Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sar e

Sar e

Mirin sar e. Çûyîn jî. Şikestin, dilman, stûxwarî, bitenêhiştin, tev çilê dilî ne û tev seqema zivistanî ne.

Sar e. Îro dilê min weke Geverê sar e; şikestî ye, melûl e, straneke bo keserê ye.

Sar e. Îro dilê min weke Kurdistanê sar e. Parçe parçe kiriye û her parçeya wê kurmekê xwe dadayê, ha dimije ha dimije.

Îro, weke sêva kurm pê ketî, sar e dilê min û ji nava xwe ve birîndar e. Îro, ji her derê, ji her kesê pirtir Gever im; nalenala ruhê min e, bi derbên xayîn xwîna min li kolanên sar dicerise.

Îro sar e bi min û bi êşên xwe sirêdibirim.

Îro, weke Geverê me, di navbera şerê fîlan de wek moriyekê têm perçiqandin. Birrek jî sêwî li kutûka vî welatî zêde dibin; mam û birazayekî çeleng im, di nav vê çerxa bêyom a vî welatî de.

Li welatê mezin; dibe şerê Cemaet û Hikûmetan min dikujin, li welatê min mezin; dibe şerê Artêş û Hikûmetan min dikujin; duhî Robozkê bûm, îro Gever, sibê… Xwedê dizane!...

Tenê tiştekî hest dikim îro; serma… Her tişt sar e, ken, rondik, gotin; aştî, biratî, azadî. Îro tenê tişt rast e, dîsa agir bi mala feqîr û hejaran ket, dîsa yê ser destan çûyî, mirovên bêsûc û bêguneh; lê pa ew ên li paş mane; pa ew zar û savayên bêguneh!...

Gelo ewê çawa li siberoja vî welatî bikenin û ewê çawa dilê xwe bi vê axê gerö bikin?

Bi kîjan dilî ewê xewnên xwe ji Geverê re bibêjin; pa bavê wan?

Ma ewê nepirsin ka ji bo çi hatin kuştin?

Kanî aştî bû?

Kanî xwînrêjî rawestiyabû?

Kanî…!

Na na, eve her hosa nîne! Eve dereweke sar e, sar…

Îro pir sar e rûyê şevê, kirasê befrê û xuşexuşa çeman…      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi