Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û Rojava û Bakur û..

Û Rojava û Bakur û..

Pirsa Rojava ji Bakur veketiye an Bakur ji Rojava, weke pirsa hêk ji mirîşkê veketiye an mirîşk ji hêkê ye. Rojava wek giyan, parçeyê herî nêzî Bakur e, wek siyaset jî di heman mihwerê de ne û heke gotin lê be, heke strî bikeve piyê Rojava re serê Bakur pê jan dide –qenebe diviya wiha hebûya. Lê?!..

Pirsa me dibe striyek tûj li li ‘LÊ’yeke qelew dialiqe.

Çima?

Berî her tiştî divê em bînin bîra xwe ku Kurdistan hê jî bindest e. Hê jî giyaneke neteweyî yê Kurdistanî li seranserê çar parçeyan pêk nehatiye û hê jî ligel ku di warê siyasî de Kurdistan hema hema bibe du parçe jî, bi pratîkî Kurdistan hê jî çar parçe ye.

Mebesta min ji du parçebûna siyasî ew e ku niha du pêlên siyasî û îdeolojîk ên Kurdistanî, du xetên sereke hene; yek xeta naverastê ya Barzanî û du jî xeta çepê ya Ocalan.

Heçî Goran e, tenê li Başûr weke parçeya berdewamiya Talabanî heye lê wek XET niha di Kurdistana çar parçe de zêde xwedan bandor nîne. Ligel vana XETEKE sêyem a KESK heye ku ew jî pirtir destê DERVE ye û weke berdewama hîzbên Îslamî yên cîranan, di nav kurdan de ‘HATINE ÇANDIN’. Ev xeta sêyem, bêdeng û mit e lê heke ENREGREYÎ siyaseta Kurdistanî ya giştî neyêne kirin, heye ku di paşeroja siyaseta Kurdistanê de bibine sebeba serêşiyê.

Piştî vê venihêrtina giştî, ez dixwazim hinekî li Kurdistana ku di navbera siyaseta NAVERAST û ÇEPê de bûye pawanê berêkdanê, li ser stûnên BAKUR û ROJAVA helsengrînim.

Weke tê zanîn, ev zêdetirê pênc şeş mehan e, ROJAVA digel hêzên radîkal û tûj ên pirtikên El- Qaîdeyê şerî dike.

Pir aşkere ye ku baskê El-Qaîdê EL NUSRA ji çêrgeha Tirkiyeyê pawan dibe û bi piştgiriya vê dewleta dagirker a sûndxwarê serê Kurdan, li ROJAVA xwîna kurdan dirêje.

We reng e ku ji destê GERÎLAYÊN kurd derbeyên giran dixwe û weke ku ketibe çiravkekê digevize.

Prestîja EL _QAÎDE ya ku wek hêzeke neşikeste ya tundrew di cîhanê de nav ji xwe biribû, li Kurdistanê sernixwîn bû û we xuya ye ku ev hêz dê bi destê kurdan ji dîrokê bê maliştin. Kurd, mirovahiyê ji bela û fitneke mezin rizgar dikin.

Û çi eleqeya van kesane digel dînê Îslamê nîne –divêt her kes vê yekê baş bizanibe. Ev kesine zalim in, zilmê dikin, talana xelkê sîvîl radikin, dest diavêjin ar û namûsa xelkê. Çi devera dikevinê, li wê derê TIRS tenê dimîne sax û ewreke reş û tarî bi ser jiyana xelkê de digire.

Erê, ev dîmena weha xwerû sehm, li ber çavên min, li ser serê birayên me, Kurdên ROJAVA diqewime û em kurdên BAKUR, di guhê ga de, li ber hûnebayê “Biratiya Derew a Tirkan” xwe dixapînin. Hayê me ji bayê dinyayê nîne.

Divê çi bête kirin?

Divêt kurdên BAKUR, hay ji ROJAVA bin. Jê re bibin pal û pişt. Jê re bibin mal û menzel. Jê re bibin nan û xwê, derman û ar, av û JIYAN; ji her tiştî PIRTIR divêt jê re bibin HÊVÎ ku ROJAVA neşkê.

Çimkî ROJAVA û ya îro li ROJAVA ava dibe, ne tenê ROJAVA ye, siberoja KURDISTANÊ ye.

Ji ber hindê, tişta pêdivî divê XETA BARZANÎ û XETA OCALAN, di vê meseleyê de berêkdan û hevrikiyên kurtedemî yên siyasî deynin aliyekî, û milmilanê bihêlin û mil bi mil, dil bi dil, bo ROJAVA û tevahiya pirsa DOZA KURDISTANÊ hevpeymanî û koaslîsyoneke KURDISTANî ava bikin.

Navê vê hevgirtinê, divê HEVPEYMANIYA PÎROZ a KURDISTANÊ be. her du alî, ji bo berwejendiyên tevahiya Kurdistanê li ser hemû hêjayî û pîrozmendiyên xwe divê sûnda pêkvebûnê û hevgirtinê bixwim.

Çimkî ya tîr di binî de ye. Piştî ROJAVA gera ROJHILATÊ ye û herdu hêz dê li vê derê jî pir derketine ber sînga hevdu.

Divêt ji niha ve hesabê her tiştî bête kirin. Lewre KONGREYA NETEWEYÎ di vî warî de dikare destpêşxeriyeke giran derxe û dest deyne ser pirsê.

Tenê çareyek me heye; YEKITÎ û HEVGIRTIN!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi