Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Rojek ji rojên reş

Rojek ji rojên reş

Di jîyana kurdan de pir caran tave ji pişt çiyan de, gotin bi cih be reş hildaye. Wekî rojek ji rojên Dêrsîm’ê. Wekî rojek ji rojên Helepçê. Wekî rojek ji rojên Roboskî’yê. Wek van rojan pir caran rojên kurdan bi kuştin, talan, lêxistin û bi kambax re derbas bû ne.

Wekî me goti di van rojan de jî, wekî tev rojên di Kurdistan’ê de tarî borî de, di herêma Rojavaya Kurdistan’ê  ev rojên tarî dest pê dike û berdewam e. Tave ji pişt çiyayên Rojavaya Kurdistan’ê  wekî rojên reş û tarî ser herêmê û ser sere kurdan de xwe nîşê dide. Seba van rojên reş dilka kurdan her dem bi xem û kuvanî ye.

Di vê herêma Kurdistan’ê wekî tev rojên tevahiya Kurdistan’ê carek dî bombe û baran e, Qiri û qiyamet e, êş û jan e, kuştin û talan kirin e. Dawiyê de ser sere kurdan tene dewletên mêtîngehkarîyan rojên kurdan reş dikir in.

Îroj di bin sîwanê El Qaîdê ciwanan komdikin û bi wan ciwanan re êrişê dibin ser kurdên rojhilatê. A herî xemgînker jî ciwanên kurd dikevin navbenda birakujî yê. Drûşm a wan jî “Allah û Ekber” e. Dema bi teqîna bombeyan de, hindik kurdê misilman tên kuştin û ên dikujin jî kêf û şahîyane “Allah û Ekber” dibêjin. Gor aqil û wijdana wan dema misilmanekê bikujin ji wan re xêr e û ol a wan azad dibe.

Ê a rast, di ola misilmanan de, misilman dibêjin em misilman in û misilman bi hev re bira ne. Ev e biratiya misilmana, ev e biratiya El Qaîdê.  

Mirov dikeve gomanê. Bi kuştina mirovekê û sere hemûyê jî bi kuştina misilmanekê re çawa dikevin keyfê û navê Xwedê diînin. Ev zilma kuştina mirovan ji çi sedemê kevtiye dilka wan û ew jî dikevin nava vê gunehê.  

Ev sed sal e tirk kurdan bi deste kurdan dide qir kirin. Gor dîtin û gotinên wan kurdê herî baş kurdê miri ye dibêjin. Ev zîhniyeta wan îroj jî berdewam e. Kurdê birayê xwe kurdekê bikuje, guneha kevtiyê hisab nake û bi kêfxweşi re dibêje Allah û Ekber.

Hikometên Tirkiyeyê duh harîkariya Hîzbulahê kir û rasti şerê PKK’ê kurdên nava Hizbilah de kiş kir kurdan û dawiyê jî Hîzbilah bû bela a sere wan.

Îroj jî harîkariya El Qaîdê dike û kurdê nava El Qaîdê de kişdike kurdên rojava yê. Îroj li bajarên Botan’ê, ê Serhad’ê, ê Bahdînan, ê Soranê û ê bajarên Avrupayê di bin sîvanê El Qaîdê de rasti serhildana Rojavaya Kurdistan’ê ciwanan rêdikin şer. Wekî duh îroj jî megot bira bi deste bira dide kuştin.

El Qaîde di bin sîvanê olê de wekî tev welata li Sûriyeyê têkoşîna oli dide. Bes mirov fahm nake kîjan ji van şervanan misilman e û kîjan jî kufar e. Lewre heke misilmani ji dest derkeve û kufar misilmaniyê mehîne, wê demê divê têkoşîna misilmaniyê bê kirin. Ev her du alî jî misilman in û êkudu dikujin.

A rasti jî êdî navbenda olan de êdi şer dinyayê de nemaye. Lewre dewletên dinyayê di bin xîmê rexne û xwerexneyê de pirsgirêkên xwe çareser dikin û navbenda olan de xîmê biratiyê ava dikin. Rasti jî heke navbenda olan de mesilhet hebe û derfatên şeri tu nebe, wê demê ev misilmanên misilmana dikujin ser kîjan hisabê dikevin tengava bira kuştinê.

Rasti jî ev şer e ne şerê xwedî derketina olê ye. Ev şerê navbenda birayan de ji bo minfaetê hindikan e û ji bo berjewandîya sîyaseta hindikan e. Lewre di vî şerê birakuştinê de kurd tene berevaniya azadîya xwe dikin û xwedî gel ê xwe ne.

Tev hizir û hişên mirovi tevlihev dibe. Misilmaniyê de qetil guneh e û misilman jî bikêfxweşi qetilê dikin. Ji bo qetilê çeteyan amade dikin û aliye wan çeteyan re misilmana dikujin. Ev çi exlaqê bê bin e? Mirov fahm nake.

Divê mirov vê pirse ji xwe bike.

Herê gelo di nava kurdan de tu mele û şêx çu nîn in ku xwedîyê van ciwanan bibin. Ev mele û şêx mirovên Xwedê ne. Ew çima ji wan ciwanan re “ola îslamê de birakuştin guneh e û qetil e” bibêjinê.

Mirov dimîne şaş.

Herê gelo, ew welatên mêtîngehkar çi berjewendîyê an ku menfaeti didin wan ciwanan û wan ciwanan xapîn in. Ev çi menfaet e ku misilmana bi deste misilmani, kurdan bi deste kurdan didin kuştin. Ev çi menfaetin ku hinde girîng wahe ciwanê kurd têkilî refên El Qaîdê dike.

Dê beji zilm û zordariya hikometên mêtîngehkar a ser sere kurdan têra nake ev çeteyên xwe misilman diînin ziman, ser sere kurdan bombeyan dibarîn in.  Tê zanîn ku Pêxemberê Ola Islamê Hz. Muhammed gotîye “yê/ya ku cîranê wi bêrçî be û ew bi têrî razê ne ji me ye.”

Hey misilmanê êxsîrê nefsa xwe, bi milyonan kurd di bin zilm û zordariyê de nin, bêrsî, rûs û pêxasin, hûn çima vê hişyariya Pêxemberê me de nasekin in.

Heta kengî ciwanê kurd ê bê aqil dê bi xwîna birayê xwe re çavê xwe bişû. Ev çi mêjiye ku sere wan ciwanan de rojê pênc cara diçin şejdî û wê navbendê de jî  hisabên bira kujîyê dikin. Herê gelo ew dê çawa bersifka Xwedê bidin.

Ma îroj ne ew roj e a mirov xwedîyê zimanê xwe bibe. Xwedîyê welat, di vê navê de xwedîyê namusa xwe derkevin.

Kurd jî wekî tev ereb, tirk û eceman misilman in. Ew ser tu gelan an jî miletan xortiyê, zilmê û zordariyê nakin. Ew in ên heqiqî misilman û şerê birakujîyê nakin. Ne ji misilman re tev gelên misilman û nemisilmana wekî biraya dibinin. Kurd bi tev gelan re birati, birati û birati dibêjin.

Di nava van hiş û hizran de kurdan rasti vê zilm û zordariyê pir berdêl dane û dê hêj jî bidin. Heta azad nebin dest ji serhildana xwe bernadin.

Divê ev baş bê zanîn ku a vî desti ji deste dî re namîne. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10