Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rojî; empatî û aştî ye

Rojî; empatî û aştî ye

Rojî, aliyê wê yê fiqihê li aliyekî wek çalakî, wek pêrabûn ‘empatî’ya bi hejar û birçî, muhtac û berdestan re ye.

Rojî, pêrabûneke civakî ye û ji bo duristkirina têkiliyeke yekser, ji bo pêkvebûn û pêkveravêjê oto-kontroleke gelekî karîger e.

Di hişê kolektîv yê civakê de; rojî, motora hevgihanê ye.

Wek civak em bi hezaran salan e bi rojiyê re hevnas in.

Berî îslamê jî di bîr û baweriya zerdûştiyê de rojî hebûye û me kurdan bi awayekî rojî girtiye. Di jêrhişa me ya civakî û kolektîv de wek têgeh ‘rojî’ xwedan reh û binîşeke kûr û dêrîn e. Jixwe bi musilmanbûna kurdan re rojî wekî parçeyekî jiyana me binecih bûye. Heta di metelok, stran û çîrokên me de jî rojî bûye hêmayek û gelek caran xwe daye der. Balkêş e ku me kurdan her bi zimanê xwe nav li pêrabûnên dînî kiriye û wisa jî heta îro di ferhenga me de berdewam in.

Çend nimûne: Rojî; şîv, paşîv, niv(m)êj; destnivêj, destav, rûvedan… Ev jî nîşana vê çendê ye ku ev têgehên han ji berê de di nav kurdan de hebûne û bi ser dîn û ayînên berê jî kurdan her bi zimanê xwe ev ayînê xwe bi encam daye. Jixwe piştî ku kurdan dînê îslamê qebûl kiriye yekser ew bi têgihên xwe pênase kiriye.   

Ev pêrabûn, berî her tiştî empatî ye. Tu, bi girtina rojiyê bi halê berdest û feqîran dihesî, devê kîsê xwe vedikî û ev jî, -heke rastîn bête kirin, bêedaletiya civakê hinekî sererast dike û dihêle ku danûstandin û têkiliyeke rast di civakê de durist bibe.

Jixwe her tişt bi têkilîtêdayînê dest pê dike.

Piştî ku însanan derî û dilê xwe li hev vekir, bi hev re axivîn û li hev guhdarî kir; jê pê ve, deriyê diyalog û pêkhatinê, aştî û mesilhetê vedibe. Ji ber hindê jî, pêrabûnên ji hişê kolektîv têne kirin, ji bo pêkhatina riya diyalogê pire û gaveke gelekî girîng in.

Madem em û tirk bi eynî hişê kolektîv, bi eynî ruh û duayê rojiyê digirin, wê demê, diviya em vê pirê çêtir bikaribin di navbera xwe de çêbikin û li hev aş bibin.

Rojî, meha heram e.

Tê de rijandinê xwînê –ji bal Xwedê ve -hatiye qedexekirin.

Madem hişê me yê kolektîv bi vê pêzanînê elimiye û bi vê çaviyê berê xwe dide jiyanê hingê diviya em zûtir bikaribin hev du hembêz bikin û ‘biratiya’ ku di rastiyê de hemû însan jê ne, pêk bînin.

Belkî niha gelek ji me bi rojî ne; bi vê pêrabûnê me –di nava rojê de – xwarin û vexwarin, xirabî û neçakî li xwe qedexe (heram) kirine. Qewlê me ew e ku em ji bo qenciyê, bi dar û ber, însan û suriştê re lihevhatineke ruhî durist bikin û ji bo xweştir û geştirkirina vê jîngehê zend û bendên xwe badin û ji bo ku bi halê ketiyan, yê birçî û derbederan, yê feqîr û tenikhalan, yê hejar û bêmalan, yê bindest û mustazâfan têbigihêjin, xwe deynin cihê wan û bi wan re empatiyê çêbikin, em çalakiyekê dikin. Navê vê çalakiyê ‘rojî’ ye. Em di heman demê de îbadetek e jî û bi vê em ruh û bedena xwe terbiye dikin û ji bo berhevveanînan însanan, ji bo pêkhatina edalet û hizûrê xwe ji nan û avê dikin û rojiyê digirin.

Hişê me yê kolektîv dîsa berê me dide riya rast. Riya aqil û zanistê dê şuûreke pak li me peyda bike. Ji bo wê jî, ev rojî, dikare bibe destpêka azadiyeke kolektîv ku her kes bi mafê ji însanbûna xwe tê de hebe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi