Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Rik û inada mirovi

Rik û inada mirovi

A rast rik û inad ew qas kerax (iğrenç) û kepaze ye pêtir mala mirovi xirab dike.

Ji wê çendê jî tû rengê rik û inadê tûnî ne. Ne tê gêrtin, ne tê berdan, ne tê dîtin û ne jî tê xwarin. Tinê di nava raman û hişên mirovida cî yê xwe digire û tinê giredayî wî mirovî ye.

Rik û inad dema kete nava mêjî yê mirovi, ew mirov dikevî nav şaştî yê û ewi mirovi ji mirovatî yê derêxe.

Vêca heske mirovekê mirovek dî nevê bi dil nifînê li wi mirovi bike, tinê bila bêjîtê “xwedê te bike êxsîrê rik û inadê te.” Ew nifîn ji wira bes e.
Mirovê rik û inad gêrti be fêhlkê xwe û têkilahîyê xwe ve nava mafê mirovada wek mirovê du rû tê pêş çav. Wek rû ê fitne û fesadî yê û wek rû ê aştî û biratî yê, an ku wekî xîmê ser cemedê ye, bê bawere.
Hûn di zanin wekî me jori jî goti, du rû bûn jî kêmasîya mirova, ya herî pêşve çû yî ye.

Du rûti jî nêzûk rik û inadê, mirovi têxî navbeyna xeletîya û şehmizarî ya. Du rû bûn ne wekî qirêja nava desti ye ku tu bişû û mirov ji wê kirêtîya du rûtû yê xilas be. Du rû bûn wekî şiklê mirovî ye, wekî nav û paşmavê mirovî ye, her dem bi mirovira ye.

Ji min biborînin mijara me ne ewe em ser peyva du rûtîyê nivîsîn. Hûn di zanin du rûti jî bi serê xwe mijarek e, ji ber hindê em dê zivirîn mijar a xwe a rojnameya taraf ê.

Mirovê rikgêr û inad gêrti tinê hiş û ramanê xwe girîng dibînî, hiş û aqilê mirovê hemberî xwe wekî dîtina zirar dibînî.

Gore wi di vê xwezayêda ew tinê biserê xwe fahma ye û têkilahî yê mirovada ew tinê zana ye. Ew tinê têkilahî yê cîhanêra agahdar e, bi kurtî ew eqilmendê cîhanê ye.

“Ez di zanin, ji min çêtir tû kes nizanî” di bêjî û xwe herî girîng dibînî, mirovê hemberê xwe bi kêmasîyara dixemlînî.

Roja 12.Mijdar.2008 în ê rojname a Taraf ê rüpela xwe ya nehêda bi nivîsîna herf ê mezinra “dê parlamenterên AKPê herin qereqol ê” nivîsî bû.

Di berdewama vê nivîsînêra parlamenter ên AKPê rojavaya (xerba) Tirkiyeyê dê seredana malbatê şehîda û rojhilata (şerqa) Tirkiyeyê jî dê biçin seredana qereqolên polîs û qereqolên leşkeran.

Dema mirov vê hevok ê dixwînî di laşê mirovi gizgizan tênê, hişên mirovi diserê wida diçin. Spih ê mirovi di nava pur a wida radibin selewata. Mirovi baweri pê nahê ku miroveke hinde xwedî ê rik û inadê hebît.
Ji ber tarîtîya mêjî yê wi, şevreşkên dilê wî da ji mirovara tû qenci û tû qedrê mirova nahê bîra wi. Ew di wê tarîtîya cîhana xweda spî û reş ra neşê ji hev cûda bike.

Wê demê tê hizira mirovi ku mirovê xwedîyê inad û rikê be, hemû zirar ji destê wî tê. Û tê dîtin ku rik û inad tinê zirarê nede wi bixwe, di dete hemû alîya û hemû têkilî yê wî.

Rasti derketina seredana malibatê şehîda kêfa mirovi tînî û bi seredanara mirov sefiraz di bû, kêfxweş di bû. Çawa mirovi nevê di vê şerê qirêjûda ciwan bimirin. Mirov çendî ji alîyê şer ê qirêj ne be jî; gor daxwazîya dilê mirovê dil şêlû, dil fitna ra, mixabin jî ciwan di vi şerê grêjû da jîyana xwe winda dikin. Çimkî rexgêrtîyê şeri ji bo zêdekirina qazanca xwe agirê şeri vêtêxîn.

Ha; wekî me goti çendî em alîyê vî şerî nebûn jî, berdewama vî şerê qrêjûda ciwanên Kurd û Tirka jîyana xwe winda dikin. Em tinê xwedî ê wan şervanan û xwedî malbata xwidanê wan şervanan bîn başe. Ji bo mirovê xasmêr û fêhlmêr, ji bo mirovê daxazîya mafê mirova bike eve harî girîng e. Bes mixabin navk a parlamenterên AKPê ji bo şer ê qirêj hatîye birîn, çavên wan ji şeri zêde tû dî nabînî.

Di vê nivîsîna rojname a tarafêda ev rû ê AKPê çêtir tê pêş çav. Di bingeha AKPê da çend mirovên xwedîyê rik û inad ê hene kifş e.
Gôre wê nivîsînê, parlamenterê AKPê rojhilata Tirkiyeyê dê biçin serdana qereqol a. Mixabin ev têkilahîya parlamenterê AKPê, an jî bigotinek dî, bîr û bawerîya bingeha AKPê çendî kirête, kifş e.

Tê hizira mirovi ku di vê herêma rojhilata Tirkiyeyê da, di vî şerê qrêjûda tu ciwanan jîyana xwe winda nekirî ye ku parlementerê AKPê biçin seredan a wan. Tinê ciwanên herêma Tirkiyeyê ya rojavayê jîyana xwe winda kirî ye û dê wêrê biçin seredan a wan.

Bi vê bîr û barîyê AKPêra du alîtiya wan tê çav û tivê hemû mirov vê du alîtîya AKPê ewa bi rik û inad bînî ziman; aşkera bike.

Di vî şerê qrêjûda roj nîne ku cendekê ciwanê wek tayê rihanê nehê berderê dayika dil kul û bavê dil şewitî.

Her we bi hezaran rondikê dayikê leşker û gêrîlaya riştîne vê herêmê û bi hezaran malbatên şehîda wekî malbatê rojavaya Tirkiyeyê, li vê herêmê jî hene. Berdewama vî şerê qirêjûda hemû karemitro a Tirkiyeyê da malbatê şehîda hene, tinê rojhilata Tirkiyeyê nînin.

Evene hemû aşkera û pêş çava sekinî ne, bes parlamenterê AKPê gor dilê xwe di vê herêmêda serdana malbatê şehîda nakin tinê serdana qereqola dikin.

Kesek nizanî eve çi dil tarîtî ye, eve çi du rû bûn e, eve çi rik û inad e. Ji gel ê vê herêmêra, mirov wekî dîtina parlamenterê AKPê dibîte xwedî ê rik û inad ê.

Pir serok û endamên partîyê Tirki seba vê rik û inada xwe ji dîroka sîyaseta Tirkada winda bûn, xwedî ê vê rik û inadê endam û serokê AKPê jî pîçek maye dê dîroka Tirkida mehin. Ji bo mehandina AKPê pêngava herî girîng li vê 29 adara 2009 a hate avêtin, nexşe wê roj a binyatê AKPê bête qelandin.

Belê pîçek maye serok û endamên AKPê dê bigehin serok û endamên partîyên dî ewên mehî.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10