Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

RÛYÊ NANI Û Ê MIROVAN

RÛYÊ NANI Û Ê MIROVAN

Tê zanîn ku navbenda nanê sêhlê û nanê tenûrê de cudahi heye. Ev cudahiya navbenda wan de ji aliyê xwarin û tiştik dî de nabêjim. Ev cudahiya navbenda nane tenûrê û nane sêhlê de di aliyê rûyê wan de dibêjim cudahi heye.

Wekî nanê sêhlê liser sêhlê di tê pijiyan û dema rûyek wê ê ser sêhlê pijiya zivirîn in aliyê dî anku zivirîn in rûyê dî. Bi vê zivirîna nanê ser sêhlê tu rû namînin, lewre her du aliyên nani dikevin ser sêhlê û di pijiyin.

Nanê tenûrê jî dema gêrikê hevîri rast kirin û danan ser merziki û li rexê denûrê re lêxistin, heta ew nan pijiyayînebe ji rexê tenûrê jêvenakin. Her we dema nanê tenûrê ji tenûrê derêxistin rû ê wê ê nekevti, dîwarê tenûrê dibe rûyê yêkemîn ê dî jî nabe rû. Di be pişta nani.

Di wê sedemê de cûdahiya van her du nanan ji rîyê wan tê. Anku wekî me goti nanê tenûrê rûyek heye â sêhlê jî tu rû çu nîn in.

Bi gotinek dî rûyê nanê sêhlê her du jî ser sêhlê disojin û reş dibe. Nanê tenûrê jî rûyê kevti, dîwari di soje û reş dibe ji wê re nabêjin rûyê nani. Ê tenûrê ê nekevti dîwari jî tenê sor dibe û ji wi re jî dibêjin rûyê nani.

Êkere Colemêrg’î dawiyê de dema nani danin nava sêhnîyê an jî destexankê rûyê nani dihêlin ser ve. Anku pişta nani danin ser sêhnîyê/destexankê, lewre heke rûyê nani bikeve bini “guneh e” dibêjin.

Di vê sedemê de ji hindik mirovan re "filan mirov rûyê wi/wê bi mînaka nanê sêhlê ye bê rû ye" dibêjin.

Gelê me got nanê tenûr û ê sêhlê re bi vê mînakî û a me jor goti re navdidin.
Herê gelo mirovan jî rû heye an na?
Heke ji mirovan rû hebe, ji mirovan re li ser rûyê wan tiştik di tê gotin an na?
Me hemûyan di jîna xwe de pir caran ser rûyê mirovan rexne kirine û pir caran di vê sedemê de em kevtîne nîqaşan. Heke me ser rûyê mirovan çu nîqaş nekiribin jî dibe ku me ji mezinan bihîstiye. Wê deme mirovan jî rû heye. Ew jî bi tevahiya sûretê mirovan re dibêjin rû yê wi.

Tev mirovahiyê de “rûyê mirovi namusa mirovi ye, rûyê mirovi ar a mirovi ye, rûyê mirovi xasmêr û fêhlmêriya mirovi ye” û hwd. dibêjin. Her we ji bo rûyê mirovan pir gotin nava gel de ditên gotin.

Mînak.

*Ji hindik mirovan re “rûyê wi/wê wekî çiroxa min e” dibêjin.
Tê zanîn çirox ji çermê ga an jî gamêşan re dihat dirûn û berdêla solik anku pêlavê pêdikirin. Di tê wateya rûyê wi/wê çir e wekî qayîşê, tu çendî kirêtiyên wi/wê ji wi/wê re bêji ew fêhmnake.

*Hindik mirov jî hene ji wan re dibêjin rû reş.
Ev terz mirove jî dema kirêtiyek, xeletiyek an jî di aliye mafê mirovan de kêmasiyek kiribe ji wi/wê re dibêjin “rûyê te reş, tu ne mirovi.”

*Hindik mirovan re jî dibêjin rûyê te spî.

Ev terz mirove jî di aliyê qenciyan, di aliye fêhlmêri û xasmêriyê de û aliye mafê mirovan de kirinên pîrozwer û minfiati bide mirovan re xebite, ji wi re jî “rûyê te spî be, tu camêri” dibêjinê.

*Ji hindikan re “xwe pişt rûyê diz û hîzan de veşartiye, rûyê xwe qet kifş nake” dibêjin.

*Hindik mirov jî hene bê rû re dinavdikin. Ji van mirovan re jî dibêjin tuxmê keri an jî tuxmê berazi.

Ev mirovene tev xirabi, neheqi, kirêtiyên wan ji wan re bêje ew dê serê xwe biçevîne ber xwe. Bi wê serşurbûnê re rasti rexneyan, xwerexne nake û axaftinên nesîhetiyê di kevît guhekê û ji guhê dî derkeve.

*Terzek mirovan jî heye, ji wan re dibêjin tuxmê dêhlan.

Çawa dêhl ji se pêtir rewît, ev jî ji vê refê ne. Çendî tu ji wi/wê re bibêji, nesîhet bikî tu çareseriya wi/wê çû nîn e, dê bersifka xwe bide belê dê bûyerê zivirîne aliyek di. Ew dê her bi gotina xwe be.

*Pir mirov jî hene dema kirêti, xirabi, direw, neheqiyak kiribe û hatibe girtin di şerman de rûyê wi sor dibe. Mixabin hindik jî bi bên girtin an nehên girtin rûyê wan nahê guherîn, ji wan re dibêjin tuxmê şeytani.

*Hindik mirov jî hene dema xeletiyek, kirêtiyek kiribe mirov ji wi re dibêjin “rûyê te nehat xar, an jî ruyê te nekevt” dibêjinê.

*Hindik mirov jî hene, di dialiyê paqijiyê û rengi re pir delal e, ji wi re jî “wele rûyê te an jî ê wi/wê pir xweş e, nure jê radibe” dibêjin. Ev gotine bizêdehi ji mirovê pir girêdayî Olê xwe re, an ku ji mirovê Xwedê re tê gotin.

*Hindik mirov jî hene xwe ji fitne û fesadiyê napêrêzin ji wan re jî dibêjin “rûyê wan tenî kiriye.”

*Caran ji hindik mirovan re "wele ê min dîti gor rûyê xwe şiklê tirkan, kurdan, ereban, japonan û hwd. dide" dibêjin.

Em dişên bibêjin rûyê mirovi nasnameya miroviye. Çendî eslê anku binyatê xwe berze bike, înkara xwe û gelê xwe bike çareseriya wi çu nîn e, neşê xwe veşêre. Lewre mirov dikare bibêje rûyê mirovi wêneya mirovi ye.

Di mînim şaş. Mirovê neyarê zimanê xwe, neyarê xwe û gelê xwe, ê înkara xwe bike, ê xwefiroj û hwd. di nava van rûyên me jori ji mirovan re goti, laîqê kîjan e?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10