Omer Dilsoz

Ruhê Kobanî û serkeftina HDPê

08 Haziran 2015 Pazartesi 14:37

Dîrok, kêm caran derfetê dide miletan; belko jî em vê berevajî bixwînin; milet kêm caran derfetê dibînin ku mohra xwe li ser sînga dîrokê bidin û wê bihejînin.

Ji ber vê yekê ye, gava ku dema fikrekê hasil bû, gihîşt, kemilî û “roja wê hat” çu hêz û qewet neşên rê lê bigirin. Gava ku dema hilatina rojê hat, roj dê bihilîne û çavê xwe veke.

Kurdên Bakur, ev sedeyek e di bin nîrê zordest ê dewleta ceberût a dagirker de dinalin. Ti tişt û kiryara nemirovîn nemaye ku berpirs û çekdarên vê dewletê neanîbin serê kurdan; êşkence, zilm, lêdan, derbederkirin, sivik xistin, biçûk dîtin, lêdan, lêdan, kuştin, serjêkirin, sotin…

Ber bi dawiya sedsala borî ve kurdan serî rakir, ev serhildan di serê vê sedsalê de gihîşt qonaxeke nû, Birêz Ocalan hate destgîrkirin, bi vê re karekterê raperîna Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî ji nû ve nirxandin û prosesa aştiyane, çareseriya bi rê û rêbazên siyasî anî pêş.

Ev salên gelekî krîtîk û ser devê kêrê bûn. Di vê heyamê de, gelek şikestin, dilman, xwevekêşan di tevgera Bakur de çêbûn; derz lê ketin, serdest nav nava malê hatin û ji hundir gelek derz gihandin tevgera kurdî ya Bakur û ji bo bigire bin kontrola xwe gelekî dek û dolab gerandin.

Ocalan, di vê heyamê de, li zindana Îmraliyê, li ser projeyên nû serê xwe diêşand û lê dixebitî ka dikare riyeke nû çawa li ber gelê xwe û tevgera xwe veke: Kûr rêsa, kûr raçand û dawiyê di siyaseta Kurdistanê de bi navê “Rêya Sêyem/Alternatîfa Sêyem” siyaseteke pragmatîst da ber xwe û li sînga kelehê li kun û derzekê geriya.

Di encama vê de, li Rojavayê Kurdistanê, aliyekî yekser rejîma Esed negirte ber sînga xwe, li aliyê dîtir, giranî da birêxistibûna navxweyî û lê geriya ku cihê piyê xwe bibîne û çêke. Ji bo têkdana vê siyasetê Tirkiye, Esed û Malîkî ji dahbeyên cîhanê, ji pîskopatan çeteyek çêkir û hêkire ser kurdan. DAÎŞ projeya têkdana destkeftiyên kurdan bû. Hê jî weha ye. Fînala vê qir û cengê li Kobaniyê jêk zelal bû, di vir de piştî berxwedana 134 rojan a destanî, bi ruhê Kela Dimdim kurd bi ser ketin.

Navê vê serkeftinê bû “Ruhê Kobaniyê” û îro di hilbijartinên Bakur û Tirkiyê de ev ruh dîsa bi ser ket. Êdî tu kes nikare rê li hilavêtina roja pîroz bigire; Roja Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn hiltê.

Encama vê serkeftina mezin a Bakur, ji tifaq û yekrêziya hêz û pêkhateyên Kurdistanî ye. Hemûyan mil bi mil xwe da ber milê HDPê û encama wê jî serkeftineke mezin bi dest ve hat.

Ji ber hindê ye, her kurdekî niştimanperwer, divê li Bakur palê bide siyaseta kurdan a hemberî dagirkeran, li Başûr li rex pêşmerge di sengerê dijî DAÎŞê de berevaniya Kurdistanê bike; li Başûr serxwebûnxwaz, li Rojava Kantonparêz, li Rojhilat otonomîxwaz û li Bakur jî mil bi milê HDPê be. Erka neteweperweriyê vê j ime dixwaze, ne ku em li parçeyekî “Kurdistanîparêz” li parçeyê dîtir “jajîxwer” bin.   

Li kî derê, kurdek darekî biçîne bo selahet û qenciya miletê kurdî, divê mirov amade be bi rondikên xwe wê darê av de. Kurdistanîparêzî vê ji me dixwaze. Ez li Bakur HDP, li Başûr Pêşmerge, li Rojava YPG-YJP û li Rojhilatê Gerîla û Pêşmerge me.

Ruhê Kobanî jî ev ruh e, serfiraziya miletê kurd dixwaze. 

Bu yazı toplam 7250 defa okunmuştur