Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sêçerxa Kurdî li Rojhilata Navîn

Sêçerxa Kurdî li Rojhilata Navîn

Vê heyamê gelekî tê bihîstin ku TRENDA KURDÎ bilind dibe.

Êdî, ligel Herêma Kurdistanê ya Başûr, herêmeka Kurdistanê ya xweser jî li Rojava ava dibe.

Dost dijmin, her kes êdî bi navê Rojava nas e û bi taybetî bi ser SERÊKANIYÊ semboleke nû ya Kurdî çêdibe.

Stran û sirûdên li ser YPGê êdî lorikên dayikan in li heft dewalan ku li ber dergûşê zarokê xwe pê dinivînin.

Êdî, bûk û zavayên nû mahra xwe bi sûnda Rojava dibirin û navê zarokê xwe an datînin Qamişlo, an Efrîn, an jî Amûdê û Dêrik…

Êdî dilê kurdan –bi taybetî jî bakurê Kurdistanê- bi Rojava lêdide.

Rastiya Kurdî êdî ji her kesê ve pir ayan e û weke ronahiya rojê li ber çavan e.

Bêyî paxavê pê bikin, çi stratejîzan û siyasetmedarên li ser qedera cîhanê xwedan gotin û biryar, bêyî vê rastiyê nafikire û gava xwe naavêje.

Êdî, dewletên mezin, hêzên sermayeya navneteweyî û baron, bêyî vê rastiyê piştguh bikin, xwe nalivînin.

Dîrok, piştî demeke dirêj dîsa bi hatin û rabûna Kurdan tûvilê xwe diguhere û pêleke nû dide xwe.

Jixwe kengî Kurd rabûne, di dîrokê de guherînên gelekî mezin û bingehîn pêk hatine û dergehên nû li ber serdemên nû vebûne.

Di vê heyamê de, çavlê ye ku piştî çendekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bête lidarxistin. Ez jî wek kurdekî tenê hêviyekê ji vê kongreyê dikim; Tifaq û yekitîya Kurdan ku tenê behsa wê heye, bibe rastî û Kurd, berî her tiştî hukmê hevdu li ser xwe qebûl bikin. Rêzê li hev û otorîteya hev bigirin û di warê siyasî de, bi taybetî bo pirsgirêkên dîplomatîk ên derve bi yekrêzî û xwedan bernameyeke milî bin, heçî pirsgirêkên navxwe ne; veguherandin û geşepêdana civakê ya di warê kultûrî, exlaqî, aborî û perwerdeyê de konsesûseke neteweyî bête danîn; Ligel vê, ji pirsgirêk û kêşeyên jîngehparêziyê heta mafên jin û mindalan, di nav civaka sivîl a Kurdistanî de, li ser bingeh û binemayê pêkvejiyan û hevqebûla dîn û mezhebên Kurdistanî û pê re jî hiqûqeke li ser hîmê mafên înnsanî yên gerdûnî ji nû ve dizaynkirina têkiliya Kurdan a digel neteweyên dî yên Kurdistanî yên weke Ermen, Aşûr, Keldan û hwd. bête pêkanîn.

Kurd divê di vê pêrabûna nû de, modêleke mînak ava bikin da ku bikaribin di vê guhertina nû de serdemê de pêşengiya miletên dîtir bikin.

Tîrêjka Kurdan va ye hiltê; Niha çavê her kesê lê ye; Amerîka û Ewropa, Çîn û Japonya, Rûsya êdî bêyî kurd planên sedsala pêşiya me danaynin.

Ereb dibe ku ligel Tirk û Farisan heta çend saleke dî jî xwe di guhê gê de ker bikin, lê ev xweservenebirina wan zêde dom nake û roj dê bêt, ew ê bêne ber derazinka me û çokê deynin.

Sêçerxa Kurdî li Rojhilata Navîn, vebûna dergeheke nû ya li dîroka mirovahiyê ye.

Êdî xwîna Kurdan çi carê weke berê erzan nabe û rojên paletiya pûşî, eskerê xelkê çûn û êdî çu carê ew roj paşve nayên.

Li me pîroz be! 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi