Omer Dilsoz

Roja Kurdistan ji rojava hilat

20 Temmuz 2012 Cuma 11:09

Îro (19'ê Tîrmeha 2012ê), rojek berî meha Rojiyê, di kelegerma Amedê de, nûçeyek ket ser medyaya civakî: KOBANÎ hate rizgarkirin…

Û pê re barana twit û bîr û boçûnan dest pê kir. Te dibêjî qey guhê her kesê li vê helkeftê bû, demildest, wekî kuliyên ji nav zeviyên prêze dadikevin, wisa mesaj bi peyamê hate xwarê.

Xuya bû ku hemû Kurd li benda vê livînê bûn, hemû kêfxweş, hemû dilgeş û hemûyan bi dil û can li hev pîroz kir û li ber firtûne û bagera agahiyan hildemisîn.

Çavê her kesê lê ye ku wêneyeke nû, fotoyeke nûtir dakeve ser netê û zû bi zû wê bi dost û hezkiriyên xwe re parve bike: Gotina destpêkê ya hemûyan jî “Nexşe li parçayên mayîn” e.

Bajarên ‘Kurdistana azad dibe’(belkî dema hûn dixwînin hemû azad bûbe) Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tel Ebyed, Kobanî, Ezaz, Efrîn, Heseke û Heleb in.

Di çarçoveya Peymana Hewlêrê de hêza kurd a yekgirtî, gav bi gav komîte û saziyên xwe, hêzên asayîş û ewlekariya xwe ava dike û desthilata bajarên xwe yên heta niha bindest bi dest dixe û wan RIZGAR dike.    

Dirêj nakim,

Jixwe ji vir pê de qet pêdivî û hewceyî bi çi gotinê nîn e; AV di CUKA xwe re gelekî xweşik diherike.

Kurdan siyaseteke serkeftî meşand û heta îro bêyî ku gelê xwe bi destê DÎKTATOREKÎ bide qirkirin, ev pêvajo gihand qonaxa RIZGARBÛNÊ.

Niha her kes divê bi dilsarî û bi berpirsyarî vê pêvajo û prosesê bişopîne û bi dilgermî bêyî ku xwe berze bike, bo xelkê Kurdistanê mizgîniya azadiyê bigihîne binecihê.

Bi bi çar çavî çaverêyî agahî û hewalên xweş in.

Ji dil û can, serfiraziya birayên me yên ROJAVA pîroz be; Roja Kurdistanê ya pîroz vê carê ji Rojava hilat, ew ê tîrêjka xwe bide Bakur û Rojhilat jî.

Bijî azadî,

Bijî Kurdistan!

Bu yazı toplam 12025 defa okunmuştur
19:40
 // ew
ew mirvên ku dîroka komera mahabatê xwedîye ewê bizanibe ku bê hêzê çek tu tiştekî nabe. Le belê ev tişt jî heye ku başurê kurdistanekê xweyî hêz heye. Heke kurdîstana bakur pişt bide kurdîstana rojavayê ew dem rewş diguhere. Xwedê alîkarê kurda û cumle muslimana bibe....
22 Temmuz 2012 Pazar 19:40
kürdistan
 // kürdistan
kürtler birlik olduktan sonra onların karşısında hiç bir diktator duramaz ...yavaş yavaş yuva olüşüyor..sıradakiler korkuları ile yaşamaya başlasınlar BİJİ KÜRD Ü KÜRDİSTAN BİJİ SEROKE NEMİR MELLE MISTAFA BARZANİ gozun arkada kalmasın.....
20 Temmuz 2012 Cuma 22:20
boşverin
 // dewlet
kürtler kendi başlarına birşey yapamazlar ABD'nin izni olmadan herşey boş malesef...
20 Temmuz 2012 Cuma 16:35