Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sê saetan digihêjin Şamê(!)

Sê saetan digihêjin Şamê(!)

Îro medyaya civakî li meydana twitter û facebookê bi îdiayên germ dihêje.

Tê gotin ku hin kesên ji nava hikûmetê, li hin deveran hin daxuyanî dane ku Artêşa Tirk amade ye ku di nav 3 saetan de paytexta Sûrî Şamê vegire û dawî li desthilata Beşar Esad bîne.

Tê îdiakirin ku Serokê Rûsyayê Putîn ku dihate çaverêkirin ku van rojan bête serdana Tirkiyê jî dê ji bo vê pirsê bihata û Tirkiyê bo lêdana Sûriyê dê hewl bidaya ku rizamendiya Putîn jî bigire.

Îdia pir in. Herî dawîn îro (10.10.2012) Serkanê Tirk Nejet Ozel bo heman mebestê çû navçeya Akçakale ya Rihayê û li wê derê, serdana malbata toplêketî kiriye û kulma xwe guvaştiye û gotiye, “Em ê tozê ji Şamê rakin!

Ez nizanim ka dê Tirkiye li Suriyê bixe an na, lê tiştekî aşkere heye ku civaka Tirkiyê nikare şerekî wiha ragire.

Tirkan di van şerên sed salên dawîn de, bi destê Kurd û hin neteweyên weke Çerkez û Lazan şer kirine, îro Kurd pê re nîn in; Ewê nikaribin di şerekî wiha de bi ser bikevin.

Heke hato şer qewimî, mimkûn e kaos li nav civaka Tirkiyê pêk were, stûna aborî-fînasî dê hilweşe, dûzan û pergal namîne, asayîş dê ji binî de têk here, çeteyên kolanan ên bajaran dê weke kuvarkan serî hilînin, dizî û talan dê serê xwe bigire û biçe.

Çu hêz dê neşên vê qiyametê rawestînin.

Tirkiye weke Sûrî û welatên ereb nîn e. Neşêt şerekî weha ragire…

Dibe ku 3 saetan tangên Artêşa Tirk xwe bigihînin Şamê lê mesele ne çûyîn û vegirtina Şamê ye, mesele agir û tofana piştî wê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi