Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sala nû, kula berê

Sala nû, kula berê

Ev heyamek e, bêhna min diçike. Wekî ku dikevim bin erdê, di çaleke bêbinî de me û dê bifitisim, wisa qirika min tê hev.

Ev çend roj e, mirinê bêhn dikim û tenê miriyan dibînim; kuştî têne ber çavên min: Bedenên dest û pê jêkirî, li beteniye/serraxan pêçayî, li ser pişta hêstiran, di ragirka traktoran de, li ber palekî rex hev rêzkirî, ne yek ne du; bi qasî rojên mehekê û şeş rojên dîtir jî li ser… Bedenên sar di nav darbestên depîn de li ser milan têne guhastin bo oxira dawîn.

Wekî ku dinya darbesteke depîn be û ez tê de bim bêyî ku bedena min sar bibe, min li ser milan biguhêsin ber nediyariyekê ve.

Heçko bîskeke dî dê bêhnjenîna min raweste û ez ê bênefes bifetisim, wisa giran dibe hilmjenîna min.

Dilkutka min dilerize, tayeke sarogerm çawa diçe yeka nû tê şûnê, dibêjî qey dordoranê dikin ta û bayên bûne muptelayê ruhgiyanê min. 

Û di saleke nû de çavên xwe vedikim; Salname 2012ya miladî nîşan didin.

Bêyarî, ev e 2012 sal e Mesîh Îsa mizgîniya xwe li vê dinyaya gewrik belavkirî û em hêj jî di çarmîxa bindestiyê de; hawar Hawariyên Îsa li ber nalîna me kerr, yên dibêjin em şopdarên Eshabiyên Nebî Muhemed in jî bi navê “biratiya ummetê” teyrên Ebabîlî yên F16 bi ser me de dibarînin. Pa peyrewên Tewradê, neviyên Yaqûb Israîlê ku bi kesera Yusif kor, sûndxwariyê parastina mirovahiyê ku dibêje, “nekuje!” ew ên ji fermanên Hîtler saxmayî, ma halê me nabînin!

Ma ne nêçîra me bi çekên ku ew û hewar hewariyên Îsa didine “birayên” me, tê kirinê!?    

Saleke nû bi jehrbarînê tê û birînên kevn dihingêve.

Ev birîna me jî qet û qet sar nabe.       

Û niha jî ji ber vê birînê dilorînim bi sîûşeş(36) zimanî. Niha sorgevez e aso, sorexwîn e befira kurşe bi pirtikên bedena min a hicirandî:

Erê ev e ez im daykokê, ev e ez im yê sorgevez; Yê bi befirê gevizandî hemû xweziyên wî yên di sêzdehsaliyê de…

Bila ji vir pê de çend risteyên şiîrane biaxivin:

 

-Berfeşîra sorgevezî

 

Ev e ez im

Ruhê min parçe parçe di bedena min de serî dihilîne

Hişê min

Li ber destarê jiyanê çeqçeqokek e

Dihêre bi çepûrastkî ar(d)ê xwe,

                                            hil dike (k)arê xwe 

ev e ez im

li pesarên peyvê yê neyê çi bendan

ruh qedqed

hiş kerr kerr

li ser destexanê;

sîniyeke xwînî ya bi 36 gulgulî

 

bêhna sotinê tê ji min

bêhna xweliyê

ya mirinê

û niha berfeşîra sor dialîse firokeyên generalê welatê jorî

 dialîse

 dialîse xwîna ciwanên 12 salî

 

ev e ez im

li kendalên Bêcuhê

li pesarên Rêbiskî

yê laşê wî kirine berfexwîn

li ser sifreya çeqel û keftaran

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi