girtin. Hemî xebatên wan en çareserîya pirsgirêka Kurda, ji henekîya zêdetir tiştik nîn e.  

Di pirsgirêka wan de, ser Kurd û siyaseta Kurda de şareder, endamên şarederîyê, serokên partîya û endamên partiya hatîne girtin û binçavkirin. Tinê berdewamiya kuştina Kurda dikin û kirêtîyên herî mezin di serê Kurda de dibarînin.

Heke hewe bavê rastiyê bivê dijûn divê di şexsîyeta mirovi de tu ne be. Dema zarokê mirovi bi aqilê xwe yê hindik de dijûn dan, mirov sexera wi di be “dijûn kirêtî ye, şerme, mirov dijûnan nade, hwd.” dibêjîtê. Belê serok û endamên partîya dewleta netewî neşên xwe ji vê kirêtîyê bişêvin.

  1. Hinde sal û zemana siyasetmedarên Tirki di siyaseta xwe de tû nîne ku bihevra nebêjin.      

Pir paşve neçîn.

Di van hilbijartinên vê domahîkê de Erdogan, Bahçelî û Baykal çend dijûnên kirêt gotin yek. Qestî mestî di vê domakê, ji bona çareserîya pirsgirêka Kurd de, AKPê pêngava avêti de navbena wan de çend dijûnên kirêt, gotin yek. Ew dijûnên ewan bi hevra goti fêhlkê zarokê gelan xirap kir. Çend roj paş me alîkarê serokwezîrê Tirki, peyvên kirêt gotin parlementera Kurd.

Çapemenîya Tirki rojekê ew dijûnên kirêt nedanin rojevî. Ewan dijûnan, tenê di nûçeyan de xwe nîşêda û carek dî nehatin ziman.

Du pewvên tên wateya dijûnan ji devê birêz Şareder Osman Baydemir rijîyan. Hemû kes dizanî siyaseta Baydemîri çendî nerm e û çendî sakîn e. Kifşe ku ev mirovê hinde nerm û sakîn pir acizbû ye ku, ew peyv e ji devi wi werya ye.  

Ew dijûnên serokên wan partîya nakevin nava rojevê, seba çi dijûnên birêz Şareder Osman Baydemir di rojevê de dimînin.  

Di nava kevanek (parantêz) ê de kifş bikim, dijûnên wan tû mirov nayînin ziman. Bila mafê mirova gor wijdana xwe kirêtiyên navbera wan de kifş bikin. Heke dijûnên wan gamêş be, ên birêz Baydemir nik yên wan kêç (pire) in.

Belê hindik cara peyvek kirêt ji devê mirovi dirijî, mixabin mirov piştî ew peyv goti poşman dibe. Bawerim şarederê me jî piştî gotina vê peyvê poşman bû ye.  Di zanim ku heke ewên rexê dî çend dijûnan bêjin hind poşman bibin, dê di gola peyva poşman de xeniqin.

Gor vê jî çapemenîya Tirki qet şerm nake, dijûnên wan seroka di rojevê de nagirin, belê ên birêz Şareder Osman Baydemir ê hinde nerm û sakîn rojevê de digirin.

Nûçebêjên Tilevizyonan bi çêkirina vê herîyê re, gelan kişdikin yek, her we navbera gela de xwîndarîyê derêxin. Belê neşên aştiyê pêk bînin. Çimkî ew aliyekî Tirki bêguneh dibînin, aliyê jî neyar tînin ziman. Bê bexti û bê wijdani beleş e. Ev çapemenîya netevî, ji kî re bêjin tu terorîsti, xelasbûna wi ji deştê dewletê çunîne.

Belê ez şêm sond bixwim ku, Kurd ji wan pêtir welatperwerin, Kurd ji wan pêtir welatê Tirkiyeyê re hez dikin.  

Em Kurd û Tirk daxwaza dilê xwe wekî mifriqi bihêzdar/qehîm bigirîn û têkoşîna xwe pêtir xwedî derkevîn dê ava serekanîyê zelal bikîn. Wê demê dê Kurd û Tirk di nava Tirkiyek azad û demokratik de wekî biraya jîn bikin. Hindik ma.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10