Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Şêlim

Şêlim

 Şêlim pincarek wek tivir, silk (pincarê şekir)  û sêvên axê, di bin erdê de dikaka (zerzewat)  xwe dide. Rengê wê  şînespî, an jî sorêspî ye. Pincarek gurover û pahn e. Yên wek tivran dirêj jî hene. Lê yên pahn meqbûltir in. Pincarek pirpel û kulîlkzerê biriqok e.

Du awayên wê hene, yeksalane û dusalane. Yên yeksalane ji bo xwarinê ye. Pelên wê û dikaka wê ango şêlima wê tê hilçinîn (hilkirin). Ya dusalane jî dihêlin sala diduwan. Kulîlkên zerên biriqok dide. Ew kulîlk 50 -120 cm bilind dibin. Di nava wê kulîlkê de bizrek wek yê keleman heye. Di nava wî bizrî de % 33 rûn heye û ji bona rûnê wê derxin tê çandin. Lewre jê re tê gotin şêlima rûn.

Welat û Dîrok:  Welatê şêlimê bi esehî ne kifş e. Hinek lêkolînvan dibên “Ewropa bakur e.” Hinek jî dibên “ Kafqasya û Sîbirya ye “. Lê ji welatên sar hez dike û heta di binê sifirê de 10 derecan di nav axê de tiştek lê nayê û dikare xwe biparêze. Li Kurdistanê li bajarên Serhedê wek Erzerom, Qers, Sêwas û Mûşê ji bo ticaretê çandinîya wê tê kirin. Tenê li du gundên Erzeromê di salê de 200 hezar ton tên çandin. Li bajarên wek  Bîngol, Wan û Hekarya tenê ji bo xwemalî û hinek jî ji bo firotina xwecihî tê çandin. Li bajarên Tirkan jî tên çandin lê ne yên wek Kurdistanê meqbûl in. Piranîya wan cureyek ji bo alifê (êm) heywanan e.

selim.jpgPiştî peydabûna nexweşîya SARSê -ku kes nizane sedamê wê çi ye, ji kur tê û nêzîkî 700 kes pê mirin- li gor lêkolînan dermanê nexweşîya SARS ê ye. Li welatên wek Tayland û Çînê gelek daxwaz ji bo şêliman û ava şêliman peyda bûye. Dewleta Tirkan di salê de bi 100 hezaran ton difiroşe wan welatan.

Têdahî: Kalsîum, potasym, şekir, asîtên şîr, xwêyên madenî, fosfor, sifir (paxir) hesin, vîtamîn A, B, C û hwd.

Gotinên bisporan di derbarê şêlim ê de : “ Şêlim kevir û xîzên nav gurçikan tavêje. Destavê diqulipîne. Heke pelên wê bê hûrkirin û wek seletê bê xwarin pir bifayde ye. Kesên nexweşîya şekir pê re hebe jî dikarin şêlimê bixwin. Şêlim çiqas xav (nepijyayî) bê xwarin ewqas bifayde ye." 

Bikêrhatin: 1- Sîngê nerm dike. 2- Pişikê paqij dike. 3- Edavên qirikê ji holê radike  4- Qebizbûnê dibire. 5- Têhnîtîya nexweşîya şekir dibire. 6- Pirzikên hûkmejinî û hûkmemêrîyê ( balixbûn-kamilbûn) û bîrovan (egzema) dikewîne. 7- Ji ketina kevir û xîzên (qûm) gurçikan re dibe alîkar. 8- Destavê diqulipîne (vedireşîne). 9- Ji bo paqijkirina kûnêr (kwînêr), pirzik û edavên nav rûvîkan dibe alîkar. 10- Peçivîn (werimîn) ên movikan (mafsalan) dadixe û bedenê rehet dike. 11- Bronşan paqij dike ji bo alerjîyê dibe alîkar. 12 -  Berxwedana bedenê li hember nexweşîyan xurt dike. 13- Damarên dil nerm dike. 14- Ji siheta çavan re baş e, diran û goştê diranan bihêz dike. 15- Zixtê (tasîyonê) dadixe. 16 - Toksîtan tavêje, ji kolestirolê re başe. 17- Bêxwînîyê diborîne û stresê tavêje. 

Karanîn: Banyoya piyan, por şûştin, selete, xwarin, tirşî,

Banyoya piyan: Ji bo kesên piyên (lingên) wan diqerisin û dicemidin (taybet ji bo pîr û kalan) 2 şêliman spî bikin, tûvilê (qaşil) wan û qedehek çayê gezingê  (gezgezok) bikin nav lîtrek avê û bikelînin. Bila 30 deqan di dema xwe de bimîne, piyê xwe bikinê heta av sar dibe. Di heftê de du caran mehekê bidomînin Hunê ji wê nexwşîyê bifilitin. Wê avê nerêjin, hûn dikarin ji bo cara duduwan jî germ bikin û bi kar bînin.

Porşûştin: Heke hûn şêlimê bikelînin û bi ava wê ve serê xwe bişon, porê we spî nabe. Heke bizrê wê bê kelandin û por pê bê şûştin por naweşe.

Maska şêliman: Ji bo xweşikbûn, pirzik û zîndebûna rû, şêlimekê rende bikin û li rûyê xwe xin. Bila 15 deqan li ser bimîne paşê bi ava sar bişon.

Şêlima sotî: Jibo porşikestin, dirêjbûna por û nexweşîyên por, şêlimê bisojin, bi dohnê zeytê ve tevlihev bikin û di binê porê xwe ve biperixînin (tê bidin).

Xwarin û selete: Bixwe şêlim wek tivir û gêzerê xav tê xwarin. Lê di nav xwelîyê, an jî di firnê de bê patin jî pir nermtir û xweştir dibe. Herweha şêlim dikeve nav tirşik, birûş (şorbe), seletan (pelên wê jî) û kutilkan.

Ava şêliman: Hun dikarin şêliman bikelînin û ava wê vexwin. An jî bigivêşin û ava wê vexwin.

Tirşîya şêliman: Arvanê savar û hevîrtirşî tevlihev bikin, hinek avê berdin ser û bikin bîdonê, qetremîz  an jî firaxek din. Bila hefteyekê tê de baş tirş bibe. Paşê xwê, şêlimên çarparçekirî berdin ser. Ji bo reng û tamxweşkirinê jî çend gêzerên sor an jî mor hûr kin nav, li gor dilê xwe hun dikarin çend  îsotên sor jî bêxinê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi