İbrahim Genç

İbrahim Genç

Rojeva Kurdan: Yekîtî

Rojeva Kurdan: Yekîtî

Li ser axa Rojhilata Navîn her roj xwina neteweyên bindest diherikê li ber çavên me.  Ew, car heye ku keçikeka erebe e, li ser de bombe tên barandin. Ew,  car heye ku lavikekî Kurd e , piyên wî li qadan pêş kamerayan tê şikandin. Li vir, di Rojhilata Navîn de erzaniya jiyanê heye. Bi îşkenceyan bira birayê xwe dikûjê, serfermanderên derbeyan guleyan dibarînin li ser gelên xwe li Misirê. Bi çekên kîmyeyî zarok bênefes tên hîştin, berê li Helepçe bû, niha li Sûri ye. Kurd, tirk, ereb, faris; an jî Misilman, Îsawî, Yahûdî, Êzidî, Elewî… Gelo ma cihê li ser laşên mirova hovîtî bû, bila netew û dîn cuda be, çawa em nalîn û hawaran nebîhisin? Pewist e ku gelî kurd, ji ber ku hovîtî, îşkence, tûnekirin, asîmilasyon dîti ye, berî herkesî hawara mazlûman hest bike.

Lê tiştekî din jî heye ku ji bo kurdan pirr girîng e. Ev yekîtî ye. Yekîtî bi zimanêkî hevpar di nav civakê de hevdengîyekê diqewimine. Bi vî awayî ew netewa dikare mafên xwe yên sîyasî û civakî ji dest dagirkeran an jî zordaran bistîne. Lewma ez pirr caran ji bo yekîtî, di nivîsên xwe de girîngî didim zimanê kurdi. Çimkî ziman, ji zarokatî de heta mirinê ji bo mirov dibê nasname û taybetîyên gel bi zimên xwe nîşan dide. Neteweyekî ku zimanê xwe xwedî dernekeve, bila çiqas di alîyê sîyasî de rizgar jî bibe lê mêjûyê wî qet rizgar nabe. Wekî koletî di nav mêjûyê wî de diqewime û digel vê yekê fikr û raman û hestên gel de rizgariyeka rast naqewime.

Çendek sal bûn ku bi çavnêrîya min, di nav gelî kurd de hinek xeletî hene. Xeletiya herî mezin ew e ku berî hişmendiya zimên û çand, hişmendiyeka sîyasî heye. Lêbelê her çiqas dixwazim bila hişmendiya zimên û sîyasî bi hev re verê meşandin jî, lê ez dibêjîm ku divê “hişmendiya zimên” bila gavekê pêş mêjûyê sîyasî de bimeşê. Gelo ez çima vê yekê dibêjim? Ma heta ku mafên sîyasî nên dest xistin, ziman rizgar dibe? Hûn dikarin pirsan zêde jî bikin.

Ên ku girîngiya zimên ji bo neteweyekî çi ye nizane, zimanê xwe îhmal dike û rojek tê ferq dike ku zimanê xwe ji bîr kiriye. Ji ber ku gûhnedanê zimanê xwe, roj bi roj derdikeve holê ku di mêjûyê wî de hest û ramanên gelê serdest cih girtîye. Bandora vê li ser axaftinê jî çêdibe. Belê, tu kurd î, lê mêjûyê te? Îro ên ku di vê rewşê de, her çiqas jî dixwazin vegerin ser zimanê xwe, lê pirr caran ji bo vê derfet nikarin bibînin. Wekî mînak min bîst salan zêdetir li ser zimanê tirkî û îngîlîzî xwend an jî xebitiyam. Piştra dest bi lisansa bilind a kurdî kir. Lê vê demê derkete holê ku ez bi awayekî mêjûyê tirki difikirime. Çima? Çimkî zimanê tirkî di  mêjûyê min de cihekî fireh girtîye. Lewma vegerîna eslê xwe pirr jî hêsan nabe. Gelo çima zarokekî ku bav û dayika xwe kurd, bibêje “lê ez tirk im”? Ev rewş encama ku ew zarok zimanê xwe nizane ye.

Ji ber vê rewşê, her çiqas daxwazê me yê dawî ne ewe jî lê dîsa dersa kurdî ya bijarte di dibistanên dewletê de pirr girîng e. Bi baweriya min ew e ku bi vê dersê di mêjûyê zarokên kurd de dê  hişmendiyek biqewime. Ew jî ji bo çêbûna yekîtî gavek e. Çimkî ew dibe hacetek ji bo me. Xwedê bikê, ev dersa kurdî ya bijarte îsal di meha îlonê de ji alîyê hezar kesan verê hilbijartin. Jixwe vê demê dibe ku bala endamên Hikûmetê jî ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî verê kişandin.

Dîsa ji bo yekîtîya kurdan Kongreya Netewî ya kurd firsendeka pirr mezin e. Eger rexistinên sîyasî berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gel re negirin, bi baweriya min hemû kurd dê ji vê Kongreyê sûdê wergire. Jixwe ez dinêrim endamên komîteya amadekar a kongre jî li ser mijara zimên radiwestin. Di nav komîsyonên hatî sazkirin de komîsyoneka zimên jî heye. Ez hêvîdar im ku di encama kongreyê de ji bo yekîtîya zimên, alfabe, çand, wêje û perwerdehî tiştên xweş dê derkeve holê.

A dawî dîsa ez dixwazim dubare bikim ku divê gelî kurd, di nav xwe de nakokîyên xwe çareseri bike. Yekîtîya xwe li ser her tiştî bibîne. Ev ne asteng e ku mirovên din ên netew û dînên xwe ji me cuda em hawar û derdên wan hest nekin. Belê, em dê her daim li ber gelên mazlûm cihê xwe bigirine. Çimkî mazlûmetî çi ye, bindestî çi ye em gelî kurd baş dizanin. Ez hevîdar im ku ev mirin, zilm, derd û diltengîyên li Rojhilata Navîn dawî bibe. Li Misir û Sûrî ji bo mirovên sîvil tên kuştin çawa ku em dengî xwe radikin, pêwist e ji bo Rojava jî em dengî xwe bilind bikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
İbrahim Genç Arşivi