Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Serhatî an aqildar?

Serhatî an aqildar?

Salekê zivistan gelek giran dibe. Berf bejnekê dibare. rê û rêbiwar tev tên girtin. Aşît û renî newalên kûr heta devî tijî dikin. Rûvî jî nikarin ji kunên xwe derkevin. Sîvanok xwe di bin tevşên sîvanan de asê dikin û kelaşk ji serma terka spîndaran dikin. Wê salê, çilê zivistanwelê ye ku "pîrê keça xwe difiroşe dike êzing û disoje û malxwê malê kurê xwe difiroşe bi du barên darên dîdarê...

hingê pezkovî ji baleyan dadikevin xwarê û qesta gova camerêkî dikin. Gava dibe sibe, camêr dinêre ku pezên kovî ji çiyê daketine û hatine di goma wî ve. ev camêr gelekî kêfxweş dibe, ji xwe re dibêje, "Çawa be êdî ez xwedanê pezkoviyan im, ma ez ê çi bi van lexer û lawazên du bizin û du mihan bikim" û radibe pezê xwe hemiyê difiroşe.
Lê dibe bihar. Kanî û kanîbiharî dizên, mêrg û terazin têrxwer dibin, binevşok lêva beyaran dixemilînin û hêdî hêdî av di dar û beran digere. befir damenên xwe hildide û heta navtenga çiyê diçe û belekiyên befrê dibin dîmenek ji dîmena rojê. Êdî ji bilî nizar û şûnreniyan qontarên çiya, panav û zêniya çiyan, şîn diketeve.

Hingê pezkoviyên me hêc bûne, camêr her roj du zerikên şîrî jê hiltîne û çend karikên wan jî bi dû ketine, hema bêje çavê gundiyan hemiyan lê ye. Lê belê heçî pezkovî ne çawa dibînin ku çiya şîn bûne û biharê rengê xwe daye, dane dû hev û bêhna xwe li şikêr û milên jorî vedan.

camêrê me bi serê xwe hate tepolan, lê êdî çi bikira jî bêfêde bû. Çimko pezkovî vegeriyabûn warê xwe û ew jî mabû ser jovanî û pêşemaniya xwe ku çima pezê xwe firotiye û baweriya xwe kokî û qelewiya pezê kovî aniye...
...
Ev çîrok her dem gelek bandor û kartêkeriyê li min dike. Nizanim çima lê halê wî gundî û hezkirina me kurdan ya bo biyaniyan eynî tiştî tîne bîra min...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi