Silêman Feqiyanî

Şaşî kêmasîyek girîng e

23 Mart 2011 Çarşamba 17:34

Di raborî de hikûmetên Tirkiyeyê bişaşîyên xwe re rasti kurdan diketin nava kêmasîyan. Serokomar, serokwezîr, sîyasetçî û rewşenbîrên tirkan bi daxuyaniyên xwe ên dinava mafê mirovan de cih negirte de rasti kurdan diketin nava neheqiyê. Bizêdehi înkar û îmhaya kurdan re dest jê bernedan. Ev şaşîyên wan niha jî berdewam in û roj bor ojê jî zêde dibin.

Rasti bi van şaşîyên wan re kurdan jî dest ji rastiyên xwe bernedan. Lewre disiyaseta navnetewî de şaşîyek herî biçûk sîyasetê pêncî pêngava paşve dibe. Ji siyasetvana re a herî giring xwe ji şaşîyan parêz in.

Bi zêde heke ew mirov disiyasetê de serok be, pêşewa be an jî rewşenbîrek girîng be, an jî mirovek bi aliyê gel re hatibe bijartin be, divê xwe hişyar be û xwe ji şaşîyan parêz e. Lewre her şaşîyek van mirovan an jî ên statuya vane de, tenê zirarê nade xwe, didin tev geli. Heke ewên di van statuya de pêşîya gelê bindest de xwe dibînin û têkoşîna azadiyê didin, peywira wan pêhtir giran dibe.

Me got heke ji van mirovan de ên bi aliyê gel re hatibin bijartin û geli ev mirovene ji xwe re kiribin rêber divê ew jî şaşîyên xwe hişyarbin. Lewre çav û guhê gelê wi/wan û ê gelên cîhanê ser wi/wan e. Xeletîya wi/wan a herî biçûk wekî mezinahiya çiya tê pêş çav.

Gor min di roja newrozê de rêzdar Sebahat’ê bi vê tevgera xwe re, xeletiyek herî mezin kir. Rêzdar Sebahat, xwişka delal tû mirovekî bi aliyê gel re hati bijartin i. Evi geli ji xwe re ku tû ji wan re rêberîyê bikî û pirsgirêka wan xwedî derkevî, tû bijartî. Ku tû bibi guh û çavên wan û tû bi têkoşîna wan de rêberiyê bikî. Tû seba çi mirovan didî ber şeqan? Evê şaşîya te kî dê çareser bike?

Tu nizanî ku ên şeqan bavêjin cidane, ên keviran bavêjin cidane, ên şeri hildin cidane, ên siyasetê bikin cidane û hwd û hwd. Heke bibe dora şeq lêxistinê, ên şeqa lêxin hene. Tû seba çi tenê peywira xwe nayîni cih.

Rêzdar Bengî te jî xeletîyek herî giring kir û tû jî ji mexseda xwe dûrketi. Ne şehnê te bû ku tû keviri hildî destê xwe û kolan bi kolan bibezi. Tû jî wekî xwişka Sebahat’ê parlementeri û divîya tû jî di dinava pirsgirêka xwe de mabay. Hûn dizanin xeletîyên mirovên dirêzê de tên bexşandin belê xeletîyên mirovên rêber, rewşenbîr, parlementer û pêşewaya nahên bexşandin.  

Mirovê herî girîng ewe ê hêrsa xwe xwedî derkeve. Heke hûn xwedî hêrsa xwe dernakevin dest ji vî şoli pêlin. Hûn nizanin ku mirovê bihêrs neşê siyasetê bike? Lewre mirovê bê bijartin divê xwedî hêrsa nerm be.

Rasti çav û guhê tev siyasetçî û rewşenbîrên tirki û ya herî girîng a AKP’ê ser kurdan û siyasetçiyên kurdan e. Şaşîtiyek a herî biçûk, ji wan re malzemeye. Hûn nizanin ew kêç ê dikin gamêş û gamêşi jî kuna derzîyê de diborîn in.

A rasti politîqayên kurdan bi şaşîtiyên tirkan re serdikeve. Belê ev tevgera parlementerên me bi vê kêmasîya xwe re pirsgirêka kurtdan ji welatperwerê tirk û AKP’ê re kir benîşt.

Bes bi vê şaşîtiya parlementerên me de navbeyna kurd û tirkan de cudhiyek derket holê. Kurd seba şaşîtiyên xwe, ji ê henberê xwe re lêborînê dixwazin belê tirk lêborînê naxwazin. Bi gotinek dî kurd şaşîtiyên xwe qebûl dikin, tirk şaşîtiyên xwe qebûl nakin. Ev jî ji kurdan re bifazîletek girîng e.

Xwezî kurd tu dema neketiban nava şaşîyê ku ca seba şaşîyên xwe, tu cara hewceyî lêborînê neban.

Bu yazı toplam 4015 defa okunmuştur