Omer Dilsoz

Roja xweş nede bi ya nexweş

28 Ocak 2011 Cuma 17:34

Belkî hilbijartina nijad, dayik û bav, dem û wexta mirovî ya hatina jiyanê ne bi destê mirovî be, lê xweşî û nexweşî, kenî û girîn, qenebe, ‘tamwergirtina ji roj û dema xwe’ bi destê mirovî ye.

Belkî em neşên biryarê pê bidin ku bejna me bilind, çav û birûyên me reş û lihevhatî bin, lê em dişên biryarê pê bidin ku jiyanê li xwe nekin bar, xeman li ser kovanan nenijinin û li gorî merc û zurûfên xwe ‘çêj û xweşiyekê’ ji jiyana xwe bibin.

Em dişên kêfxweşiyê hilbijêrin, rûkeniyê bikin çirûska jiyana xwe û dilxweşiyê di nava wê de wekî şilteke biharê biçînin û wê bi emrê xwe mezin bikin.

Yanî,

Qenebe em dikarin bi qewlê tirkan, “aliyê tijî yê şûşeyî” bibînin û wisa li jiyanê temaşe bikin; em dişên, roja xweş bikirin û ya nexweş bifiroşin, na na, nefiroşin, ji jiyana xwe bikin derê.

Ji bo vê jî, rast e ku her mirovek mîmar û hosteyê “kêfxweşiya jiyana xwe ye” û dikare digel her tiştî jî, roja xwe bo xwe bikire û qedrê wê bizanibe.

Ji bo vê jî,

Jiyanê li ber xwe nekin asteng û tiştên ne bi dilê xwe, bi bahane û hincetên ‘şert û mercan’ asê nekin û nehêlin, çi tişt bikeve pêşiya dilxweşiya we.

Ji bo vê jî,

Bi rastîn jî hez ji xwe bikin/ji xwe hez bikin; ji bo vê, xwe gorî ‘şertan nekin’ nebêjin, ez ‘mecbûr im’, ‘şertên min wiha dest didin’ û bi vî awayî dest û lingên xwe bi ‘mecbûriteyên jiyanê’ girênedin.

Bila li bîra we be,

Kengî û hûn çend kêfxweş bibin û çend tamê ji jiyana xwe wergirin, kar û barê jiyanê jî –çend giran be jî- dê hin li we sivik were. Hûn ê wê demê tiştekî ji rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarin, geryan û bêhnvedana xwe bizanibin û hûn ê vê enerjiya xweşbîniyê li derdora xwe jî biweşînin.

Bila li bîra we/me be,

Kêfxweşî, ji bo gelên wekî me bindest û tepeserkirî wekî zêrê zer, qewher û durrên binê deryayê bi nirx û hêja ye, bi qedr û qîmet e.

Ji ber hindê jî,

Gava em karê xwe hildibijêrin, an biryareke girîng dê derbarê siberoja xwe de bidin, beriya her tiştî, divêt em ‘tahwergirtin û kêfxweşkirina xwe ya ji wî tiştî’ li be çavan bigirin. Ji ber hindê, tiştê ne bi dilê xwe, zû bi zû xwe nedinê û zû bi zû xwe nekin gorî têgeha ‘şertên jiyanê!’

A rast,

Tişta em jê re dibêjin ‘Şertên jiyanê’ û wekî tan û pejanekê datînin ber bextewariya xwe, tenê ‘hincetên me ne’ û em, bi vî awayî, jiyanê li ber xwe dijwartir û zortir dikin.

Divê li bîra me be;

Heke me bivê em serbikevin û di jiyanê de serfiraz bin, berî her tiştî diviya em xwedan moral û dilxweşiyeke bilind bin, ji bo vê jî, divê em bizanibin tiştên moralê me xweş dikin, pê bigirin û tiştên dilê me geş bikin dûv biçin.

Divêt em dûvê kêfxweşiyê bigirin û bizanibin di jiyana xwe de, wate û maneyê bidin tiştên li dor me çêdibin û tiştên bi me re digerin û bi me re diborin.

Ji ber vê;

Berî her tiştî, em aydê axekê ne, heke em ji wê hez nekin, em wê li ber çavên xwe reş bikin, ew dê çi carê hembêza xwe li me veneke û em ê çi carê ji xêr û bereketa wê tiştekî nestînin.

Her weha em aydê miletekî ne, divê em ji ziman, dîn, edet û rabûn û rûniştina wî miletî hez bikin, wan nirxan baş binasîn, pê bigirin û ji rengînî û zenginiya wê mifayê/sûdê wergirin. Çimkî aydîyet û xwe aydê dîtin, bo mirovî cih û sebaba kêfxweşiyê ye û nirxeke moralê ya bingehîn e.

Ji bo vê jî,

Xwe layiq û hêjayî ‘tiştên herî baş’ bibînin, xwe ji çi kesî û çi miletî nizimtir û jêrtir nebînin, ne xwe, ne jî ziman û çi aydîyetên xwe, yanî, bi serfirazî bi ‘refa xwe re bifirin’, ji yên aydê xwe hez bikin, wan têkilî kêfxweşî û bextewariya xwe bikin, dema xwe bi wan ve mijûl bikin û wan bikin aktorên jiyana xwe.

Keyfxweşî, ji dûr ve nayê, ew nêzîkî we ye, heta digel hewe bi xwe ye, tenê bizanibin wê bistînin, çimkî ew, her her kesî maf û heqê we ye jî...

Bila ji bîra we neçe,

Mirovê kêfxweş û jikêfxweşiyê bawer, çu carê ya nizim qebûl nake, çi carê bi piyê jêrî razî nabe, ji ber hindê jî jêderk û serçaviya şadimanî û dilxweşiyê, AZADÎ ye!...

Azadî, xweserî û xwemalî ye; tu çend bi xwe be, tu hin azad î!...

Ma wisa nîne!?         

Bu yazı toplam 3914 defa okunmuştur