Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Şerê ÇELÊ û operasyon

Şerê ÇELÊ û operasyon

Îro, 19ê meha 10 ya 2011ê ye. Berî vir bi du salan, heman rojê ji Deriyê Xabûr komeke gerîla ji çiyê daketin û ji bo sehkirina “samîmiyeta Dewleta Tirkiyeyê” xwe avête vî aliyê sînor…

Pêşketinan em giş dizanin.

Heta duhî jî ceza bi ser cezayî li wan kesên ku xwe wek “Qasidên Aştiyê” binav kirin de bariya û dawîya dawîn, li Tirkiyeyê meydana Siyaseta Sivîl paqij bû û zindan heta guhan tijî kirin.

Hikûmeta AKPê ya di bin serkêşiya Recep Tayyip Erdoganê “qehremanê Xazeyê”, “fatîhê DAVOSê”, “Şêx-ul Îslamê Ereban” û “Qanûnî Sultanê kurdên SPÎ û tirkên KESK” ji bo ku zimanê siyasetê geş nebe û lûliya tivengê biaxive, HER TIŞT kir.

Û îro…

Li ÇELÊ; gerîlayên PKKê bi çalakiyeke mezin ku tê gotin zêdetirê 50 esker hatine kuştin, BERSIVA polîtîkaya girtin, înkar, gîrokirin, biçûkxistin, paşguhvedan û pûkepênedanê ya HIKÛMETÊ da.

Berpirsê sereke yê vê tabloyê HIKÛMET û POLÎTÎKAYÊN wê yên laobalî û serxweş e. Çimkî, bi her tiştî re “LEYÎZ” dibe lê bi ser “XwÎNÊ” leyîz nabe. Hê jî Dewleta Tirk ev rastî fêm nekiriye.

Hêj heta duhî bû, li Şemzînan, di qereqolekê de fotoyên du gerîlayên hincirandî yên bi werîsan ve hulîşandî û li ber nivîsa “ÜLKE BÖLÜNMEZê” hatibûn servîskirin.

Ma zarê xelkê bê xwedan e?!

Begino, de kerem kin, we lîfa xwe dît, keys bi destê we ket: ZAP, HEFTANÎN, XAKURK… bi qewlê PKKÊ, “Qadên Parastina Medya” li hêviya we ne; de kerem kin ka hûn ê çi peynî belav bikin?!

Cara 35ê jî her ji niha ve xuya ye, Hûn ê dîsa SIWAR biçin PEYA vegerin!                

Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku ŞErÊ ÇELÊ, di vî warî de DESTPÊKEKE NÛ ye. Hem ji bo cidîyeta meseleyê, hem jî ji bo ispata hêza gerîla ku heke bixwaze dikare çalakiyên gelekî mezintir jî bike.

Îro, di siyaseta Tirkiye û Kurdistanê de, destpêka nîhwereke nû ye, îro, DOZA KURD û xelkê wê gihîşt “qonaxeke nû” ji ber vê ev çalakiya ku dê wekî “ŞERÊ ÇELÊ” di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire, ji bo doza kurdî ya Bakurê Kurdistanê xwedan girîngiyeke bêhempa ye.

Ev şer, şikestina DÎZIKA SEBRÊ ye, bizdiyana BENIKÊ “An hero an merroo”yê ye.

Encama operasyon/êrîşa bo ser Başûr ji niha ve aşkere ye.

Rojên pêş, li benda gelekî pêşveçûnên surprîz e. Avis e ji bo  her rûdanê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi