Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Rûyê CHP'ê ê veşartî eşkere bû

Rûyê CHP'ê ê veşartî eşkere bû

Bawer nakim ku dê sibê bihar bê…

Biharek germ, biharek nazdar û şîrîn. Û biharek we ku dilop dilop şerbeta hingivi, ewa germahiya vê dema salê dilop bike nava dil û mêjîyê mirovi. Mirov bi van dilopên germahiyê re xwe azad dibîne. Ne weye? Hizira wê jî xweş e.

Ew bihar e ewa berx û karikên azad, beredayî û kêfxweşî li mêrg û çîmena, zevî û beyara biçerin. Ew bihare ku  keçik û kurik bi evînîya xwe re hezkirina xwe bi cîhanê re azad û serbilind bang bidin. Bi tengavîya tû decal û dehaqa re xwe girêdayî tengavî û girêdayî tû malbatên çavtarî nebînin. 

Ew bihare ku her hevserek bi eşq û evînîyên xwe re, nav û dengên xwe bang bidin herêmên xwe. Bi nazdarî, bi hisret û bi dilkuvanîyên xwe re aştiyê hembêz bikin.

Evînîya navbera jin û mêri, evînîya navbera keçik û kurikê ciwan de, ên dilovan di bingeha malbata binyatê mafê mirovan de cihekê girîng bigire.

Bi serê xwe her evînîyek bibe sedema têkilihîya aştiyê û xwedî derketina têkilihîya mafê mirova. Ev evînî evînîya aştiyêye, evînîya demokrasîyêye, evînîya xwedî derketina mafê mirovan e. Di dilê can û ciwana, di dilê hevsera û xwişk û biraya de û di dilê pîrejin û pîremêra de ye. 

Tivê vê jî bînin pêş çavên xwe. 

Di têkilîya mirova de, xîmeyê pêngava biratiyê û dest girtina mirova, a têkilahiyên şîrînde; baweri cihekî girîng digire.  Evînî, dilxweşî, kêfxweşî, hezkirin, vîyan, kêf û şahîya mirova di vê çarçoveyê de cihê xwe digire.

Çimkî têrbûna ax û avê hêj nebûye mînaka evînîya wan. Her we ax û av ji yek têr bibûn jî, mirov di hez kirina xwe de qed têr nebûn e.

We dîyare ku ew bihara em li çavrê hêj ji me pir dûr e. 

Em bêjîn bila wekî ax û avê, hezkirina keçik û kurika jî ji yek têr bibe. Belê kifş e ku hêj hêvîya me Kurda a bigehî daxwaziya xwe, wekî bihara em bi çavri, dûr e.

Hêj niha jî di parlementoya Tirkiyeyê de, ji bona çareserîya pirsgirêka Kurda CHP û MHP hindî barût û agiri, hez lê dikin. An ku CHP û MHPê, wekî Kurda goti hindî çavan pîvaz bivê ewan jî hind çareserîya pirsgirêka Kurda divê.

Hêj niha jî, gor dîtin û aqilê xwe re pirzanayê CHPê, aqilmendê CHPê Onur Oyman, binyat qelandina Kurda divê. Sala 1938ê di qirkirina Dêrsîmê de nêzik sed hezara Kurd û Alevî hatibûn kuştin. Oymanê xwînê çavê wi girti eve wekî mînakê îna ziman û “hewceya ku vi şerê qrejû de jî Kurda we tepeser bikin” har we a dilê xwe îna ziman.

Di roj de mirov nava hişên xwe, nava aqilê xwe de çi mijûl bibe, şevê ew tê xewna mirovi. We dîyare ku roja Oyman hati dinê heta îro di nava hiş û aqilê wi de qirkirina Kurda hebû. Ji wê çendê jî dema kerbên wi vebû ev hizikirin a qirkirina Kurda ji devê wi de hatin rijandin.

Yek jî çend serhildanên Kurda dest pê kiri hemû bi qirkirina Kurda re tepeser kirin. Li Bendêne ku sedsala bîstuyekê de jî, gore gomanên xwe ên dawî de carekdî daxwaziya dilê xwe bînin cih.

Bes e, bila hişên xwe bînin serê xwe.

Heske di nava gelekê de bi hezara mirov bên kuştin. Ji bona kuştina wan tu pirs nehên kirin. Bi taybetî ew qirkirin dinava rûperên dîrokê de jî bê veşartin. Ji bona Onur Oymen tiştekî harî girîng û veşarti bû. Belê Onur Oymen ew hiş û hizirên xwe û partîya xwe ên veşarti bi nezanîna xwere aşkera kir.

Ez mayîme şaşîyê de, carê peyva demokrasîyê di nava hişên wan de cihekî çawa digire. Rêberê CHPê Baykal demokrasîyê çawa şîrove dike.

Bawerim ku heske di demokrasîyê de berjewandîya (menfaatı) Baykal hebe, nik dilê wi rêveberîya (yönetim) demokrasîyê harî girîng e. 

Belê heske rêveberîya demokrasîyê de tu berjewendîya wi çunebe wê demê berjewendîya demokrasîyê tiştekî herî xerab e. Divê ew di demokrasîya dilê xwe de yekemîn be, siyaseta wi nehê şîrovekirin. Heta îro Kurda ji wi re koleti kiriye, ji îro paşda jî ji wi re koletîyê bike.

Bila ew bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û zimanê wi bila zimanekî netewî be. Belê zimanê bist milyona jorda ê Kurda bila asîmile bibe û nebe zimanê netewî. 

We dîyare ku Denîz Baykal rexekê rêveberîya CHPê û rexêdî jî berjewendîya Tirkiyeyê gore hizir û hişên xwe û gore berjewendîya dilê xwe wêne dike.

Belê; em dizanîn ku di dawîyê de CHP xwedî van hizir û hişên qirêjû bû, bes bêhêvî be zêdezanayo. Hewe Kurd û Alevî dawîyê de di xapandin belê carekdî nabin rexgirê wan hiş û hizirên hewe ên qrêjû.

Hat dîtin ku şewqê hewe ket, keçelê hewe dîyar bû.

Di rojevê de Komeleyên Alevîya hemberê CHPê têkoşînek herî xort didin. Hêvîya me ewe ku Kurd jî di vê têkoşînê de ber milê Komeleyên Alevîya CHPê di herêma xwe de beqem (bêjink) bikin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10